Özçelik: Şehîdên Robozkê hîna jî li me temaşe dikin

Özçelik: Şehîdên Robozkê hîna jî li me temaşe dikin

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik, bi hilkefta 6. salvegera komkujiya Robozkê peyamek belav kir. Özçelik di peyama xwe de got dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike.

A+A-

Peyama Serokê PAKê Mustafa Özçelik:

Şehîdên Robozkê hîna jî li me temaşe dikin

Di 6emîn salvegera qetlîama Robozkê de ,Şehîdên Robozkê, li vê qetlîama ku Dewleta Tirkîyeyê kirîye ya ku hîna jî weke ''faîlî maçhûl'' maye temaşe dikin.

Dewleta Tirkîyeyê, hem kiryardarê vê qetlîamê ye, hem hîna jî qurbanîyên qetlîamê sûçdar dike. Şehîdên Robozkê, bi awayekî ecêb mayî , li wê cîhana ku li himber vê qetlîama ne mirovane, hîna jî weke kerr û koran tevdigere temaşe dikin.

Belê, Şehîdên Robozkê li me , li yên dibêjin ''Em Qetlîama Robozkê ji bîr nakin'' temaşe dikin.

Şehîdên Robozkê, li gotinên me yên ''Em Şêx Seîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed, Melle Mustafa Barzanî, Helebçe û Enfalê ji bîr nakin'' guhdar dikin.

Şehîdên Robozkê li me , li yên dibêjin ''Em şehîdên xwe ji bîr nakin'' , lê dîsa jî her roj bi dehan kesan şehîd didin temaşe dikin.

Şehîdên Robozkê, li me, li ewên ku bi ezeztîya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, bi îxanetên xwe rê li ber li azadiyê, li ber serxwebûnê digirin temaşe dikin.

Şehîdên Robozkê, li me, li ewên ku bi ezeztîya xwe, bi perçebûn û bi jihevketina xwe, bi îxanetên xwe, hemû fedekarî, şehadet û berxwedanên gelê me tune dihesibînin temaşe dikin.

Li ewên ku bi gotinên ''Cimhûrîyeta demokratîk, netewa demokratîk, welatê hevbeş'', bi gotinên ''dema netew dewletan derbasbûye'', şehadetên ji bo azadîyê, ji bo mafê çarenûsîyê tune dihesibînin temaşe dikin Şehîdên Robozkê.

Em, ewên ku ji bo yekitîyeke netewî, sekneke netewî, hişmendîyeke netewî çênebe û nekemile, çi ji destên wan tê dikin; belê, Şehîdên Robozkê li me temaşe dikin.

Başê , çi ji me dixwazin, çi ji me dipên Şehîdên Robozkê?

Şehîdên Robozkê ji me re dibêjin:Yên di nav partîyekê de dikarin bibin yek, bila bibin yek; yên nikarin bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin tifaqan bikin bila di nav dan û stendin û dîyalogan de bin; yên nikarin dîyalogan jî bimeşînin, bila dijminatîya hev nekin.

Şehîdên Robozkê li Bakurê Kurdistanê li benda partîyeke xurt, girseyî, azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî ne; li benda tifaqeke netewî û demokratîk ya xurt in.

Şehîdên Robozkê li Başûrê Kurdistanê li benda wê yekê ne ku bi yekrêzîya gelê me, bi berxwedaneke nû, bi klîda serxwebûnê derîyê azadîyê li gelê me bê vekirin.

Şehîdên Robozkê li Rojavayê Kurdistanê li benda îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, sîyasî ya hemû partîyên Kurdan in; li benda bi yekgirtineke netewî, rê lê vekirina statuyeke sîyasî ya netewî ne.

Şehîdên Robozkê li Rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku bi yekitîya netewî û demokratîk, hêza azadîya welatê me bê geş kirin.

Em di wê bawerî û hêviyê de ne ku Qetlîama Robozkê û qesas û berpirsên wê rojekê dê bêne darizandin.

Belê, me qetlîama Robozkê ya ku di şeva 28.12.2011an de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hate li dar xistin ji bîr nekirîye.Em vê qetlîamê bi tûndî şermezar dikin.

Ji bo qetlîmên nû rûnedin, pêwîstîya me bi welatekî azad û di welatê xwe yê azad de bi jiyaneke azad heye. Em şehîdên Robozkê bi giramî bi bîr tînin, ruhê wan şad, cîhê wan bihuşt be.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpayê û dezgehên peywendîdar yên cîhanê dikin ku ji bo qesas û berpirsên vê qetlîamê demildest bêne darizandin, gavên pêwîstî pê hene bavêjin.

28.12.2017

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin