• Diyarbakır 23 °C
  • Batman 25 °C
  • Hakkari 15 °C
  • Şırnak 22 °C
  • Ağrı 17 °C

Özçelik: Navenda Giştî ya HDPyê û Mustafa Karasu û hevalên xwe nexwestin Partîyên Kurdistanî û HDP tifaqa hilbijartinê pêk bînin

Özçelik: Navenda Giştî ya HDPyê û Mustafa Karasu û hevalên xwe nexwestin Partîyên Kurdistanî û HDP tifaqa hilbijartinê pêk bînin
Mustafa Özçelik- Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)

Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê di roja 2yê Gulana 2018an li Amedê bi civîneke çapemenîyê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan îlan kirin.

Di vê civînê de ji bo tifaqeke berfireh jî pirensîbên xwe yên sîyasî aşkere kirin.

HAKPAR heta roja 30yê Nîsanê jî li gel Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê beşdarî civînên hevbeş dibûn. Heta wê rojê hinek prensîbên sîyasî dihate guftûgo kirin. Bi giştî, her şeş alî jî tu îtîrazên wan yên bingehîn li ser prensîbên sîyasî tunebû. Lê di civîna 30yê Nîsana 2018an de HAKPARê got ‘’HDP van prensîbên sîyasî qebûl jî bike, em ne li gel wê yekê ne ku, li gel HDPyê ji bo tifaqa hilbijartinê hevdîtîn jî çêbibin, tifaq jî çêbibe’’.

Ji ber vê helwestê, HAKPARê di nav Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de cîh negirt. Lê ya balkêş ew bu ku, hîna Hereketa Azadî, PAK, PDK, PDK-T, PSK yê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ilan nekiribûn û hîna li gel HUDAPAR û HDPyê tu hevdîtin dest pê nebibû, HAKPARê û hinek şexsan, dest bi propagandayeke ji pîvanên dostanîyê dûr kiribûn û digotin ‘’Van partîyan, ji bo bazara parlamenterîyê dê bi HDPyê re hevdîtinan bikin. Û ji bo çend parlamenteran jî li hevdu kirine’’.

Piştî ku Navenda Giştî ya HDPyê û Mustafa Karasu û hevalên xwe nehiştin ev tifaqa hilbijartinê pêk bê, wan jî weke HAKPARê û hinek şexsan mesele berovajî kirin û gotin ‘’ji ber bazariya parlamenterîyê ev tifaq pêk nehat’’. Ma gelo ev tesaduf bû? Helbete ku na. Ew kes û alîyên ku ji hêz û potansîyel û sînerjîya Bloka Kurdî ya Hibijartinan ditirsîyan; ew alîyên dîtin ku bi vê fikir û sîyaseta Bloka Kurdî, dê navendeke nû ya Kurd û Kurdistanî çêbibe, bi şêweyên cuda cuda , bi propagandayên ne di rê de, li himber vî fikir û tifaqê derketin; hinekan jî rê li ber girtin.

 

Hevdîtinên li gel HUDAPAR û HDPyê

Pişti civîna çapemenîyê ya ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan di roja 2yê Gulanê de li dar xistibû, di eynî rojê de li Amedê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li gel HUDAPARê hevdîtinek pêk anî û nameyeke ku ji prensîbên sîyasî yên hilbijartinê pêk hatî radestî HUDAPARê kirin. HUDAPARê ji bo hevdîtinên di navbera HUDAPAR û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê helwesteke erênî nîşan da. HUDAPARê got ‘’Eve 10 roj in ku me daxwaza hevdîtinê li HDPyê kirîye, lê mixabin heta nuha jî tu bersîv nedane me’’.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, di roja 4ê Gulanê de, li gel HDPyê li Amedê hevditinek pêk anî û nameyeke ku ji prensîbên sîyasî yên hilbijartinê pêk hatî radestî HDPyê kirin.

Piştî vê hevdîtinê, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê di eynî rojê de, bi hev re civîneke çapemenîyê li dar xistin. Di vê civîna çapemenîyê de Hevseroka HDPyê rêzdar Pervîn Buldan got: ’’Ev prensîbên sîyasî yên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bi nameyekê radestî me kirine, di bernameya me de jî hene û prensîbên me ne jî’’.

Piştî vê daxuyanîya Rêzdar Pervîn Bûldan di navbera Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê de hevdîtinên ji bo tifaqa hilbijartinan dest pê bûn.

HDPyê ji Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan re got ‘’Em nuha ne amade ne ku bi HUDAPARê re tifaqa hilbijartinê pêk bînin’’.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan di roja 7ê gulanê de cara duyemîn seredana HUDAPARê kir. Di vê hevdîtinê de , Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ev helwesta HDPyê gîhand wan. Lê HUDAPARê paşê ji bo serokkomarîyê piştgirîya xwe ji bo Recep Tayip Erdogan aşkere kir û got emê bi navê xwe beşdarî hilbijartinan bibin. Li gel vê helwestê, heta îro jî HUDAPARê bersîveke bi nivîskî nedaye wê nemaye Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan. Ev jî tê wê wateyê ku, HUDAPAR ne amade bû li ser wan prensîbên sîyasî li gel Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tifaqeke hilbijartinê pêk bîne.

 

HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kirin

Hevdîtinên di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de, di destpêkê de baş dimeşîyan. Herdu alîyan li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kirin. Ev 6 xal ev in:

-- Armanceke esasî ya vê tifaqê ew e ku em sîyaset û helwesteke ji bo bidestxistina maf û azadîyên netewî yên miletê Kurd pêk bînin. Bi vê hişmendîyê, daxwazên bingehîn yên tifaqa me yên ku emê ji bo pêk anîna wan bixebitin ev in: Mafê statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê, perwerdeya bi zimanê zikmakî, zimanê Kurdî divê weke zimanekî resmî bê qebûl kirin, qebûl kirina nasnameya Kurdan û di Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê de bicîh anîna van daxwazan.

 

--Miletê Kurd û gelên weke Ermenî, Asurî-Suryanî, Ereb, Mihelmî, Azerî û Tirkmenan; dîn û bawerîyên weke Elewî, Sûnnî, Êzidî, Xiristiyan, Mûsewî bi salan e tûşî neheqî û zextên mezin yên dewletê bûne.Tifaqa me, ji bo li Kurdistanê pêk anîna jiyaneke azad, wekhev û demokratîk ya ji bo van hemû gel û olan, dê têbikoşe.

 

--Di pêvajoya dîrokî de hemû êş û mexdûrîyetên ku li Kurdistanê rûdane qedera me ya hevbeş e; hemû destkeftinên hatine bidestxistin jî şanazîyên me yên hevbeş in.

 

--Divê bi taybetî girtîyên nexweş û hemû girtîyên sîyasî bêne azad kirin. Divê dewlet ji bo ji holê rakirina mexdûrîyetên civakî gavên pêwîst bavêje.

 

-- Sonda Parlamenterîyê li ser bingehê ku hebûna kêmnetewan û ya miletê Kurd tune bihesibîne û şexsiyeta wan ya netewî rencîde bike hatîye danin. Divê ev sond ji nû ve li ser bingehê qebûlkirina hebûn û îradeya hemû gel û alîyan bê sererastkirin.

--Tifaqa me li destkeftinên li her çar perçeyên Kurdistanê xwedî derdikeve û li dijî şerê heyî, operasyonên leşkerî, Rewşa Awarte û li dijî şîdetê derdikeve. Tifaqa me dibêje ji bo çareserîyeke sîyasî ya ji bo pirsa Kurd û Kurdistanê, divê hemû alî bibin mixatabê dîyalogê.

Piştî çend civînên hevbeş, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê li ser van 6 xalên deklerasyonê li hev kirin. Ev 6 xal zêdetir li ser pêşniyarîyên HDPyê hatibûn qebûl kirin.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û HDPyê li hev kirin ku ev 6 xal di Danezana(Bîldîrge) Hilbijartinê ya Rêzdar Selahattin Demirtaş û di ya HDPyê de jî cîh bigirin.

 

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tu barekî giran li HDPyê bar nekirîye

Hinek rewşenbîr û sîyasetvan dibêjin, ‘’Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan , daxwazên giran yên sîyasî daye ber HDPyê. Zext dane HDPyê ku HDP xwe weke partîyeke Kurd, Kurdistanî pênase bike’’. Lê ev şîroveyên bi vî rengî ji rastîyê dûr in.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tu carî ji HDPyê re negotîye ‘’xwe weke partîyeke Kurd, Kurdistanî pênase bike’’. Û HDPyê di tu hevditinan de negotîye ‘’Ev prensîbên we yên sîyasî ji me re giran tên’’. Berovajîyê vê yekê, Hevseroka HDPyê Rêzdar Pervîn Buldan û heyeta HDPyê ji roja ewil de gotin ku ’’Ev prensîbên sîyasî yên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bi nameyekê radestî me kirine, di bernameya me de jî hene û prensîbên me ne jî’’.

Tiştekî din ya balkêş jî ev bû ku, HDP yê ji alîyekî ve xwe weke ‘’Partîyeke Tirkîyeyî’’ pênase dikir; lê ji alîyê din ve jî navê vê deklerasyona ji 6 xalan pêk hatî jî weke ‘’Deklerasyona Kurdistanê ya Demokratîk a Hilbijartinan’’ pêşniyar dikir.

Herweha deklerasyona 6 xalî jî HDPyê bi xwe bi vî rengî pêşniyar kirî ye, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan jî bi çend guhertinên biçûk ev pêşniyarîya HDPyê qebûl kirîye. Ango kesî tu barekî giran li HDPyê nekirî ye. HDPyê bi xwe ev deklerasyon pêşniyar kirîye.

 

HDPyê her dixwest hevdîtinên tifaqa hilbijartinan bi bazarîya parlamenteriyê bifetisîne

Hinek kes û alîyên ku li derveyî hevdîtinên di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de bûn, ji roja ewil de dest bi kampanyayekê kirin ku xwedê giravî ev hevdîtin gişt ji bo ‘’bazarîya parlamenterîyê’’ ne. Gelek kesan jî bi derew û buxtan û êrîşên ji pîvanên rexneyan dûr, xwestin peşkan bavêjin ser vê hewildana bi rûmet.

Lê aşkere ye ku, ji alîyê HDPyê jî hinek kesan ji hevdîtina ewil ve, xwestin vê hewla tifaqa hilbijartinê bi ‘’bazarîya parlamenterîyê’’ bifetisînin, biçûk bixin. Di hilbijartinên 2011 û 2015an de hinek kes û alîyên sîyasî, ji bo ku bikaribin bibin parlamenter, hemû nirx û fikir û sîyasetên xwe danîbûn alîyekî û di nav lîsteyên HDPyê de bibûn parlamenter. HDPyê digot qey dê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan jî weke yên berê, bes bi ‘’bazarîya parlamenterîyê’’ xwe erzan bike.

Ji ber wê jî di her civînê de, hinek kesên di heyeta HDPyê de her digotin ‘’Ka hûn çend parlamenteran dixwazin’’. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan jî ji heyeta HDPyê re digot : ‘’Ji bo me sê protokol girîng in: Protokola prensîbên sîyasî. Protokola prensîbên bi hev re xebatê yên ji bo hilbijartinan. Protokola prensîbên temsîlîyetê ji bo parlamenterîyê . Heta ku em li ser herdu protokolên ewil li hev nekin, emê li ser meseleya temsîlîyetê bi we re neaxivin’’. Heyeta HDPyê carek-du caran hinek teklîf ji bo hêjmara parlamenterîyê anîn ziman , lê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan tu caran nekete nav bazarîyeke bi vî rengî.

Herî dawî di roja 19yê gulanê de HDPyê ji Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan re got: ‘’Di 21ê gulanê de emê lîsteyên parlamenterîyê teslîmî Lijneya Bilind ya Hilbijartinan a Tirkîyeyê bikin. Ka hûn jî navên xwe yên ji bo parlamenterîyê bidine me, em dixwazin navên we jî bixin vê lîsteyê’’.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan jî ev bersîv dabû HDPyê ‘’Navenda Giştî ya HDPyê prensîbên ku me û heyeta HDPyê li ser wê li hev kiribû nexist nav danezanên xwe yên hilbijartinê. Rêvebirîya HDPyê bi vê helwesta xwe hewla me ya tifaqa hilbijartinê tune hesiband, sabote kir, xera kir, bidawi anî. Ji ber vê yekê jî ji bo me hewla tifaqa li gel HDPyê bidawî hatîye û ji ber vê rastîye jî emê tu navan ji bo parlamenterîyê nedin we’’.

Aşkere ye ku, ew kes û alîyên ku ji hêz û sînerjîya tifaqa hilbijartinê ya Kurdan ditirsîyan, bi gotin û buxtan û îddîayên ku dibêjin Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bazarîya parlamenterîyê kirîyê, dixwestin rastîyê berovajî bikin û rê li ber vê tifaqê bigirin û peşkan bavêjin ser vê hewla bi rûmet.

 

Li gel HDPyê tifaqa hilbijartinê çima pêk nehat?

Gelek zelal û aşkere ye ku, Navenda Giştî ya HDPyê rê li ber tifaqa hilbijartinê ya di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de girt. Di vê derbarê de çi ji alîyê HDPyê , çi jî ji alîyê PKK-KCKyê ve gelek daxuyanîyên ku ji rastîyê dûr in hatin belav kirin. Daxuyanîyên HDPyê û yen PKK-KCKyê weke gotina ‘’Gurî navê min li te, kumê min li serê te’’, rastîyê berovajî dikin.

Hewla Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ya li gel HDP û HUDAPARê di raya giştî ya Kurd û Kurdistanê de bi piştgirîyeke mezin hate pêşewazî kirin. Heger ev tifaq biçûya serî, dê Kurd û Kurdistanî cara yekem di vê astê de weke alîyekî bibûna aktorekî esasî. Helbete ji ber vê rastîyê jî gelek xêrnexwaz li dijî vê hewlê bûn. Gelek alîyan nedixwestin ev tifaq pêk bê.

Di nav Rêvebir û alîgir û dengdêrên HDPyê de jî potansîyeleke mezin dilxwaz û piştgirên vê hewla tifaqê bûn.

Ev piştgirîya mezin ya ku gelê me û ya potansîyeleke berbiçav ya di nav refên HDPyê de ku ji bo vê hewla tifaqa hilbijartinê nişan dabûn, weha dîyar e ku, xof û tirseke mezin xiste nav dilê hinek alîyan. Û ji ber vê tirs û xofê bi çar alî plan û hewlên têkdana vê hewla tifaqa hilbijartinê hatin hûnandin.

Kî çi dibêje bila bibêje, rastîya biserneketina hewla tifaqa hilbijartinê ya di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ev e: Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û heyeta HDPyê li ser deklerasyona 6 xalî li hev kiribûn. Û li gorî mutabakata herdu alîyan divîyabû ev 6 xalên deklerasyonê di Danezana(Bîldîrge) Rêzdar Selahattin Demîrtaş û HDPyê de bihatina bicîh kirin. Piştî li hev kirina 6 xalên deklerasyonê, dor hatibû guftûgo kirina prensîben bi hev re xebatê. Hîna di vê derbarê de hevdîtin berdewam dibûn, Navenda Giştî ya HDPyê di roja 14yê Gulanê de , bi lez û bez, Danezana(Bîldîrge) Rêzdar Selahattin Demîrtaş û HDPyê ji raya giştî re ragehand. Di van danezanan de behsa hewla tifaqa di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de nehatibû kirin û wan 6 xalên deklerasyona ku herdu alîyan li ser wê li hev kiribûn di danezanan de bicîh nebibûn. Navenda Giştî ya HDPyê bi vê helwesta xwe bi awayekî bê şik dawî li hewla tifaqa hilbijartinê anîbû. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser vê helwesta HDPyê dawî li hevditinên li gel HDPyê anî. Sedema biserneketina hewlên tifaqa hilbijartinê ev e.

Ji xeynî vê sebebê, her alîyekî ku bixwaze sebebeke din nîşan bide, yan xêrnexwaz e, yan jî ew alîye ku bi xwe xwestîye vê tifaqê sabote bikin . Ango ew kes û alîyên ku dixwazin şopa xwe ya têkdana vê tifaqê bidin wenda kirin, rastîyê barovajî dikin û berê meseleyê didin ser aliyekî nerast.

 

Daxuyanîyên HDPê û yên Mustafa Karasu

Rêvebirê KCKyê Mustafa Karasu, berîya ku HDP di 14yê Gulanê de danezana xwe ya hilbijartinê ragihîne, daxuyaniyek belav kiribû. Di vê daxuyanîya xwe de Mustafa Karasu digot ‘’HDP partîyeke Tirkîyeyî ye, ji ber vê yekê jî, HDP nikare li ser prensîbên sîyasî bi Bloka Kurdî re tifaqeke hilbijartinê pek bîne’’. Piştî vê daxuyanîyê rojekê, HDPyê hevdîtin û deklerasyona 6 xalî ya ku herdu alîyan li ser wê li hev kiribû tune hesiband û bi lez û bez danezana xwe bêyî van 6 xalan ji raya giştî re ragehand. Ma gelo ev tesaduf bû?

Navenda Giştî ya HDPyê weha hizir dikir ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan dê ji bo çend parlamenteran pê li prensîbên xwe yên sîyasî bike. Lê Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan neket nav vê bazarîyê û bi biryardarî û bi dilsozî li ser 6 xalan bi heyeta HDPyê re li hev kir. Piştî Navenda Giştî ya HDPyê dît ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan êdî însîyatîfê dixe destê xwe, Navenda Giştî ya HDPyê û yên ku naxwazin ji derveyî wan tu alîyên din li Kurdistanê bibin xwedî biryar û cîh, ji carekê ve rê li ber vê tifaqê girtin.

Ji bo meseleyê berovajî bikin Jî, ewilî gotin ‘’pirsgirêk, lihevnekirina bazarîya parlamenterîyê ye’’. Piştî ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bi daxuyanî û helwestên xwe îspat kir ku , rastîya meseleyê ne bazarîya parlamenterîyê ye, vê carê Mustafa Karasu daxuyanîyeke din da.

Mustafa Karasu di roja 5ê Gulana 2018an de di rojnameya ‘’yeniozgur politika’’yê de nivîsek di vê derbarê de nivîsî. Di vê nivîsê de Mustafa Karasu dibêje ‘’..…Lê em nizanin çi bû, ji derve midaxaleyek çê bû û tifaqa van partîyan û HDPyê pêk nehat. Bi îhtîmaleke mezin ya midaxeleya AKPyê ye , yan jî li ser daxwaza AKPyê midaxaleya hinek hêzên din bû û di encamê de van partîyan bi HDPyê re tifaq nekirin’’.

Belê, ‘’navê min li te ,kumê min li serê te’’. Rast e, midaxaleyek ji derve ve çêbûye. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û heyeta HDPyê li ser deklerasyoneke 6 xalî li hev kirin. Lê Navenda Giştî ya HDPyê ev deklerasyon û hevdîtinên ji bo tifaqê tune hesiband . Bi vê rêyê jî tifaq sabote kir. Her tişt ewqas zelal e. Başe kê di roja dawî de midaxele kir û got, ‘’HDP nikare li ser prensîbêb sîyasî bi Bloka Kurdî re tifaqeke hilbijartinê pek bîne’’? Helbet ku Mustafa Karasu.

Baş e Mustafa Karasu çima pêwîstîyê pê dibîne ku tiştekî ku nebûye, weke ku bûye nîşan bide û bêje AKPyê ji Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan re gotîye tifaqê pêk neyne?

Ma gelo HDP nizane ku ev helwest û daxuyanîyên ji rastiyê dûr, dê rêya dîyalogan xera bike. Ji bo Navenda Giştî ya HDP yê û ji bo Mustafa Karasu û hevalên wî mimkun e ku dîyalog ne girîng be; lê ji bo me, ji bo gelek rêvebir û endamên HDPyê , ji bo gelê Kurdistanê ev dîyalog gelekî girîng e. Em rêzê li hest bîr û bawerîyên hemû welatperweran digirin. Helwesta xwe jî em li ser vê rêzê ava dikin. Jiyan berdewam e. Doza azadîya Kurdistanê berdewam e.

Baş e, Rêzdar Pervin Buldan ma qey tu gotinên cenabê we tune ne? Ka we ‘’digot ev prensîbên sîyasî di bernameya we de jî hene’’? Madem kî di bernameya we de jî hebûn, we çima di danezanên xwe de bi cîh nekirin?

Heyeta HDPyê ya li gel Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan li ser 6 xalan li hev kiribûn, ma tu gotinên we tune ne? We deh rojan li gel Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan civîn çêkirin; we li ser 6 xalan bi wan re li hev kirin. We got, ‘’Ev 6 xal dê di Danezana Rêzdar Selahattin Demirtaş û ya

HDPyê de cih bigire’’. Lê paşê van 6 xalan di danezanan de cîh negirtin. Baş e ma ev hevdîtin û li hev kirin me û we gişt derew bûn?

Belê, Mustafa Karasu behsa midaxaleya AKPyê dike. Mimkun e, dibe ku AKPyê midaxale kiribe. Lê yê herî nêzî midaxaleya AKPyê jî HDP ye, Mustafa Karasu û hevalên xwe ne.

Rêzdar Selahattin Demirtaş di daxuyanîyeke xwe de gotibû ‘’Rayedar û wezîrên AKPyê çend caran bi dest nivîsa Öcalan ji min re name anîn da ku ez ji namzetîya serokkomarîyê vekişim û ez di referandûma pêştir de nebêjim ‘na’. Lê min ev qebûl nekir’’.

Gelo ma mimkun e ku vê carê jî wezîr û rayedarên AKPyê bi destnivîsên Ocalan ji HDPyê re, ji Mustafa Karasu û hevalên wî re gotibe, ‘’Bi Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan re tu tifaqan çênekin’’.

Mustafa Karasu û hevalên xwe di dema ‘’pêvajoya çareserîyê’’ de bi dehan caran bi Misteşarê MİTê re, bi wezîr û rayedarên AKPyê re hevdîtin kirin. Gelek gotin û xwestin û sîyastên wan bi cîh anîn. Ma gelo ne mimkun e ku vê carê jî Misteşarê MİTê, yan jî wezîr û rayedarên AKPyê yan jî beşeke din yên Dewleta Tirkîyeyê , daxwaz li HDPyê , li Mustafa Karasu û hevalên wî kiribin da ku bi Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan re tu tifaqan çênekin.

Tifaqa Cumhur jî, Tifaqa Milet jî dê bi tu awayî nexwazin di navbera HDP, HUDAPAR û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de tifaqaeke hilbijartinê pêk bê. Tu şik di vê de tune ye. HUDAPARê ji xwe bi piştgirîya Erdoganî nexşe rêya xwe danîbû.

Hevdîtinên tifaqa hilbjartinê yên di navbera HDPyê û Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan de berdewam dibûn. Hevdîtin gihîşt astekê ku herdu alîyan li ser 6 xalan li hev kirin. Û ji carekê ve Navenda Giştî ya HDPyê bêyî ku van 6 xalan daxilî danezanên xwe bike, danezana xwe îlan kir û rê li ber tifaqeke berfireh girt.

Heger em li ser vê rastîyê şopê bajon, emê bibînin ku, madem kî Navenda Giştî ya HDPyê ev tifaq sabote kirîye û madem kî Mustafa Karasu bi aşkereyî li dijî vê tifaqê derketîye, heger ji bo pêknehatina tifaqa hilbijartinê midaxaleyeke ji derve çêbûbê, ev midaxale li wan bi xwe bûye.Heger wan ne li gorî daxwaza hinekan, lê bi biryara xwe ev kiribin; ev jî sosret û îcûbeyeke din e.

Em weke PAK ne li dijî dîyalogên li gel partîyên weke AKP, CHP, Saadet Partisi ne. Me weke Însiyatîfa Piştgiriya Referandûma Serxwebunê, di derbarê referandûma serxwebûna Başûrê Kuridstanê de, di sala 2017an de li Enqereyê , li Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kılıçdaroğlu hevdîtinek jî pêk anî bû.

Lê ez baş dizanim ku ji damezrandina PAKê heta vê rojê AKPyê û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê carekê jî li derîyê PAKê nexistine, jê re tu name neanîne û tu daxwaz lê nekirine. Bes Mehkemeya Qanûna Bingehîn îxtar ji PAKê re şandîye gotiye ’’ Navê xwe biguherine, bernameya xwe biguherine. Tu neguherine emê doza girtinê li we vekin’’. PAKê jî gotîyê ‘’Em navê xwe û bernameya xwe naguherînin. Divê li gorî hiqûqa navnetewî Dewleta Tirîyeyê qanûnên xwe û Qanûna Bingehîn bihuherîne’’. Belê, PAK tu carî nebûye mixatabê daxwazên li dijî doza gelê me; daxwazên weha bên jî, PAKê îspat kirîye ku, rêbaza wê rêbaza azadîya Kurdistanê ye.

PAKê di hilbijartina 2015an de, gava ku HDPyê teklîfa tifaqa hilbijartinê jê re anîbû, xwe îspat kiri bû ku , derdê wê ne parlamenterîye; ya girîng prensîbên netewî û demokratîk in.Û PAKê li gel partîyên

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, di hevdîtinên ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê de jî îspat kir ku, ji wê re ya esasî ne parlamenterî ye, ya girîng doza azadîya Kurdistanê ye.

Belê ez baş dizanim ku ne Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan, lê Navenda Giştî ya HDPyê ev tifaq sabote kirîye. Ji ber wê jî heger bi midaxaleyeke ji derve ev tifaq pêk nehatibe, ev midaxale, midaxaleya Mustafa Karasu û hevalên xwe ne. Ev midaxale, midaxaleya ew kesên li Navenda Giştî ya HDPyê xwedî desthilat in. Û heger midaxaleyeke AKPyê, midaxaleyeke Tifaqa Miletê yan jî ya beşeke din ya Dewleta Tirkîyeyê hebe, aşkere ye cîhê ku herî hêsan ew midaxale bigihêjê HDP ye, Mustafa Karasu û hevalên wî ne; ew di vî warî de xwedîyê tecrubeyeke dewlemend in.

 

HDP û Mustafa Karasu raya giştî manîpule dikin û hinek rewşenbîrên Kurd jî bi van manipulasyonan dixapin

HDP û rayedarên PKK-KCKyê bi daxuyanîyên ji rastîyê dûr, meseleyê berovajî dikin û raya giştî li ser van helwestên xelet manîpule dikin.

Gelek rewşenbîr jî mixabin bi van daxuyanîyên şaş dixapin û li gorî van şaşîyan şîroveyên şaş dikin.

Gelek rewşenbîr dibêjin ‘’em nizanin çima ev hewla tifaqa hilbijartinê biser neket’’. Lê ma ev maqûl e?

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan hemû daxwazên HDPyê yên ji bo bazarîya parlamenterîyê red kirîye. Berîya 21ê Gulanê ku lîsteyên HDPyê teslîmî Lijneya Bilind ya Hilbijartinan a Tirkîyeyê bûye, Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ji raya giştî re aşkere kirîye ku em tu namzetîyê naxwazin, me ji ber helwesta HDPyê dawî li hewla xwe ya tifaqê anîye; hîna jî hinek rewşenbîrên me dibêjin ’’em nizanin kî rastîyê dibêje’’.

Divê hemû rêvebir û endam û aligirên PKKyê, yên HDPyê û gelê me û rewşenbîr û sîyasetmedarên me vê rastîyê bibînin ku, ewên rê li vê tifaqa dîrokî girtine, Navenda Giştî ya HDPyê ye, Mustafa Karasu û hevalên xwe ne. Mimkune ku hinek alîyan ev tişt li ser wan ferz kiribe. Êdî kê bi çi awayî li ser wan ferz kirîye em baş nizanin; lê yên ev tifaqa sabote kirine, Navenda Giştî ya HDPyê û Mustafa Karsu û hevalên xwe ne.

Heger ne weha be, fermo: HDP wan 6 xalên ku Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan û heyeta HDPyê li ser wan li hev kirî bûn , bila bixin Danezana Rêzdar Selahattin Demirtaş û HDPyê. Bila îlan bikin ku ew van 6 xalan diparêzin. Wê gavê dê helwest û şîroveyên me jî cudatir bin. Fermo ; Şam dûr e, ma mişar jî dûr e.

 

Tifaqa Kurdistanî divê berdewam bike

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan di raya giştî ya Kurdistanê de hêvî û bawerîyeke xurt afirandîye. Bi hewlên xwe yên ji bo tifaqeke berfirehtir ya ji bo hilbijartinan, bûye navendeke esasî ya sîyaseta Bakurê Kurdistanê.

Ev rastî û xisûsîyeta Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bûye sebep ku, gelek xêrnexwaz li dijî wê helwestan bigire. Helbete ku pêwîstîya Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan bi rexneyên dostane û çêker heye. Lê van çend mehên vê dawiye aşkere bû ku hemû rexne ne dostane ne, ne çêker in.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan divê ji bo hilbijartinên herêmî yên dê di 2019ande li dar bikevin jî berdewam be. Divê li gel sîyasetvan, dezgehên sivîl û şexsîyetên xwedî hêz , platformeke xurt û berfirehtir bê ava kirin.

Tifaqa Kurdistanî ji bo doza netewî û demokratîk ya gelê me jî pêwîstîyeke bingehîn e. Divê ev tecrubeyên heyî ji tifaqeke berfireh ya netewî , demokratîk, Kurdistanî jî bibe bingeh.

Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan ji bo tifaqakeke berfireh ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an gelek hewl da, lê biserneket. Lê gaveke dîrokî avêt. Berhemên vê gavê di rojên pêş de miheqeq dê bide der. Tifaqa Kurdistanî ya ji bo Hilbijartinan dê li ser bîr û bawerîyên netewî û demokratîk helwesta xwe ji bo hilbijartinên 24e Hezîranî jî dîyar bike.

Ev nûçe 1373 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din