Ozçelîk Karakoç pîroz kir

Ozçelîk Karakoç pîroz kir

Serokê Giştî yê PAKê li Amedê Pîrozbahîya Serokê Giştî yê HAK-PARê K

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li gel Cihgirên Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır û Nurullah Timur û Endamên Komîteya Birêvebirîya Navendî Kutbettin Yıldız, Abdurrahman Ecer, Vahit Aba roja 04.05.2016ê li Amedê seredana Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê kir û li vê derê pîrozbahîya Serokê Giştî yê HAK-PARê yê nû Refik Karakoç kir.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Refik Karakoç endamên meclisa HAK-PARê Reşat Tunç,İhsan Durak, Abdullah Çelebi, Ahmet Kaymak û Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Vasıf Kahraman û rêveberên teşkîlatê pêşewazîya heyeta PAKê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jibo bijartina serokatîya HAK-PARê Refik Karakoç pîroz kir û serkeftin ji Meclisa nû ya HAK-PARê re xwest.

Mustafa Özçelik pêwîstîya yekîtîya sîyasî û tifaqeke netewî anî ziman û di derbarê rewşa Kurdistanê ya giştî bîr û rayên PAKê parve kir.

Refik Karakoç jî ji ber vê seredanê spasîya heyeta PAKê kir û got:
"Civîna yekem ya Meclisa nû ya HAK-PARê di 14ê Gulana 2016an de dê lidarbikeve di vê civînê de dê em ê jî li gor bîr û rayên xwe di derbarê tifaqa netewî de emê nexşerêya xebata xwe tespît bikin."

Hevdîtina PAK û HAK-PARê di atmosferek germ û dostane de derbas bû. 04.05.2016

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin