Ozçelîk: ”Gelek dewletên cîhanê di ‘kon’an de bûne dewlet”

Ozçelîk: ”Gelek dewletên cîhanê di ‘kon’an de bûne dewlet”

Hevpeyvîna K24 ligel Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Mustafa Ozçelik

A+A-

K24: Hûn konjoktûra neteweyî û navneteweyî di mijara Serxwebûna Kurdistanê de amade dibînin?

Mustafa Ozçelik: Îro bi navê ‘’Iraq’’ê  tu dewlet nema ye. Hemû dewletên cîhanê jî vê yekê baş dizanin. Û dê demeke dirêj tu kesê nikaribe vê dewleta ‘’tune’’ li ser Kurdan ferz bikin. Lê jiber rewşa aloz ya  Mûsilê û ya herêmên Sûnîyan,  bi taybetî  jî Emerîka  heta nuha pêvajoya serxwebûnê  bipaşve dixist. Tiştê  dixuyî piştî Mûsil ji destê DAIŞê rizgar bibe dê rêya serxwebûnê aramtir û hêsantir bibe. Helbete ku plan û stratejîyên Îran, Iraq, Tirkîye û Sûrîyeyê , yên cûr be cûr jî, pêvajoya serxwebûnê dirêjtir kiriye û dê van dewletan planên xwe yên têkbirin û rê li ber girtina serxwbûnê nerawestînin. Lê  astengîyeke  mezin ya li pêş serxwebûnê pirsgirêkên navxweyî yê başûrê Kurdistanê ye. Bi taybetî jî peymana stratejîk ya di nêva PDK û YNKê de  heger careke din bê nû kirin, dê rêya serxwebûnê gelek asantir bibe. Gava partîyên başûrê Kurdistanê bi tifaq li serxwebûnê xwedî derkevin dê Emerîka, Ewrûpa û dewletên cîhanê jî zêdetir piştgirîya serxwebûnê bikin. Bi tifaqa partîyên Kurdan, dê Bexda jî zêdetir xwe bide ber bi awayekî aştîyanê îlan kirina serxwebûna Kurdistanê. Sîyaseta Donald Trump ya li himberî  Îranê jî dikare pêvajoya serxwebûnê xurtir bike, dikare serxwebûnê bîne pêş. Di qada navnetewî de bi aweyekî  giştî astengîyeke mezin li himber serxwebûnê tune ye; divê Kurd bi tifaqeke navxweyî  ya berfireh  biryara xwe bidin. Heta di demeke ku li Rojavayê Kurdistanê jî rê ji statubûyîna Kurdistanê re vedibe; divê li başûrê Kurdistanê  Kurd destên xwe siviktir bikin û di pêvajoya serxwebûnê  de bilezînin.Di dîroka Kurdistanê cara yekem e ku di vê mistewayê de qedera her çar perçeyên Kurdistanê bi hevdu ve hatîye girêdan.Bi taybetî jî barekî dîrokî li ser pişta partîyên başûrê Kurdistanê ye. Di meşa serxwebûna Kurdistanê de îro PKK û YBŞ jî roleke neyênî dilihîzin. Divê PKK û YBŞ rêzê li hikumranîya Parlamento û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bigire û ji serxwebûnê re nebe asteng. Rê liber giritina serxwebûna başûrê Kurdistanê dê tesîra xwe ya neyênî li perçeyên din ên Kurdistanê jî bide der. Lê hêzên netewî û Kurdistanî bi xurt kirina xeta netewî dê agirê serxwebûnê her geş bikin.

Herweha hemû Kurdên cîhanê divê li Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê xwedî derbikevin  û wê wekî dewletekê bibînin. Divê peywendîyên başûrê Kurdistanê bi dewletên herêmê û yên cîhanê wekî peywendîyên dewletekê bi dewletên din re bê dîtin. Ev dê meşa serxwebûnê xurtir bike. Helbete ku tu peywendî divê ne li ser zerar gîhandina berjewendîyên netewî  yên tu perçeyê Kurdistanê neyê ava kirin. Ev jibo partîyan jî, jibo dewletan jî divê weha be.

K24: Struktura binameyên dewletî yên herêma Kurdistanê, ji bo ragihandina Serxwebûna Kurdistanê amade ne / têr dikin? Radeya pêşketina civatî / neteweyî gihiştiye wê ast a ku serxwebûn, wekî xal a herî girîng hatiye pêş herêma Kurdistanê? Aboriya, ewleyiya, binamayên civatî / neteweyî, rewşa coxrafî, demografî, diplomasî ya Kurdistanê, di wê radê de ye ku serxwebûn bête ragihandin?

Mustafa Ozçelik: Bi ya min di derbarê ‘’ binameyên dewletbûn’’ê de hinek qeneet û tesbîtên xelet hene. Heger em şerd û îmkan û binemayên damezrandina gelek dewletên Ereban, yên Asyaya navîn, yên Efrîka û yên gelek dewletên din bidine ber  çavan, meriv dê bêje ‘’bi van binemayan ne dewlet, ancax kon dikare were danîn’’.  Bi dehan dewletên cîhanê ne bi çavkanîyên xwe yên ser erd û bin erd, ne bi potansîyela xwe ya aborî, ne bi organîze kirina dezgehên birêvebirina dewlete, ne bi tecrubeya xwe ya leşkerî  nabin çarîyeke başûrê  Kurdistanê. Ji alîyê din ve dewleteke wek ya Seddam Huseyînî   bi abori û bi hêza xwe ya leşkerî ku yek ji dewletên xurt yên cîhanê bû; bi êrîşên Emerîka û hevpeymanên wê rûxa. Tecrubeyên cîhanê aşkere kiriye ku, tu dewlet bes bi hêza welat û miletê xwe ve nehatîye damezrandin û tu dewlet jî bes bi hêza xwe li ser pîyan nemaye.

Bi vê perspektîfê  heger em li meseleya dewletbûna başûrê Kurdistanê binerin, bêyî şik em dikarin bejin ku binemayên dewleteke serbixwe li başûrê kurdistanê heye.Petrol û xaza tebiî, çavkanîyên avê, xwezaya wê, îmkanên zîreetê, yên heywancîtîyê, potansîyela berhemînanê, damezrandina fabrîqeyan dikare başûrê Kurdistanê bike  dewleteke gelekî dewlemend li herêmê û li cîhanê. Parlamento û hikûmeta federe ya başûrê Kurdistanê,  li gel hemû pirsgirêk û nexweşîyên navxweyî jî, tecrûbeyeke xwe ya têr û baş di derbarê birêveberina dewletê de heye. Di alîyê leşkerî de jî pêşmergeyên Kurdistanê  di şerê DAIŞê de îspat kiriye ku hêz û tecrubeyeke xurt di derbarê parastina Kurdistanê de heye.Helbete ku pirsgirêkên navxweyî cîhê dilgiranîya her Kurdekî ye. Û helbete ku piştgirî û alîkarîya navnetewî ya eskerî pêwîstîyeke esasî ye. Lê ev pêwîstî, ne bes jibo Kurdan, ji gelek dewletên din re jî lazim e. Di encamê de, başûrê Kurdistanê  bi binamayên xwe yên dewletbûnê de  li gel hemû kêmasîyan jî, amade ye bibe dewleteke serbixwe.

Di dîroka mirovatîyê de tu miletan  berîya dewletbûnê, binemayên dewletbûnê, bingehên xwe yên aborî, civakî, neteweyî temam nekirine. Ji xwe dewletbûn ew e ku  miletek bikaribe dezgehên xwe yên eskerî, aborî, kulturî, sîyasî, dîplomasî, îdarî, netewî  bi rêk û pêk damezrînin; ew dezgehên heyî bîne asta dezgehên dewletbûnê. Gelek dewletên cîhanê di ‘’kon’’an de bûne dewlet. Lê başûrê Kurdistanê ji sala 1991ê û vêde, bi taybetî jî piştî 2003yan  di warê ava kirina dezgehên dewletbûnê de gavên gelek girîng avêtîye, gelekî pêşketîye. Îro bi dehan dewletên cîhanê li Hewlêrê konsolosxaneyên xwe vekirine. Di qada navnetewî de Serokê  Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî wekî serokê dewletekê tê pêşewazî kirin.

Başûrê Kurdistanê îro bi vî halê xwe jî ji gelek dewletên cîhanê pêşdetir e, organîzetir e, ‘’dewlettir’’e. ji bo dewleteke dewlemend, pêşketî, birêkxistin û azadî û demokrasîyê, edaletê ji xwe re bike rêbaz, Serxwebûn dê bibe hamleyeke nû, dê bibe resmîyeteke navnetewî ya nû.

K24: Girîngiya ragihandina serxwebûna Kurdistanê, di dema niha de, hûn çawa dinirxînin? Girîngiya serxwebûna Kurdistanê, ji bo netewe / yên, civat û kesayetiya Kurd çi ye?

Mustafa Ozçelik: Bexda , bi taybetî jî di dema  Malikî de, maddeya 140ê pêk neanî; budçeya Kurdistanê birî, pêwîstîyên pêşmerge pêkneanî, Qanûna Bingehîn a Federalî ya Iraqê binpê kir, xwest Kurdistanê bi qeyrana aborî hêsîr bistîne. Dabezîna nirxê petrolê  û hatina nêzî 2 milyon penaberan bo Kurdistanê jî, rewşa Kurdistanê xerabtir kir. Bexda tu alîkarî bi Kurdistanê re nekir û xwest rê li ber pêşketina Kurdistanê bigire.Herî dawî jî,  destê Bexdayê di êrîşên DAIŞê de hebû. Piştî ewqas rûdan û plan û neyaretîyan, îro Serxwebûna Başûrê Kurdistanê berîya her tiştî  ji tercîh û daxwazeke sîyasî  bihurî ye; êdî bûye pêwîstîyeke esasî ya ji bo berdewamîya jiyana gelê me yê başûrê Kurdistanê . Êdî bêyî serxwebûnê Kurdistan nikare tu pirsgirêkên xwe çareser bike.

Başûrê Kurdistanê di 26 salan de îspat kirîye ew ne dewleta Kurdan tenê ye; dewleta Asûrî-Keldanîyan, Tirkmenan, Ermenîyan, Ereban e jî. Dewleta Êzidî, Xirîstîyan, Misilman û hemû dîn û  mezheban e. Di Parlamentoya Kurdistanê de kontenjana gelên ji derveyî Kurdan heye; 5 zimanên resmî(Kurdî, Tirkmenî, Asûrî-Keldanî, Ermenkî, Erebî) li başûrê Kurdistanê he ne. Hemû etnîsîte û dîn û mezhebên  ku di dema Sedam Huseyînî de bê maf bûn, tûşî zilm û neheqîyan dibûn, îro li başûrê Kurdistanê , li welatê xwe, şirîkê dewleta Kurdistanê ne. Ev jî di rojhilata navîn de nimûneya azadî, demokrasî, edalet û pirrengî û pir dengîyê ye. Jiber wê jî serxwebûna Kurdistanê ne bes ji bo Kurdan , ji bo hemû gel û olan jî dê  rêya pêşketin û jiyaneke bi rûmet veke. Hemû etnîsîte, dîn û ol  bi şexsîyeteke azad, bi nirx û hêjahîyên xwe yên dîrokî,dê  ji nû ve vejîn. Bi rêveberîyeke adilane dê hemû dewlemendîya Kurdistanê , ji hemû beşên civatê re jîyaneke xweş û dewlemend bîne.

K24: Dema dewleta neteweyî qediya ye?

Mustafa Ozçelik: Dewletên netewî mafê her miletekî ye. Dewletên serdest ji bo ku miletên bindest bi awayekî azad xwe bi xwe îdare nekin, nebin xwedîyê dewletekê, ji alîyekî ve zilm û qetlîam û hovîtîyan pêk tînin; ji alîyekî jî hişmendî û şexsîyeta miletan dixwazin têk bibin.Ev fikra ku dibêje ‘’ Dema dewleta neteweyî qediya ye’’, di eslê xwe de êrîş û stratejîyeke dewletên serdest in. Ji bo  hest û bîr û rayên netewî pûç bikin fikrên weha ji alîyê aqilmendên dewletên serdest ve têne belav kirin. Lê ev fikir û planên pûç, nikarin rê li ber dewletbûna miletê Kurd bigire. Mafê çarenûsîyê wekî her miletî mafê miletê Kurd e jî. Dewleta Tirk bi navê ‘’Yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ê hebûna miletê Kurd jî, mafê wî yê dewletbûnê jî tune hesibandiye. Nuha jî hinek alî li ser navê Kurdan dibêjin ‘’Cimhûrîyeta Demokratîk, Neteweke Demokratîk, Welatekî  Hevbeş, Ala Hevbeş’’ û bi gotina ‘’ Dem a dewleta neteweyî qediya ye’’,  dixwazin mafê dewletbûnê bê wate bikin. Lê di demeke ku başûrê Kurdistanê ji dewleteke federe ber bi serxwebûnê ve dimeşe, ev gotin û planên ku ne yên Kurda ne, dê nikaribe rê li ber dewletbûna Kurdistanê bigire. Miletekî ku nifûsa wê ji 50 mîlyonî zêdetir heger heta nuha nebûbe xwedîyê dewletekê , ev hem eyb û şermeke temama mirovhtîyê ye, eyb û şerma Kurd û Kurdistanîyan e , hem jî eyb û şerma ew kesên dibêjin ‘’ Dem a dewleta neteweyî qediya ye’’ jî.

K24: Serxwebûna Kurdistanê, çi bandorek erênî li rewşa ewleyî, aştî û pêkvejiyanê ya herêmê/cîhanê dike?

Mustafa Ozçelik: Îro li rojhilata nêzîk û navîn, pirsgirêkeke herî mezin ya ku nehatîye çareser kirin , pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Yekser tesîra vê pirsgirêkê li ser çar dewletên herêmê  he ye. Dewletên ku di Sykes-Picot û  Lozanê de rola wan heye jî şirîkê vê pirsgirêkê ne. Hinek dewlet fêkîyê vê pirsgirêkê dixwin, miletê Kurd  jî êş û derdên wê dikişîne. Helbete  heta  ku pirsa Kurdistanê çareser nebe, miletê Kurd jî wekî her miletekî nebe  xwedî dewlet, tu aramî, ewlehî, aşitî û pêkevejiyaneke makûl jî dê pêk neyê. Gelê Tirkîyê, Îranê, Iraqê, Sûrîyê jî divê vê rastîyê bibînin û li cîhê ku pişgirîya sîyaseta şowenî û mêtingehkarî ya dewletên xwe bikin, divê ji bo pêşoroja xwe ya aram û aştîyanê, mafê çarenûsîya miletê Kurd qebûl bikin. Dewletên cîhanê jî divê bibînin ku dewletbûna miletê Kurd , di berjewendîya wan de ye jî. Divê hemû dewlet bizanibin ku bi kuştin û jenosîdan miletê Kurd ji holê ranebûyê û dê tu kes nikaribe rê li ber dewletbûna miletekî nifûsa wî ji 50 milyonî zêdetir e, bigire.

K24: Herêm û cîhan amade ye, dewleta Kurdistanê nas bike?

Mustafa Ozçelik: Heger em bi însaf û wîjdan û daxwaz û amadebûna dewletên dagirker yên herêmê ve bihêlin, heta hezar salê din jî ewê ne amadebin ku serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin. Lê tecrubeya başûrê Kurdistnê nîşan da ku, Kurd  bi dewletbûna xwe alîyekî esasî yê pêkevejiyana herêmê ne. Êdî  Iraq, Tirkîye, Sûrîye û Îran jî fêrî dewleta federe ya başûrê Kurdistanê bûne.Bêyî şik dê fêrî dewleta serbixwe ya Kurdistanê jî bin. Gelek Dewletên   Ereban jî bi awayekî germ li serxwebûna Kurdistanê dinerin. Piranîya dewletên cîhanê li gel serxwebûna Kurdistanê ne. Heger rêyeke aştîyane ya wekî Çek û Slovakan bê dîtin, helbete serxwebûna Kurdistanê dê ji alîyê hemû dewletên cîhanê ve bi awayekî asantir bê qebûl kirin.

K24: Rola Serok Barzanî di amadekirin û ragihandina Serxwebûna Kurdistanê de?

Mustafa Ozçelik: Em di roja ewil de li gel vê meşa serxwebûnê ya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî ne. Her carê xêrnexwazên Kurdistanê astengî û sergêjîyekê ji vê meşê re derdixin. Îro li sehê yê herî zelal behsa serxwebûnê dike Rêzdar Mesûd Barzanî ye. Em bawer dikin ku bi hişmendî û rêberatîyeke hostane,  Serok Barzanî dê vê meşê bighîne armanca wê. Dewletên cîhanê êdî baş têgihîştine ku bêyî Serok Barzanî serxwebûn jî, aramî  jî dê çênebe. Dewletên Cîhanê Serok Barzanî wekî mitefîkekî xwe yê pêşerojê dibînin. Divê Serok Barzanî jî  partîyên başûrê Kurdistanê , bi taybetî jî YNKê qani bike û vê pêvajoyê bileztir bike. Li herêmê konjonktür di lehê Kurdan de ye, lê xêrnexwaz jî vala nasekinin. Divê ev pêvajoya serxwebûnê zêdetir bi paşve nekeve. Divê Serok Barzanî wê mizgînîyê bide hemû Kurdên cîhanê ku ala Kurdistanê jî di nav alên Netewên Yekbûyî de cîhê xwe bigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin