Ozçelik: Êrîşên li ser Efrînê li dijî mirovahiyê ye, li dijî hebûna miletê kurd ê mazlûm e

Ozçelik: Êrîşên li ser Efrînê li dijî mirovahiyê ye, li dijî hebûna miletê kurd ê mazlûm e

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik ji Sputnikê re operasyona li dijî Efrînê nirxand: "Dewleta Tirkiyeyê bi vê operasyonê dibêje em nahêlin li tu derê cîhanê kurd tu mafekî bi dest bixin, em nahêlin kurd li tu derê bibin xwediyê statuyeke siyasî."

A+A-

Siyasetmedar û Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik bi taybetî ji Sputnik Kurdistanê re axivî û diyar kir, "êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser Efrînê, êrîşeke dagirkerane ye, em vê êrîşê rûreş dikin. Dewleta Tirkiyeyê heykelê siyaseta xwe, li ser dijayetiya miletê kurd ava kiriye; îro jî her li ser wê hişmendiyê ye. Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje ‘me lihîsitika li bakurê Iraqê xera kir; em ê nehêlin li bakurê Sûriyeyê jî tu lihîstîk bêne lihîstin.' Ango dewleta Tirkiyeyê dibêje em nahêlin li tu derê cîhanê kurd tu mafekî bi dest bixin, em nahêlin kurd li tu derê bibin xwediyê statuyeke siyasî."

ozclik-sputnik.jpg

 

‘DI ENCAMA VÊ ÊRÎŞÊ DE, MIMKUN E, YPG MECBÛR BIMÎNE KU EFRÎNÊ ZÊDETIR TESLÎMÎ REJÎMA ESAD BIKE'

Serokê PAKê Mustafa Ozçelik di daxuyaniya xwe de got, "Êrîşa li ser Efrînê, mimkune ku, li ser esasê lihevkirineke di navbera Rûsya, Îran û Sûriyeyê de jî hatibe lidarxistin. Di encama vê êrîşê de, mimkun e, YPG mecbûr bimîne ku Efrînê zêdetir teslîmî rejîma Esad bike. Rûsyayê hêzên xwe yên eskerî ji Efrînê vekişandin. Piştî van êrîşên Tirkiyeyê, mimkun e ku Rûsya ji YPGyê daxwaz bike ku Efrînê teslîmî, hêzên Esadî bike."

Ozçelik wisa reng da axaftina cwe, "Amerîka jî di daxuyaniyên xwe de got ku ‘Efrîn ne di nav herêma operasyona me de ye.' Ev gotin di eslê xwe de rê lê xweşkirina êrîşên dewleta Tirkiyeyê ne. Mixabin dewletên mezin yên weke Amerîka û Rûsyayê, çawa ku çavên xwe ji dagirkirina kerkûkê re girtin; îro çavê xwe ji êrîşên li ser Efrînê jî digirin. Lê divê kurd bi sebir bin; divê em vê siyaseta yekalî yan van dewletan, nekin sebebê dijayetî û dijminatiya van dewletan. Divê em di cîhanê de dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin."

 

‘ARMANCA TIRKIYEYÊ RÊ LI BER GIRTINA YEKKIRINA AXA ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE'

Ozçelik got ku bi van operasyonan Tirkiye dixweze rê li ber yekkirina Rojava bigire û wiha pê de çû, "Armanca Tirkiyeyê rêlibergirtina yekkirina axa Rojavayê Kurdistanê ye; rê li ber girtina korîdora ku Kurd xwe bigihînin Behra Sipî ye."

Siyasetmedar Ozçelik detnîşan kir, "Dewleta Tirkiyeyê dikare weke demkî hebûna desthilatdariya kurdan ya li Efrînê lawaz bike. Lê ew armanc û vîna Dewleta Tirkiyeyê, rêlibergirtina Azadiya Kurdistanê, rêlibergirtina bidestxistina statuyeke siyasî ya miletê kurd; viyaneke pûç e, siyaseteke dijminane ye. Û ev siyaseta xêrnexwazî dê bi ser nekeve. Doza Azadiya Kurdistanê ya li her çar perçeyên Kurdistanê gihiştiye asteke nû û bilind."

 

‘DIVÊ KURD LI SER HIŞMENDIYEKE NETEWÎ LI DIJÎ DIJMINên KURDISTANÊ BI YEKDENGÎ HELWEST NÎŞAN BIDIN"

Serokê PAKê Ozçelik bal kişande ser yekîtî û tifaqa kurdan û wisa axivî, "îro kilîda berxwedan û serkeftina gelê Kurdistanê yekgirtin, tifaq û yekitiya navxweyî ya miletê kurd û gelê Kurdistanê ye. Divê kurd ew pirs û pirsgirêkên xwe yên navxweyî deynin aliyekî; li ser hişmendiyeke neteweyî dest bidin hevdu, li hevdu xwedî derkevin û li dijî dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi yekdengî helwest nîşan bidin û berxwedaneke Kurdistanî bihûnin."

 

‘DIVÊ HEMÛ KURDÊN CÎHANÊ LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN DERKEVIN'

Ozçelik di dirêjahiya axaftina xwe de bangî hemû partiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku yekitî û tifaqa xwe, îdareya xwe ya hevbeş ya eskerî, aborî û siyasî pêk bînin. Hemû kurdên cîhanê jî divê bi yekdengî li dijî van êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên dagirkerane rawestin."

 

‘DIJAYETÎ Û DIJMINATIYA GELÊ KURDISTANÊ NE KAREKÎ MIROVANE YE'

Ozçelîk di dawiya axaftina xwe de got, "Em bangî Emerîka, Rûsya û dewletên cîhanê dikin ku miletê kurd ê mezlûm careke din di bin lingên dagirkeran de nepelçiqînin; miletê kurd li hemberî DAIŞ a hov hevalbend û dostên we bûn: Divê hûn bizanibin ku dostên we yê serekê yê li Rojhilata Navîn miletê kurd e, gelê Kurdistanê ye. Em bangî dewleta Tirkiyeyê dikin: Dev ji vê siyaseta dijminane ya li hemberî miletê kurd berdin. Dev ji vî şerê li bakur û Rojavayê Kurdistanê berdin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya siyasî li gel hemû partiyên kurdan diyalogê dest pê bike. Rojava û li başûrê Kurdistanê bibe dostê miletê kurd, rêzê li mafê çarenûsê û mafê bidestxistina mafên netewî û demokratîk yên miletê kurd bigire. Dijayetî û dijminatiya gelê Kurdistanê ne karekî mirovane ye."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin