Ozçelîk: Eger em Kurd li Tirkiyê bibin “aliyek” em ê bikaribin mafên xwe bistînin

Ozçelîk: Eger em Kurd li Tirkiyê bibin “aliyek” em ê bikaribin mafên xwe bistînin

Serokê PAK Mustafa Özçelik: Ji sala 1946an ve dengê Kurdan li Tirkiyê aliyek ji ser desthilatê daxistiye û aliyek aniye ser desthilatê, lê heta niha zimanê xwe jî bi dest nexistiye

A+A-

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk radigihîne, “Ji sala 1946an ve dengê Kurdan bûye dengekekî tayînker, lê heta niha Kurdan zimanê xwe jî bi dest nexistiye.”

Serokê PAKê Mistefa Ozçelîk derbarê egera encamdana hilbijartinên pêşwext li Tirkiyê de ji K24ê re got: “Li gor wêneya ku niha heye, AK Partî  naxwaze ti hilbijartinên pêşwext bêne kirin, lê opozîsyon fişarê di vî warî dike. Eger opozîsyon bikare opozîsyoneke girseyî ava bike, dibe ku bikare hilbijartinên pêşwext bêne kirin. Lê di şert û mercên niha de, ti niyaza desthilata tune ye.”

Ozçelîk got jî: “Krîza Tirkiyê ya siyasî û aborî ji ya diyar dibe kûrtir e, lê mixabin li Tirkiyê xwepêşandan û tevegereke girseyî ya nerazîbûnê tune ye. Gelê Tirkiyê ne gelekî bi rêkxistin e ku bikare derkeve kolanan û nerazîbûna xwe pêşan bide. Pirsgirêka sereke jî ew e, partiyên opozîsyonê nikarin tevegereke girseyî pêk bînin.”

Amaje bi wê kir jî: “Dewleta Tirkiyê siyaseta xwe ji piştî sala 2015an ve ji kokê ve hat guhart, ji ber ku ji hêza sivîl û siyasî ya Kurdan tirsiya, ji encama wê tirsê jî Tirkiyê berê xwe da Rojava û Başûrê Kurdistanê jî, ta ku Kurd destkeftan bi dest nexin û yên heyî jî bi pêş ve neçe. Ev jî bû sedem ku krîza siyasî û aborî li Tirkiyê kûrtir bûye.”

Li ser pirsa opozîsyona û bandora Kurdan tê de Ozçelîk got: “Niha em dikarin bibêjin ku 6 partiyên opozîsyonê bi navê tifaqa Mileta li hev kirine, wiha diyar dike ku hêza wê heye û eger hilbijartinek çêbibe, dibe ku Erdogan li ser desthilatê nemîne.”

Herwiha Ozçelîk got: “Ji sala 1946an ve ku ji wê demê ve li Tirkiyê pirpartîtî dest pê kiriye, dengê Kurdan bûye dengekekî tayînker. Kurdan tim hinek ji ser desthilatê daxistine û hinek din anîne, lê heta niha Kurdan zimanê xwe jî bi dest nexistiye.”

Serokê PAKê got jî: “Îro jî wiha ye, eger em wek Kurd li ser çend daxwazên xwe yên maqûl û esasî li hev nekin û hêzên xwe nekin yek, ev 6 partiyên opozîsyonê bêne ser desthilatê jî, mixabin em ê dîsa nikaribin tiştekî bi dest bixin.”

Amaje bi wê jî kir: “Ew partiyên opozîsyonê yên dibêjin ku divê pirsa Kurdî di binê parlamentoyê de bê çareserkirin, axaftina Kurdî tê de tê qedexekirin. CHP heta niha negotiye ku zimanê Kurdî dê bibe zimanê perwerdeyê û hebûna Kurdan di destûrê de were qebûlkirin.”

Ozçelîk got: “Em wek Partiya Azadiya Kurdistanê pir bi zelalî dibêjin, çi partiyên desthilatê û çi yên opozîsyonê, hûn ê çawa pirsa me çareser bikin? Hûnê zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdeyê?! Hûn ê nasnameya Kurdî di destûrê de qebûl bikin?! Eger ziman û nasnameya Kurdî li Tirkiyê neyê qebûlkirin, dê pêşketin li Tirkiyê rû bide?!.”

Ozçelîk tekez kir: “98 sal in Kurdan li Tirkiyê bi sedharan bedel dane û bi milyonan koçber bûne û hîn jî zimanê me qedexe ye, ji ber ku em ne yekgirtî ne û em ne yekalî ne. Divê em xwe nexin talda û siya ti aliyekî din, divê em alî bin. Em îro wek Partiya Azadiya Kurdistanê banga me ji hemû partî, sazî û kesayetên Kurdî re ew e, em li ser çend daxwazên xwe di bernameyekê de li hev bikin û bibin aliyê Kurdan.”

Li ser sedema pêknehatina yekrêziya Kurdî li Bakurê Kurdistanê de, Serokê PAKê got: “Mixabin di warê hişmendiya Kurdewariyê de, aliyek heye siyaseteke şaş dimeşîne. HDP îro 5-6 milyon dengên Kurdan werdigire, lê xwe wek aliyekî Kurdan nade nasîn. Ew dibêje ez aliyekî Tirkî me.”

Çavkaniya Nûçeyê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin