Özçelik: Bexda ji ber fişarên nîvdewletî keftiye tengaviyê

Özçelik: Bexda ji ber fişarên nîvdewletî keftiye tengaviyê

Serokê Giştî yê PAKê Mustefa Ozcelîk ji kdp.info yê re axaft: Bexda ji ber fişarên nîvdewletî keftiye tengaviyê. Beşek ji daxuyanîya Mustafa Özçelik di kdp.info de hate belav kirin.Em daxuyanîya Mustafa Özçelik gişî pêşkêşî we dikin.

A+A-

Serokê Giştî yê PAKê Mustefa Ozcelîk ji KDP-İNFOyê re axaft:                   "Bexda ji ber fişarên nîvdewletî keftiye tengaviyê"

Helwesta û gemaro û sîyaseta Bexdayê ya li ser Herêma Kurdistanê, nîşana wê yekê ye ku, referandûma serxwebûnê nebûya jî, Bexdayê dê her bi vî rengî tevbigerîya.

Ev kiryarên Bexdayê ne li gorî Destûra Federalî ya Iraqê ye jî.

Berîya referandûmê Emerîka, Brîtanya û dewletên din yên Ewrûpayê ji ber bicîh neanîna Destûra Federalî û bi taybetî jî di bicih neanîna maddeya 140î û hewcedarîyên destûrê de , li himberî Bexdayê gelek sist bûn.Vê yekê jî cesaret dida Bexdayê ku, destûrê zêdetir binpê bike, tune bihesibîne.

Heger em vegerin ser sebeba reefrandûma serxwebûnê emê bibînin sebeba esasî bicîh neanîna Destûra Federalî ya Iraqê ye. Bexdayê Herêma Kurdistanê weke şirîkê xwe nedihesiband û destûr bicîh nedianî. Ji ber wê jî ji xeynî referandûmê li ber Kurdan tu rê nemabû.

Referandûma serxwebûnê bi beşdarîya li %72 û bi Erêya ji %93yê gelê Kurdistanê , bi awayekî meşrû, demokratîk îradeya serxwebûnê nîşan da. Ev îradeya beyana yekitîya netewî ya gelê Kurdistanê ye, berxwedan û serîhildana li himberî hemû zext û fîşarên navxweyî û derekî ye, beyana daxwaza serxwebûnê ye.

Bi referandûmê niyeta Bexdayê ya veşartî ku dixwaze destkeftîyên Federe yên Herêma Kurdistanê bi giştî ji holê rake, jî derkete rû, aşkere bû.

Bi encamên referandûmê Herêma Kurdistanê îro bûye xwedîyê du kilîdên girîng .

Kilîda yekem kilîda serxwebûnê ye; ev her weha tapûyeke ku tu kes dê nikaribe tune bihesibînê, tune bike, hilweşîne.

Kilîda duwem jî ew e ku, êdî Emerîka û dewletên Ewrûpa bi awayekî şidiyayî daxwazê li Bexdayê dikin ku hewcedarîyên Destûra Federal a Iraqê, madeya 140î bicîh bîne. Nuha Bexda bi fîşara navnetewî ketîye tengasîyê. Ango ew dewletên ku çavên xwe ji bicîh neanîna Destûra Iraqê re digirtin, îro fîşarê datînin ser Bexdayê û cîh li wê teng kirine. Di eslê xwe de ev jî kilîdeke dîtir e.

Bexda divê destûra Federalî bicîh bîne. Li gel fîşarên nevnetewî Bexda heger hewcedarîyên Destûra Federal bicîh neyne, dê rê ji bikaranîna kilîda serxwebûnê xweştir bike.Ev herdu klîd jî destê Kurdan xurtir dikin.

Lê mixabin li gel van herdu kilîdên dîrokî, ew birîna navxweyî, dest û lingên Kurdan girê dide. Ew birîna ku rê ji dagir kirina Kerkûkê re vekir, destê Kurdan lawaz dike.Ew birîna, encama lawazîya hişmendîya netewî ye, encama lawazîya hişmendîya dewletbûnê ye, encama berjewendîyên şexsî, malbatî û grûbî ye.

Dewletên cîhanê di meseleya referandûmê de li dijî kurdan helwest girtin. Piştî îradeya meşrû û demokratîk ya serxwebûnê ji referandûmê derket, helwesta Emerîka û Brîtanya ya li himberî Kurdan negatîftir bû. Referandûm weke ne meşrû binav kirin û çavên xwe ji dagir kirina Kerkûkê re girtin. Lê piştî hêzên pêşmerge li Pirdê û li çend cîhên din berxwedaneke bêhempa nîşan dan û planên Bexdayê yên tune kirina Herêma Federe ya Kurdistanê têk birin, helwesta Emerîka û dewletên Ewrûpa hate guhertin.

Îro tu rê li ber dewletên cîhanê jî nemaye: Yan dê ji bo têkbirina Herêma Kurdistanê piştgirîya Bexdayê , Heşdî Şahbî û Îranê bikin; yan jî dê ji bo bicîh anîna Destûra Federal a Iraqê bi biryardarî fîşaran li ser Bexdayê zêdetir bikin. Cîh li Bexdayê jî teng bûye. Ev yeka jî destê kurdan xurtir dike.

Lê Kurd ne yekrêz bin, ev birîna ku bi xincera jahrî di dilê Kurdan de vebûye heger neyê pêçan û alandin, neyê rohnî kirin dê Kurd nikaribin feydê ji van firsendan wergirin. Kurd ji ber vê bêtifaqîyê, ji ber vê helwesta ku ji hişmendîya netewî dûr, bi demkî jî be, ji ber derîyê serxwebûnê vegerîyan. Ji bo şerê navxweyî dernekeve, ji bo Kurdistan nebe du beşan hesasîyeteke mezin tê nîşandan û ev helwesteke raste jî; lê li alîyê din jî birîneke ku xwîn jê diherike heye. Ka ev birîn dê çawa bê pêçan, mixabin ev jî derdekî din e.

Herweha pirs û pirsgirêk ne bi xincera jahrî tenê ve girêdayî ye. Di meseleya dagir kirina Kerkûkê de, berîya wê û piştî wê, gelek pirsên bê bersîv mane hene.Çima rewş gîha vê astê? Divê bi awayekî ku gelê Kurdistanê qani bibe, bersîv û agahdarîyên maqûl û tetmînkar bêne dayin.Tecrubeya 26 salan ya Herêma Kurdistanê divê ji nû ve bê nirxandin da ku, hişmendîya dewletbûnê, hişmendîya netewî bibe esasê ava kirina pêşeroja Kurdistanê.
10.01.2018

Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê

 

KDP.İNFO:

http://www.kdp.info/a/d.aspx?s=040000&l=13&a=106123

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin