Ozçelîk Beşdarî Bernameya Zindî ya Kurdistan TVyê Bû

Ozçelîk Beşdarî Bernameya Zindî ya Kurdistan TVyê Bû

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk êvara 14.10.2019an li Studyoya Hewlêrê beşdarî bernameya DÎVÇÛN a zindî ya Kurdistan TVyê bû.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk êvara 14.10.2019an li Studyoya Hewlêrê beşdarî bernameya DÎVÇÛN a zindî ya Kurdistan TVyê bû.

 

Di bernameyê de Ozçelîkî balkişand ser Rojavayê Kurdistanê û xeterêya gelê Kurd û daxwaza rawestandina êrîşa Tirkîyê kir. Li ser rêkeftina rejîma Sûrîyê û QSDê jî Ozçelîkî got: “Dewleta Tirkîyê dixwaze li gorî bernameya xwe bimeşe lê ew ê çawa be hêj nedîyar e. Lihevhatina HSD û Şamê dê rê li ber êrîşan bigire.”

Di berdawamîya axaftina xwe de Ozçelîkî got:

“Dewleta Tirkîye bi çi armancê ev êrîş dest pe kirîye? Bi zelalî serokomarê Tirkîyê Erdogan ev anî ziman. Ew xeletîya ku berê me li bakurê Iraqê kirîye, em ê bakurê Sûrîyê dubare nekin. Ango, li başurê Kurdistanê desthilatek heye, statuyek heye, Erdogan dibêje, me xeletî kir ku me rê li ber vê negirt û dewletek ava bû, lê em ê nehêlin li Rojavayê Kurdistanê tiştek çêbe. Êrîşa Tirkîyê esasê wê ev e.”

Ozçelîk di derheqê partîyên Rojavayê Kurdistanê jî got ku ev 6 roj in êrîşa Tirkiyê dewam dike û partîyen Rojavayê Kurdistanê hêj nehatine cem hev, rêyekî çareserîyê amade nekirine. Ozçelîk got “me gelek caran bangî YPG û TEV-DEMê kir ku mutabaqatên Hewlêr û Dihokê bicih bînîn. Qedera Rojavayê di van mutabaqatan de ye. Divê partîyên Rojavayê Kurdistanê bihatina cem hev, mutabaqata Hewlêr û Dihokê rêveberîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, îdarî pêk bianîna.”

Ozçelîkî di berdawamiya axaftina xwe ya bernameya DÎVÇÛNê de qala netewên Ewropî, Emerîka, Rusyayê jî kir û daxwaza banga rawestandina êrîşan ji van netewan xwest.

Hûn dikarin li ser vê lînkê bernameya DÎVÇÛNê temaşe bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin