• Diyarbakır 26 °C
  • Batman 22 °C
  • Hakkari 16 °C
  • Şırnak 22 °C
  • Ağrı 22 °C

Oxir be JÎNDARê delal !

Oxir be JÎNDARê delal !
Oxir be JÎNDARê delal !

Leyla Yesil

Dema tu hatî dunyayê, hatina te kêfa herî mezin dabû me, ez cara yekem bûbûm 'Met' û min hatina te pîroz kiribû. Lê, çûndina te êşa bê sînor kirîye dilê me û naxwazim bêyî tunebûna te bifikirim.

Hê berbanga sibê bû,  rojê nuh çavê xwe vekiribû dema ku te ji jîyana xwe ya kin xatir xwest û te çavên xwe yên reş ebedî girt. Pir zû bû berxikê bavê min, mirinê çawa qêmîşî te kir?

Lê, hezar mixabin rast bû… rojê berê xwe guhart, esman tarî bû, kanî çikîyan, çivîk bê deng man, gul û çîçekan sitûyên xwe xwar kiribûn…  Axê şerm dikir ku te hembêz bike…gotin qediyabûn.

Jindar,  bê ku tu xatiran ji me bixwazî tu çûyî, em ê çawa ji te ra bibêjin oxir be? 

Em ê te tu carî ji bîr nekin! Ew bişirîna te ya şêrin, ew ruyê te yê bi ken ji ber çavên min naçe!

Te dilê me peritand !

Hatin girtin ew çavên te yên reş, pir heyf bû !

Pir heyf!  Hezar mixabin!  Gotin têr nakin, çiqas bibêjim berîkirina te!

Jîndarê delal!!!

Her du çavên te radimîsim û di nav kûrayîya dilê xwe da ciyekî rengîn vediqetînim ji bo te.

Oxir be dilê metê, OXIR BE!

jindar.png

 

 

Ev nûçe 1925 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
Şîrove
    Nûçeyên din
  • Berx, karik û fêylesofên xewnekê...14 Tîrmeh 2017 În 18:00
  • "Çil sal xebat di rêya azadîyê de”12 Tîrmeh 2017 Çarşem 14:28
  • Êlih: Her nîv saetê carek xwe dixe sarincokê04 Tîrmeh 2017 Sêşem 22:51
  • Tu bûyî bilbil û vegeriyayî nav me13 Hezîran 2017 Sêşem 13:41
  • Kurdistan: Ceneta ser rûyê erdê25 Gulan 2017 Pêncşem 14:13
  • Rojbûna Te Pîroz Be Kurê Min!23 Gulan 2017 Sêşem 14:52
  • Finlandîya: Rismê Alan Kurdî li ser pereyê hesinî03 Gulan 2017 Çarşem 00:45
  • Tenêbûn! Bêkesbûn! Bênavbûn!29 Nîsan 2017 Şemî 00:24
  • Seqetêkî Dîyarbekirî 15 kitêb nivîsandîye!24 Nîsan 2017 Duşem 23:58
  • Stockholm: Hêlîn Burkay dihê bibîranîn21 Nîsan 2017 În 21:05