Oxir be, adieu, good-bye lawkê paganî

Oxir be, adieu, good-bye lawkê paganî

Te da rê, gava tu hatî serê Sola û te Culemêrg dît, tu mat mayî û tu recifî...

A+A-

Ahmed Zîrek

Belê belê ez benî,

Birûsk, îro çûme mala te ya Parîsa kambax, li ser qoltixên te yên reş min biçekê xwe dirêj kir û min xewnek dît, vêca heku Culemêgi dibêjin ”bû te bêjim...”

Tu digehiştî gelîyê Zê û te hemû cil û bergên xwe diavêtin avê...

PIŞTÎ HINGÊ

Tu dihatî bin sûlava Kehê û te serê xwe dişûşt û te laş û mejîye xwe ji kul û derdên mişextîyê paqij dikir...

PIŞTÎ HINGÊ

Te şel û şepikên Tîyarî ber xwe dikir û cemedanî wekî Giravîyan girêdida û reşikên xwe pê xwe dikir û kerikê xwe te diavête ser milên xwe...

PIŞTÎ HINGÊ

Tu gehiştî dêra Helêlê, li gel qeşe di tasekê da meya ku ji dîrîyê gundê Dizê hatîye çêkirin we vexwar...

PIŞTÎ HINGÊ

Te da rê, gava tu hatî serê Sola û te Culemêrg dît, tu mat mayî û tu recifî...

PIŞTÎ HINGÊ 

Te berê xwe da taxa bajêrî, te berikek bi dîwarê Tirbeya Gulereşê zeliqand û te daxwaz û hêvîya xwe kir : Ya Gulereşê mezin, me di zarokatîya xwe da ji te dixwast ku tu me bigehînî evîndarîyên xwe, lê vê carê ez hîvîya ji te dikim, tu min bigehînî ax û welat û dewleta min ya bê nav...

PIŞTÎ HINGÊ 

Te berê xwe da Medreseya Meydanê û te digote Ehmedê Xanî: Seydayê min, em nevîyên te, nevîçirkên te, neviçirçirkên te, me hêj xeyalên te neanîne cih û em hê jî di bin zilma rom û ereb û farisan da ne û em hê jî bê dewlet in, bê dewlet in û bê dewletinnnnnnnnn...

PIŞTÎ HINGÊ 

Tu çûy li ser Qeleha Mîran, Cembelî bi berikên gulgever, herkî, gulşivan, şamarî gulsarya û kesneker xemilandîbû, we li gel çaya qaçax, hingivînê şemzînan tahm dikir û heta spêdê we behsa evîndarîyên li ser vê axa pîroz û qedim dikir...

PIŞTÎ HINGÊ 

Spêdê te li ser kanîya Mexitaran ser û çavên xwe bi ava cemidi dişûşt. Zarok tinê hişyar bûbûn û xwe xemilandibûn te jî xemîrok belav dikirin...

PIŞTÎ HINGÊ 

Te xwe hilkêşa zozanên Berçelanê, heta êvarê te bi dengê zelal yê berîvanan li gel sosin û beybûnan govend girt... 

PIŞTÎ HINGÊ 

Te kepenê şivanan avête ser milên xwe û berê xwe da avabûna tavê, pişt çîyayê Simbil... 

PIŞTÎ HINGÊ 

Dinya tarî bû, melayiketek ji dêra Koçanisê hate nik te û got: ez benî dema te ya xewa dûr û kûr hatîye, daxwaza te ya dumahikê çî ye ? Te jî got: ez dixwazim bifirim. Melayiketî jî tu bi aleke kesk û sor û zer a ku nivekê da tavek heye tu pêçayî û got: kerem ke ez benî... 

PIŞTÎ HINGÊ 

Gava te dest bi firyanê kir tava li ser ala te ronahîyeke wesa da ku êdi li vê dinyayê ne hidûd, ne ol, ne passeport, ne huwwîyet, ne mişextî, ne bîyanîtî, bi kurt û kirmancî tiştek nema...

PIŞTÎ HINGÊ 

Mehmûd û Gurgîn li zîla derîyê te xist û ez hişyar bûm. Min ji gotê, dê kerem kin mala Bîrûsk ya bê Ferhado...

PIŞTÎ HINGÊ 

Qet mereqê neke, hindî em li vê dinyayê bê ax bin, bê welat bin û bê dewlet bin, cihê te yê ji me rehettir û xweştir e...

PIŞTÎ HINGÊ

Kuro dê here xwelîse… tu jî, te çu caran yarîyêt wehesan nedikirin, ca welleh te hetika me bir...

PIŞTÎ HINGÊ

Oxir be, adieu, good-bye lawkê paganî..

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
2 Yorum