Otomobîlek ket Bendava Derbendîxanê: Dayik û kur xeniqîn

Otomobîlek ket Bendava Derbendîxanê: Dayik û kur xeniqîn

Otomobîlek kete Bendava Derbendîxanê û di encam de dayik û kurê wê xeniqîn.

A+A-

Rêveberê Polîsê Hatinçûnê li Derbendîxanê Rêjen Burhan aşkere kir ku li ser rêya Şemêran li nêzikî navçeya geştyarî Ban Qoyn, otomobîlek ketiye nav bendavê û du kesên di otomobîlê de xeniqîne.


 

Rêveberê Pizîşkiya Dadî li Derbendîxanê Dr. Şêrko Sabir, ragihand ku ew kesên ku di otomobîlê de bûn, dayik û kurê wê bûne.


 

Hat zanîn ku ew dayik sala 1957an ji dayik bûye û kurê wê jî sala 1980an ji dayik bûye û şêniyên Taxa Ûlûbey a Silêmaniyê ne.


 

Derbarê sedema rûdana wê bûyerê de jî Bûrhan got ku dibe, ajokar kontrol ji dest dabe û ji ber hindê otomobîl ketibe nav bendavê.


 

Bajarokê Derbendîxan, ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin