Osman Özçelik: Biratî an Yeksanî

Osman Özçelik: Biratî an Yeksanî

Em naxwazin hûn ji me re bibêjin, “birayên me yên kurd.” Em naxwazin bi we re bibin bira.

A+A-

 

Osman Özçelik

Em naxwazin hûn ji me re bibêjin, “birayên me yên kurd.” Em naxwazin bi we re bibin bira. 

Na.  Em naxwazin!..

Çimkî em ji biratîya we ditirsin.

Kengî we behsa “biratîyê” kirîye, we tofanek li ser serê me gerandîye. Ji ber wê ye ku em biratîya we naxwazin. 

Em wekhevîya we jî naxwazin. 

Ji xwe em ne wek we ne û me navê ku em wek we bin. 

Heke em ê bi hevre bijîn, divê em “yeksan” bin. An na her kes li mala xwe…

Tecrubeyên me yên dîrokî hene.

Padîşahên we, ew “Ced” ên ku hûn her dem dibêjin em bi wan serfiraz in, di şerên li ser textê Împeratorîyê, birayên xwe yên rastîn û heta kurên xwe yên ji xwîna xwe, çawa qetil kirine, em pê dizanin. 

Em ji we hêvî û rica dikin, êdî ji me re behsa biratîyê nekin. 

Soz! Êdî em jî nema behsa biratîyê dikin.

Heta Kengî?

Heta em bibin yeksan… Heta em azad bin. 

Heta “wê rojê” em wek cîranan bimînin baştir e.

Hûn van rêzikên li jêr bixwînin, hûn ê têbigêhên ku çima em ewqasî ji biratîya we ditirsin.

Fermo kirinên cedên xwe bibînin.

OSMAN BEY (1298-1326) : Avakarê Împeratorîya Osmanî. Apê xwe Dündar Bey da kuştin.

1.MURAT (1359-1389) : Bi navê Murat Hüdavendigar tê naskirin. Bi serkeftina şerên Sırpsındığı û Kosova, navdar e. Birayên xwe Halil û İbrahim da kuştin, paşê jî kurê xwe Savcı Bey da kuştin.

1.BAYEZİT (1389-1402) : Navê wî yê din, Yıldırım Bayezit e. Bi serkeftina şerê xwe yê Niğbolu tê naskirin. Yakupê birayê xwe da kuştin.

1.MEHMET (1402-1421) : Padişahê ku Şeyh Bedrettin kuştibû ev e. Birayê xwe İsa Çelebi da kuştin.

II.MURAT (1421-1451) : Wek qehremanê Şerê Varnayê û Şerê Duyemîn ê Kosovayê tê nasîn. Birayê xwe Mustafa da kuştin.

II. MEHMET (1451-1481) : Fatih Sultan Mehmet. Stenbol ji destê Bîzansîyan girt. Fatihê Stenbolê. Birayê xwe Ahmet (yê 2 salî) û du sadirezamên (serokwezîr) xwe; Sadirazem Çandarlı Halil Paşa û Sadirezam Mahmut Paşa da kuştin.

II.BAYEZİT (1481-1512) : Kurê Fatih Sultan Mehmet. Ji bo seltanatê bi birayê xwe Cem Sultan re şer kir ew têk bir û sirgûnî girava Rodosê kir. (13 sal) Vezirê xwe Gedik Ahmet Paşa da kuştın.

Ew bi xwe jî bi destê kurê xwe Yavuz Sultan Selim ve hat kuştin.

1.SELİM (1512-1520) : Yavuz Sultan Selim. Wek fatihê Misrê tê naskirin. Textê xelîfetîyê ji Misrê anîye Stenbolê. Bi şerên Mercidabık û Ridanîye tê nasîn. Berîya sefera Şerê Çaldıranê, 30 hezar kurdên elewî kuşt. Bavê xwe (II. Bayezit) û 3 birazîyên xwe kuşt, paşê yeko yeko 3 wezîrên xwe da kuştin.

SÜLEYMAN (1520-1566) : Kanuni Sultan Süleyman, an Muhteşem Süleyman. Du kurên xwe û zarokên wan (nevîyên xwe) paşê jî, wezîrên xwe Makbul İbrahim Paşa û Kara Ahmet paşa da kuştin.

III. MURAD (1574-1595) : Bavê 110 zarokan bûye. 5 birayên xwe daye kuştin.

III. MEHMET (1595-1605) : Rekora kuştina birayan di destê vî padîşahî de ye. 19 bira û kurekî xwe kuştîye. Wezîrê xwe Tırnakçı Hasan Paşa daye kuştin.

1.AHMET (1603-1617) : Padîşahê ku “Sultanahmet Camisi” daye çêkirin. Ji bo Serhildanên Celalîyan bitefîne, bi destê Kuyucu Murat Paşa, li Kurdistanê serê 30 hezar kurd jê kir û cendekên wan avêtin bîran.

II.OSMAN (1618-1622) : Bi navê Genc Osman tê nasîn. Padîşahê herî bêsiûd û bextreşê Osmanîyan e. Wî jî birayekî xwe daye kuştin. Yeniçerîyan (Leşkerên Osmanî) Genc Osman ji Qesra Dolmabahçeyê kaş kirin anîn Bab-ı Ali ya navenda payîtext. (niha Cağaloğlu) Li ber çavên girseya bi hezaran kesan, padîşahê xwe şilfî tazî kirin, paşê derpîyê wî danîn û tecawizî wî kirin. Li wir kuştin.

IV.MURAD (1622-1639) : Di 11 salîya xwe de derket ser textê Împeratorîyê. Tûtin û kişandina cixarê derbend (qedexe) kir. Kesên ku ev biryara wî binpê kirin, hatin îdamkirin.

3 Bira û 6 sadirezamên xwe; Mere Hüseyin, Kemankeş Kara Ali, Gürcü Mehmet, Boşnak Hüsrev, Topal Recep, Taban Yassı Memed, dan kuştin.

İBRAHİM (1639-1648) : Ev padîşahê Osmanî yekî dîn bû. Ji xwe di dîroka Osmanîyan de navê wî wek Deli İbrahim derbas dibe. Ji masîyan hez dikir. Bi kulman zêr diavêt ber masîyên di behrê de. 

Bi darbeyekê ji ser text anîn xwarê û ew kuştin.

IV. MEHMET (1648-1687) :  Ji nêçîrê hez dikir navê wî wek Avcı Mehmet (Mehmetê Nêçîrvan) danîbûn. Gava derket ser textê Împeratorîya Osmanî 5 salî bû. Kösem Sultan da kuştin û sadirezamê xwe yê navdar Merzifonlu Kara Mustafa Paşa idam kir.

II.AHMET (1691-1695) : Heta 48 salîya xwe di zindanên Osmanî de ma. Paşê bû padîşah, çar salan li ser text ma. Wî jî sadirezamê xwe Arabacı Ali Paşa da kuştin

II.MUSTAFA (1695-1703) : Şeyhülislam Feyzullah da kuştin.

III. AHMET (1703-1730) : Padîşahê Lale Devri ye. Bêhejmar welatîyên xwe da kuştin. Şehzade İbrahim û sadirezamên xwe; Hoca İbrahim Paşa, Damat İbrahim Paşa, Çorlulu Ali Paşa, Yusuf Paşa, Süleyman Paşa da kuştin. Bi Serhildana Patrona Halil Paşa ji ser text hat xwarê. 

III. MUSTAFA (1757-1774) : Li gor “fala stêrkan” Împeratorî birêve dibir. Tenê 2 sadirezamên xwe kuşt.

III. SELİM (1789-1807) : Nayê zanîn ku wî çend kes kuştine belê ew bi xwe bi destê IV. Mustafa hat kuştin.

IV.MUSTAFA (1807-1808) : Ji bilî kuştina III. Selim, emrê wî yê padîşahîyê têra kuştinan nekir. Alemdar Mustafa Paşa ew ji ser text anî xwarê. Birayê wî II. Mahmut ew kuşt.

II.MAHMUT (1808-1839) : Birayê xwe IV. Mustafa kuşt û derket ser text. Ji bo “Pergala Yeniçerîtîyê” ji holê rake, 140 hezar leşker û sivîl kuşt.

VI.MEHMET (Vahdettin1918-1922) : Padîşahê 36. ê Osmanî ye.  Padîşahê 14. ê ku bi darê zorê ji ser text anîne xwarê ye. 

Cedê we di serdema komarê de çi kirine, çi nekirine em ê di nivîseke din de behs bikin.

Ji min re “Ced”ê xwe bêje, ez bêjim te “tu kî yî.”

 Ev nivîs ewil li Nûpelê hatîye weşandin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin