Opozisyona Sûriyê zimanê Kurdî ji nav xwendina dibistanan derxist

Opozisyona Sûriyê zimanê Kurdî ji nav xwendina dibistanan derxist

.

A+A-

Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Demkî ya opozisyona Sûriyê waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê li dibistanên herêma Efrînê derxist.

Li dibistanên herêma Efrînê, li jêr desthilata Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê, Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Demkî waneyên zimanê Kurdî ji nav programên xwendinê li dibistanan derxist.

Di tomareke dengî de ku ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatiye şandin, Rêveberê dibistanekê tekez kir ku êdî zimanê Kurdî bi taybet li bernameyên wanebêjiyê nemane.

Rêveberê ku ji bo sedemên emnî daxwaz kir ku nasnameya wî neyê aşkerekirin, wêneyên bernameyên wanebêjiyê bo Rûdawê şandine û tê de diyar dibe ku li şûna waneya bi zimanê Kurdî hatiye nivîsandin wane bi bijartî dibe.

Derbarê vê pêngavê de, Ednan Mûrad ku 15 salan mamoste bû li Efrînê û çendîn xûlên perwerdeyî kirine, ji Rûdawê re axivî got.

Mamosteyê berê Ednan Mûrad dibêje: “Berê di hefteyê de du dersên zimanê Kurdî hebûn, niha ew jî ji nav bernameyên perwerdeyê derxistine. Bêguman berpirsyarî sereke yê vê tawanê hikûmeta Tirkiyê ye û duyem jî hikûmeta demkî ya opozisyona Sûriyê ye. Niha kirine bijarte lê kes nawêre hilbijêre.”

Ednan Mûrad di serdema Rêveberiya Xweser de jî li Efrînê mamoste bû û ji Rûdawê re behsa ezmûna wê serdemê kir.

Di serdema Rêveberiya Xweser de, li herêma Efrînê, tevahiya qonaxên xwendin û perwerdeyê xurû bi zimanê Kurdî bûn û kar ne bi programên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê  û ne jî yên hikûmeta opozisyonê nedihat kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin