Operasyonên li dijî Sûriyê destpê kir!

Operasyonên li dijî Sûriyê destpê kir!

Hat ragihandin ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di derbarê mudaxaleya Sûriyê de biryar da û got "min emrê êrişê da."

A+A-

09.55 BRÎTANYA BI 4 BALAFIRÊN ŞER ÊN TORNADOYÊ BEŞDARÎ ÊRÎŞÊ BÛ

Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê diyar kir ku ew bi 4 balafirên şer ên Tornadoyê beşdarî operasyona li dijî hedefên çekên kîmyewî yên rejîma Sûriyeyê bûne.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got, "Li gorî demjimêra Brîtanyayê di saet 02.00yan de Hêzên Hewayî yên Qraliyeta Îngilîz bi Amerîka û Fransayê re de

Hat ragihandin ku 4 balafirên şer ên bi modela Tornadoyê ji Baregeha Hewayî ya Akrotiriyê ya li Qibrisê rabûne, beşdarî operasyonê bûne. Herwisa hat gotin ku balafirên Îngiliz baregeheke moşekan a li Humûsê kiriye hedef.

Li gorî çapemeniya Îngiliz balafirên Îngiliz bêyî ku têkevin qada hewayî ya Sûriyeyê êrîşên xwe pêk tînin.

09.40 WEZARETA PARASTINÊ YA RÛSYAYÊ: PERGALA PARASTINÊ YA HEWAYIYA SÛRIYEYÊ 12 MOŞEKÊN KRÛZÊ ÎMHA KIRIN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyand ku pergala parastinê ya hewayiya Sûriyeyê 12 moşekên krûzê yên li dijî balafirxaneya leşkerî ya Dûmayriyê îmha kirin.

09.30 HÎZBÛLLAHÊ ÊRÎŞ ŞERMEZAR KIR

Hîzbûllaha Libnanê êrîşên hewayî yên Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li dijî Sûriyeyê şermezar kir.

Di daxuyaniya Hîzbullahê de hat gotin, "Şerê Amerîka yê li dijî Sûriyeyê, gelê herêmê û tevgera berxwedanê wê negihêje armanca xwe."

09.10. BANGEWAZÎ JI NY

Sekretê Giştî yê NY Antonio Guterres li ser êrîşa Amerîka, Brîtanya û Fransayê ya li dijî Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û diyar kir divê li gorî hiqûqa navdewletî tevbigerin û ji çalakiyên ku dê aloziyê gur bikin, dûr bisekinin.

Guterres anî ziman ku ew vê êrîşê ji nêz ve dişopînin û got, gava aşitî û ewlehiya navdewletî bibe mijar, divê li gorî Peymana NY û hiqûqa navdewletî tevbigerin.

08: 45 TIRKIYE: EM ÊRIŞA LI DIJÎ SÛRIYEYÊ BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ DIKIN

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser êrişa Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê daxuyanî da û tê de got: "Operasyona li dijî rejima Sûriyeyê bertekeke li cih e. Em operasyonê bi kêfxweşî pêşwazî dikin."

08: 20 WEZARETA PARASTIN A RÛSYAYÊ: JI 100î ZÊDETIR MOŞEK DI ÊRIŞAN DE HATIN PEKANDIN

Wezareta Parastin a Rûsyayê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji 100î zêdetir moşekên ji hewan berbi erdê ve û krûz di êrişan de hatin pekandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku êriş ji aliyê 2 keştiyên şer ên Amerîkayê ya li Behra Sor, balafirên taktik ên li Behra Spî û balafirên bombardûmanê ji cureya B-1B yên li herêma Tanfê pêk hat.

08: 03 ÎRAN: ENCAMÊN ÊRIŞÊ BO HERÊMÊ HEBIN

Wezareta Karên Derve ya Îranê êrişa bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê şermezar kir û di mijara encamên bo herêmê de hişyar kir.

07: 29 WEZARETA PARASTIN A RÛSYAYÊ: MOŞEKÊN AMERÎKAYÊ NEKETIN HERÊMÊN PARASTINA HEWAYÎ YÊN RÛSÎ'

Wezareta Parastin a Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, ti moşekên ji aliyê Amerîkayê û hevalbendê wê ve hatine avêtin, neketin Tartûs û Hmeymîm jî di nav de herêmên parastina hewayî yên rûsî lê hatine bicihkirin.

07: 23 SEKRETERÊ NATOYÊ: EZ PİŞTGİRİYA VÊ ÊRİŞÊ DİKİM

Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg di derbarê êrişa bi pêşengiya Amerîkayê ya li dijî Sûriyeyê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku "Ez piştgiriya êrişa Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ya li dijî Sûriyeyê dikim. Ev gav, êrişên çekên kimyewî ya li dijî gele Sûriyeyê ya rejime dê kêmtir bike."

07:05 WEZARETA KARÊN DERVE YA RÛSYAYÊ: ÊRIŞ DI DEMEKÊ ŞESÊ KU DI PÊŞEROJA SÛRIYEYÊ DE AŞTÎ HATIBÛ BIDESTXISTIN, HAT

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di derbarê êrişa li dijî Sûriyeyê de daxuyanî da û tê de diyar kir ku, "Şam di demeke ku aştî bi dest xist rastî êrişê hat.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê derbarê mijarê de daxuyanî da û ev tişt gotin: "Gelê Sûriyeyê berî rastî Bihara Ereban, piştre DAIŞê û niha jî rastî rastî moşekên Amerîkayê hatin. Paytexta welatekê ku bi salan li dijî êrişên terorî li ser xwe ma, rastî êrişê hat."

Zaxarova destnîşan kir ku vîdyo û wêneyên ku di dezgehên çapameniyê û li ser înternetê hatin belavkirin, bandorê lê biryara êrişê ya Qesra Spî kir. Herwiha Zaxarova eşkere kir ku îdiayên labaratuarên çekên biyolojik, şiband "15 sal berê Qesra Spî şişekî û wezîrê karên derve bikar anî." Niha jî Washington li şûna şîşeyê çapameniyê bikar anî.

05:47 ‘BALYOZÊ RÛSÎ: EV ÊRÎŞ BÊ ENCAM NAMÎNE'

Balyozê Rûsyayê yê li Amerîkayê Anatoliy Antonov destnîşan kir ku: Ev êrîşa ku di bin hevpeymaniya Amerîkayê de li ser Sûriyeyê tê kirin bê encam namîne. Tiştên ku em pê bifikar bûn qewimîn, hişyariyên me li wan kir guh nedanê. Me ji wan re got ku ev êrîşana bêencam namînin. Berpirsiyariya vê bûyerê di stuyê Amerîka, Fransa û Brîtanya de ye.

05:40 ‘SANA: AMERÎKA LI HUMSÊ LI ÇEND BAREGEHÊN LEŞKERÎ XIST'

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA ragihand ku hêzên Amerîkayê li deverên Humsê çend baregehên leşkerî kirin armanc.

05.15 ‘PENTAGON: ÊRÎŞ JI BO CAREK TENÊ YE'
Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattis destnîşan kir ku "êrşa li ser Sûriyê ji bo carek tenê ye, lo gorî êrîşa sala par me du qat zêdetir çek bikar anîn. Me armancan bi hesasiyet bijartin, ez dikarim bibêjim ku êrîşeke giran e."

05.04 RÛSYA: ‘AMERÎKA HEMÛ KURALÊN NAVNETEWEYÎ IHLAL KIRIN' 
Serokê Komîteya Parastinê yê Parlementoya Dûmayê Aleksandr Şerin ragihand ku: "Amerîka bi êrişa xwe ya li ser Sûriyê hemû qaîdeyên navneteweyî binpê kir û Rûsya vê wek tegerekê êrişkar dibîne."

04:58 ‘BALEFİRÊN ŞER YÊN BRÎTANYAYÊ LI HUMSÊ LI BAREGEHÊN LEŞKERÎ XISTIN'
Artêşa Brîtanyayê ragihand ku balefirên şer yên Brîtanyayê li nêzê Humsê li baleregehên leşkerî yên Rejîma Sûrê xistine.

04:40 'MACRON: EM DESTÛR NADIN KU BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEVÎ NORMALÎZE BIBE’

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron anî ziman ku "em musade nakin ku li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyevî normalîze bibe."

04:30 ‘MAY: JI BILÎ BIKARNÎNA HÊZ TU ALTERNATÎFEKÊ NEMA'

Piştî daxuyaniya Donald Trump ku gotibû ‘min emrê êrişê da' Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May anî ziman ku "li hember Sûriyê ji bilê bikaranîna hêz alternatîfekê din nîne."

Donald Trump di daxuyaniya xwe da anî ziman ku "min ji bo Sûriyê emrê êrişê da."

Ji daxuyaniya Trump çend xal:

  • Min emrê Êrişê da, operasyon dest pê kirin.
  • Îro Amerîka, Fransa û Brîtanya bi awayek xwedî heq li hember vê wahşetê qeweta xwe kirin yek.

'ÊRÎŞ DEST PÊ KIRIN'

Hat ragihandin ku li deverê Şamê êriş dest pê kirine û dengê teqînan tên. Sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê hatine aktîfkirin. li sermedyaya civakî vîdeo hatin parvekirin. Vîdeo didin nîşan ku sîstemên Rûsya yên parastinê li hember moşekên Tomahawk moşekan davêjin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin