Operasyona rizgarkirina Musulê dest pê kir!

Operasyona rizgarkirina Musulê dest pê kir!

Operasyona Mûsilê îro (17.10.2016) saet 06.00ê sibê bi topbarankirina pêgehên DAIŞê yên li naverast û dora bajarê Musilê, dest pê kir.

A+A-

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ku pêvajoya kontrolkirina Mûsilê nêzîkê demjimêr 06:00ê sibê dest pê kiriye. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ev operasyon bi rêkeftina hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê tê lidarxistin.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Herêma Kurdistanê ragihand ku ji 3 eniyan ve 4 hezar pêşmergeyan dest bi kontrolkirina gundên derdora Xazirê kirine. Firokeyên hevpeymanan jî ji esmanan ve piştgiriyê didin operasyonê.

Sererkanê Hêzên Pêşmerge Cemal Êmînkî behsa giringiya bajarê Mûsilê ji mîkrofonê Rudawê re kir û got: “Mûsil paytexta terorîstên DAIŞê ye. Lewma şerê vê derê dê pir giran be.” Cemal Êmînkî diyar kir ku çekdarên DAIŞê yên li Tîkrît, Ramadî û Geyareyê jî revîne hatine Mûsilê û lewma nêzîkê 10 heta 15 hezar çekdarên vê rêxistinê hene.

Fermandarê Hêza Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî jî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, serpereştiya operasyona Mûsilê dike. Ezîz Weysî ji Rûdawê re got: “Em li hêviyê ne ku plana me bi serbikeve. Ferman û plana operasyonê ji aliyê cenabê Serok Barzanî ve hatiye danîn.” Weysî diyar kir ku ew bixwe jî dê li eniya Xazirê beşdarê operasyonê bibe û navçeyên ji wan re hatine diyarkirin, kontrol bikin.

Nûçeyên pêşî yên şer gihîştin tora medaya dinyayê ku bi sedan rojnamevan di sengera şer de çavdêriyê dikin

-Li eniya Xazirê du otomobîlên DAIŞê yên bombebarkirî hatine têkbirin ku dixwestin xwe di nava pêşmergeyan de biteqînin.

-Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê gundê Besexreyê li Eniya Xanzir kontrol kir û her du gundên Şêx Emîr û Bedeneya Mezin jî dorpêç kirine.

 -Peyamnêrê Rûdawê li Eniya Xanzirê Senger Ebdurehman ragihand, Hêzên Pêşmerge tevahiya gundê Besexreyê kontrol kir û pêşveçûna pêşmerge berdewam e.

 -Berpirsê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Mûsilê Helo Pêmciwênî jî got: “Hêzên Pêşmerge bi moraleke bilind pêşdikeve. Plan bi serkeftî tê bicîkirin û gundê Bedeneya Mezin bi temamî hatiye dorpêçkirin.”

Duwemîn bajarê mezin ê Iraqê Mûsil, ji destpêka Hezîrana 2014ê ve di bin kontrola DAIŞê de ye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin