• Diyarbakır 1 °C
  • Batman 2 °C
  • Hakkari 4 °C
  • Şırnak 5 °C
  • Ağrı 0 °C

Operasyona Mûsilê û hêvîya Kurdan

Mahmûd Kilinc

 

Piştê amedekarîyek dûr û dirêj operasyona Mûsil'ê dest pê kir, ji başûr ve arteşa Îraq'ê û ji bakur va pêşmerge gav be gav nêzikî ber deriyê bajêr dibin.

Bi ya nûçeyan bi dehan gund ji DAEŞê hatin rizgar kirin.

Wekî têt zanîn, ji sala 2014an va bajarê Mûsil'ê di bin dagirîya DAEŞê da ye, rêxistina terorîst bi dagirkirina Mûsil'ê, hem bi eskerî û aborî, hem jî bi civakî derfetên giranbûha bi destxistibû.

Arteşa Iraqê, di encama valakirina senger, meqer û baregehên xwe da, rêxistina terorîst gellek çek û cebilxane bi dest rêxistibû, daku ewan bi milyar dolarak ji Dewletên Yekbûyî Amerîka hatibûn kirîn û piranî çekên giran bûn.

Di hêla aborî da jî derfetên mezin ketibûn destê rêxistnê, tenê hat gotin ku di bankeyên Mûsil'ê da nêzikî sêsed milyon dolar hebûn û hemû hatibûn destê ser kirin.

Di hêla civakî da dagirîya Mûsil'ê bona rêxistinê bûbû merhaleyek girîng, ji ber ku bi vê merhaleyê li herêmê sosyalojîya xweragirtin bi destxist û pijiqî li deverê belav bû.

Wahşet û belavbûna wê, revîna arteşa Îraqê ku çek û cebilxane ji paş xwe hiştibû, dagirîya gund û bajaran û herweha bikaranîna medyaya civakî û taybetî dîmenên wahşeta wê, psîkolojîya gelên herêmê têk bir, di nava civakê da tirs û xofek fireh rû da.

Devera Mexmûr'ê û parek herêma rojavayê Kurdistan'ê, taybetî devera Kobanî ketin ber vê êrişa hovane, rêxistinê, hem li başûr û hem jî li rojavayê Kurdistan'ê wahşeta ku heta îro mirovahîyê nedîtibû kir.

Waşeta Şingalê, qirkirina Êzdîyan û revandina jin û zarokan, mixabin li ser navê Îslamê di dîrokê da bi rûyekî reş cî girt.

Dijminîya DAEŞê li dijî neteweya Kurd, pir aşkere ye û cîhanê ev wahşet  bi nêzik va dît.

Bi bawerîya min sê sedemên bingehîn yên vê dijminîyê hene; yek, piştê derbeya ewil hat fam kirin ku benda li ber belavbûna rêxistê Kurd in, hêza pêşmerge ye, ewil divêbûya ev rabe, lê pêşmerge û li rojavayê Kurdistan'ê şervanên YPG berxwedanek qehremanî dan, rê li ber belavbûna rêxistina terorîstî girtin, ev bes bû ku rêxistin har bibe.

Dû, bi civakî jî benda li ber belavbûna wê dîsa Kurd bûn,  ji ber ku Kurd civatek sekûler in, di civaka Kurd da rola jinê herdem girîng bû, pêywendiyên civakî û çand vekirîye li demokrasîyê ra, eger tabloyekî neyînî heye ev ji çanda Îslamê têt.

Sê, her çiqas DAEŞ bi durişmên Îslamê derket û li herêmê belav bû jî, bi hêlekê va, amancên wê yên dagirîyê hene, di nav amancên wê da belavbûna çand û jîyana Erebî heye, ango ew nijadperestê Ereb-îslamê ye.

Lê, êdî li ber rojên dawî ye, bi sê hêlan va her demjimêr çember hinekî din teng dibe, li deverên Kurdî ku dikevin bakurê Mûsil'ê, ango deşta Ninowayê pêşmerge gund bi gund ber bi pêşva diçe.

Bi vî avayî, deverên heta îro neketibûn bin desthilata başûrê Kurdistan'ê, di dawîya operasyonê da, dê di nava nexşeya başûrê Kurdistan'ê da cî bigrin.

Bêşik, divê bêt zanîn ku eger pêşmerge nebûya, di vê demê da operasyona Mûsil'ê dest pê nedikir, jixwe heta ku di navbera Hewlêr û Bexda'dê da rêkevtinek nehat îmza kirin operasyonê dest pê nekir.

Ev bona hemû cîhanê selmandina hêza pêşmerge ye, pêşmerge mihwera bakurê zeximdike û ber bi pêşva diçe, dewletên hevpeyman jî dê zanibin ku hebûna pêşmerge di operasyonê da pêkerê herê sereke ye, bona serketinê.

Bêguman, piştê operasyonê hêj girîng e, ji ber ku danistandinên siyasî dê dest pê bikin.

Jixwe, Tirkîyê vê dizane û ji ber vê bona beşdarbûna di operasyonê da bi israr e.

Fêla Tirkîyê ne paqiş e û derûdorên pêywendîdar jî vê rastiyê dizanin.

Dizanin, ku ev xevnên sedsalîya berê dibînin, behsa Mûsil'ê û "peymana millî (mîsakê millî)" dikin.

Peymana Millî ne belgeyekî hiqûkî û navneteweyî ye, kesên behsa wê dikin ji hişmendîya dîrokî bêpar mane.

Ev biryara, an deklerasyona Meclîsê Mebûsan e, ku li ber belavbûna Dewleta Osmanî li Stenbulê civîya bû.

Paşê, M. Kemal bi hevalên xwe va li Enqerê Meclîsek damezrandin, Meclîsê Mebûsan jî belav bû.

Damezrandina meclîsa li Enqerê, bi avakî din derbeyek bû li dijî hikûmeta Stenbulê.

Bi kurtî, ti qîmeta Peymana Millî ji wê rojê va nema ye.

Meseleya Mûsil'ê jî bi rêkevtina di navbera Komara Tirkîyê û Brîtanya'ya Mezin da hat îmza kirin, 25 salan parek ji dahata petrola Mûsil'ê bona Tirkîyê bû, ev jî di sala 1952 an bi dawî hat.

Divê serokkomarê Tirk û hinek Kurd dîrokê baş bixwînin, bi xevnan rêveberî nabe.

Gotina dawî, bi rizgarîya Mûsil'ê nexşeya siyasî ya herêmê dê bêt guhertin, destê hinekan dê xurt, destê hinekên din jî dê lawaz bibe.

Me hêvî heye, ku destê Bizava Azadîxwazîya Kurdistan'ê xurtir bibe.

18.10.2016/Semsûr  

 

  

 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 397 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar