'Operasyona Îdlibê destpê kir'

'Operasyona Îdlibê destpê kir'

Ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragihand ku hêzên girêdayî rejîma Beşar Esad dest bi êrîşên ser Idlibê kirine û topxaneya artêşa Sûriyê, komên cîhadî yên Idlibê topbaran dike.

A+A-

Herwiha Al Masdar Newsê jî ragihand ku operasyoneke berfireh a artêşa Sûriyê bi Idlibê de hatiye destpêkirin û hat gotin, hêzên Esed koma çekdar a Partiya Tirkistana Îslamî kirine armanc.

Hat diyarkirin ku hêzên artêşa Sûriyê ji bilî topbaranê moşekan jî li hemberî wan komên çekdar bikar tîne.

 

(peyamakurd)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin