Omer Seyîd Elî careke din hat hilbijartin

Omer Seyîd Elî careke din hat hilbijartin

Omer Seyîd Elî careke din weke Sekreterê Giştî yê Goranê hat hilbijrtin.

A+A-

Li navenda Tevgera Goranê ya li Silêmaniyê, îro civîna ji bo diyarkirina sekreter û rêveberiyê birêve çû. Di encama dengdana di wê civînê de Omer Seyîd Elî, careke din wek sekreterê Tevgera Goranê hat hilbijartin.

Omer Seyîd Elî, di encama dengdanê de wergirtina 28 dengan, weke Sekreterê Giştî yê Goranê hat hilbijartin.

Herwiha jibilî hilbijartina sekterê giştî, dengdan ji bo endamên rêveberiya wê hizbê jî birêve çû.

Li gor dengdana di civînê de,Ednan Osman, weke Sekreterê Civata Niştimanî, Cemal Hacî Mihemed, wek sekreterê Civata Giştî, Celal Cewher, weke sekreterê Karûbarê Firaksiyonanî, Birzû Mecîd, weke Sekreterê Karûbarê Xelkê û Derbaz Mihemed jî weke Sekreterê Karûbarê Jûreyan hatin hilbijartin.

Omer Seyîd Elî, sala 1945an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bû. Sala 1974an bi awayî aktîf dest bi kar û barên siyasetê kir. Ji ber xebatên siyasî, ji aliyê rejîma Baes ve hat girtin û piştî heyamekê sala 1979an bi lêborîneke giştî ji zîndanê derket.

Elî, sala 1980an weke endamê Encûmena Rêveberiya Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hat hilbijartin û heta 2006an jî li ser vî erkî ma. Omer Seyîd Elî piştî avabûna Tevgera Goranê, dest ji YNKê berda û sala 2009an beşdarî Goranê bû.

Newşîrwan Mistefa û baskekî ji nav YNKê yê reformxwaz, sala 2006an ji YNKê îstîfa kirin û Tevgera Goranê ava kirin. Goan di hilbijartinên 25ê Tîrmeha 2009an bi wergirtina ji sedî 23.75ê dengan û bidestxistina 25 kursiyan li parlamentoya Kurdistanê bû karîgertirîn partiya opozîsyonê li Herêma Kurdistanê. Goranê, di hilbijartinên 2013an de jî serkkeftina xwe berdewam kir û 24 kursî bidest xistin û piştî Partiya Demokrata Kurrdistanê (PDK) bû dûyemîn partî li Kurdistanê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin