Occo Mahabad: DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

Occo Mahabad: DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

.

A+A-

                                                   indir-1.jpg

Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta "Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tigran û gellek hunermendên din ve hatibûn xwendin ya Şikoye Hesen e ku dilê me şa û bextewar dike. Şiko wekî her helbestvanê kurd dildar e nazik e li ber bûyerên civakî dixwaze ji birînan re derman bibe. Şiko bi eşq û sewdayê re xwe dike dergeh, perestgeh, ew dilekî birîndar e bi hesret û kedera yar û warê xwe, peyvên birîndar di dergûşa dilê xwe de kedî û sax dike.

Helbesta wî ya ez jê zehf hez dikim û bi xwendinê re dubare dubare kêfek mezin hildidim helbesta Dilê Bengî ye ku di sala 1963yan de li Lenîngradê hatibû nivîsandin. Şiko di vê helbestê de dilê xwe yê birindar û kesergirtî radixîne li ber kewa xwe ya gozel. Evîn û bêriya dilê xwe yê êşdar, di sing û berên qerqaş de digere ku xwe aş bike.

....... Sîng û berê wê yê qerqaş berfa çiyayê Kurdistanê, Ku nedîtiye evd û îsan di heyamê zivistanê, Bi huba xwe kewa gozel lê kir kibab dil û ceger,

Hişt birîndar, hişt tengezar û tek da wî kul û keser, Birîna wî, ax, ya dil e, ne ya şûra û xencera,

Dermanê wê peyda nabe li tu erda, li tu dera. Heta kewa gozel neyê û dest nede ser birînê, Birîna wî naaxibe û êşa dil nayê birînê.

Şikoyê Hesen di sala 1928an de li gundê Camuşvana biçûk ku girêdayî navçeya Axbarana Ermenistanê ye tê dinyayê. Malbata Şiko piştî şerê cîhana yekemîn ji ber qetliyama dewletê dixwaze xwe xelas bike mecbur dimîne ji Dîgora Qersê koçî Ermenistanê dike. Şiko hê pênc salî ye bavê wî Hesenê Mido dimire. Apê wî Sofî lê xwedî dike.

Şiko piştî xwendina xwe ya seretayî, navîn û ya dawî di sala 1948an de diçe zanîngeha Yêrîvanê beşa ziman û zanistiyê dixwîne. Bi xelaskirina zanîngehê ve di navbera salên 1954 û 1957an de mamostetiya zimanê Ermenkî dike.

Şiko di beşa kurdî ya radyoya Yêrîvanê de dest bi edîtoriyê dike û di navbera salên 1959 û 1961'an de jî karê şêwirmendî û wergêriyê dike. Demekê peywira edîtoriya Radyoya Rewanê dike. Di sala 1961'an de bi sedema perwerdehiyê diçe Leningrad'ê û ser zimannasiyê doktoraya xwe dike. Di sala 1965'an de di Enstîtuya Gelên Asya û Afrîkayê de beşa Kurdolojiyê temam dike.

Helbestên Şiko cara pêşî di rojnameya Zanîngehê de û dûre jî di rojnameya Rêya Teze de tên weşandin û car caran jî li radyoya Kurdî tên xwendin. Şiko dibîne ku dewleta Sovyetê pişta Kurdan digire, her derfetê radixîne pêşî wan, ziman, çand, huner û jiyana Kurdan mezin û bilindtir dike ji ber vê mebestê herdem dibe alîgirê dewleta Sovyetê.

Şairê dildar, qelemhêz, mirovperwer û hestiyar Şikoyê Hesen di sala 1976an de xwe dikuje lê hê jî sedema xwekuştina wî ya rasteqîn nayê zanîn. Gora wî li paytexta Gurcistanê ya bajarê Tîflîsê ye.

Mixabin hinek nivîskarên kurd sedema mirina Şiko girêdayî şert û mercên feqîriye dikin lê ev teoriya spekulatîf, teoriyeke objektîf nine. Hûn ê bêjin ku ew canik û camêran di dema Şiko de jiyane û 24 saetan bi Şiko re geriyane. Em hê teze di derbarê jiyana Şiko de bûne xwedî agahiyan. Mixabin di destê tukesî derheqê vî şairî dildar de agahî û zanînên berfireh tune.

Ka bifikirin Şiko demekê mamostetiyê dike li Radyoya Kurdî û Riya Teze dixebite, bi piştgirî û derfetên dewletê dixwîne, doktoraya xwe dike. Gelo çiqas rast e ku merivekî wiha pir derfet dîtiye bi sedema feqîrtiyê xwe bikuje. Mixabin ew teoriya feqiriyê ne rasteqîn e. Jixwe dewleta Sovyetê dewleteke kedkar û karkeran bû. Pergala wan serdestiya karkeran diparêza. Dewlet ji herkesî re li gorî qanûnên xwe karekî peyda dikir ku ji alî ekonomîk ve bindest nebin. Di gundan de mirovên heyî li kolhozan, di navçe û bajaran de di komûn an jî Sovyetên heyî de dixebitin. Li gorî îstatîstikên di navbera 1955 û 1970an de rêjeya bêkariyê ji sedî 2 ye. Xelkê Sovyetê bi giştî jixwe feqîr bûn. Ev nayê vê wateyê ku meriv feqîr be xwe dikuje.

Eşkere ye divê lêkolînerên kurd li ser jiyana wî xebateke kûr û xurt bikin da ku em jî pê zanibin Şiko kî ye, çawa jiyaye, çi xebatan kiriye, di jiyana xwe ya rojane de çi êş, dert û azar kişandine û herî dawiyê çima xwe kuştiye.

Lê divê were fêmkirin ku Şiko berî her tiştî mirov e, şair e wekî her şairî bi civatê re li hev nayê tenê ye. Hest û ramanên wî ji herkesî zêdetir dilzîz, dilgerm û dilmayî ne. Rihê Şiko kubar e nazenîn e. Dilê wî herdem di lêgerîneke kûr de ye.

Şiko romantîk e xwezayê wek evîndara xwe hez dike. Ew paqijî û bêgunehiya xwezayê mîna çavên xwe diparêze. Sermest dibe bi ramûsanan, serxweş dibe bi hilman. Di sala 1967an de li Lenîngradê qelema xwe dajo ser peyvan dilê xwe radixîne ser kaxizan.

Ev barana dûr mîna yara min Tê û radmûse dêm-dîndara min, Ez bi eşq dibhêm sed û kêlma wê Û serxweş dibim bîn û hêlma wê...

Barana ezîz bi eşq tê xarê, Dinyayê dişo toz û xubarê, Dinya dikene mîna gula al, Ji min direvin û xem û xiyal.

Şiko Kurdperwer e welatperwer e Kurdan wek çiyayekî bilind dibîne di sala 1967an de li Tilbîsê di helbesteke xwe de wiha dibêje:

Ez çiyayê çiya me, ji çiya bilindtir, Û ruhê mine kitêba dewra,

Min ew nivîsiye bi xûn, bi agir, Û bi qelema birûskê ewra.

Ez hatime xar ji çiyayê hêşîn Ku bengîne tim ji nûra erşa, Ku ser sîngê wan çem dikin xuşîn, Şev û roj distrên û kubar û şa... Ez hatime xar çiyayê ser gijik, Ku por vediçirin bi şeê tevê, Ku refê ewra notilî qijik Ser wan çerx didin tim nava hewê. Û ez bîr nakim eslê xweyî çiyayî, Tim mînanî çiya ez zor im, kubar, Eger min derd bin, eger min şayî, Û çiqas min xin birûskê cebar...

Şiko ji Elegezê hez dikir ji ber ku li Elegezê di zartiya xwe de dibistana navîn xwendibû. Ew hezkarê çiya, banî û jiyana Kurdan e. Li Leningradê di sala 1967an de bi eşqeke mezin helbesta xwe ya Elegezê dinivîse:

Hemêz kirin pencê royê Elegeza kaw û naz, Wê çev mizdan, rabû xewê, Wergirt xemla xwe ye xas.

Kubar hûna zilf û gulî Mîna zerya dewatê, Muhbet gur kir hezar dilî Evd û îsan, tebyetê... Konê kurdî li sîngê wê Bûne hezar xal û xet, Hezar-hezar war bingê wê Bûne rewşa xewn, qudret...

Heta mirina Şiko sê heb pirtûkên wî çap dibin. Di sala 1961ê de pirtûka Qalçîçek, di sala 1966an de pirtûka Tembûra Kurda, herî dawî di sala 1970an de Meremê Dilê Kurd.

Piştî mirina Şikoyê Hesen bi navê "Perwaza Welat" û "Payîz û Ba" du heb pirtûkên wî çap dibin.

Ez çiqas qala wî şairê zimanhez, helbesthez, fîdekar û jêhatî bikim dilê min diêşe.

Mixabin Kurdên me qedr û qîmeta nivîskarên xwe nizanin. Kurdên me ji xelkê re yar in ji xwe re korr û lal û kerr in.

Dixwazim nivîsa xwe bi helbesta wî ya Klama Çivîka Zivistanê biqedînim. Ev helbest di sala 1965an de li Tilbîsê hatiye nivîsandin.

Adarê bê, baharê bê, Wê bên rojêd ezmançîk, Roj bikene wê eşq, hubê Daxe pencê zêrkilçîk...

Ku tune bim ez li dinê Min xem nîne û talaş, Dinê bi gul bibe xinê Û bextê xwe bimîn şaş...

Hêvî dikim ku Şikoyê Hesen di dîrokê de wek rûpeleke kevn û veşartî neyê jibîrkirin û di nifşên nû ve bê zanîn û xwendin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin