Ocalan, bi rêya wezîran bi Erdoğan re qise dikir

Ocalan, bi rêya wezîran bi Erdoğan re qise dikir

Eger PDK û PKK dijayetiya hevdu bikin ew ê çareseriya arîşeya kurdan 100 salan bi şûnde bikeve. Eger dostaniya hev bikin û lihev bikin, statuya Rojava û Başûrê Kurdistanê pêş dikeve û arîşeya li Bakur jî çareser dibe

A+A-
Piştî ku li Bakûr, Proseya Çareseriyê pelişî û di navbera PKK’ê û hêzên dewletê de ev heşt meh in şer û pevçûn destpêkirin, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kurd koçber bûn. Niha li aliyekî ku şer berdewan dike li aliyê din hewldanên hevdîtinên aştiyê careke din di binî de dimeşin. Ji sala 2005’an vir ve piştî ku Hikûmeta AKP’ê bahsa çareserî û aştiyê kir, siyaseta Başûr di navbera PKK’ê û Dewleta Tirk de navbeynkarî kir, niha jî careke din ji bo vegera ser masaya çareseriyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê xwestin ku careke din aliyan bîne gel hev.

Mihemed Emîn Pencwînî yek ji wan kesan e ku di hevdîtinên yekem yên beriya Osloyê ku di navbera PKK û dewletê de birêveçûbûn de bûbû navbeynkar. Pencwînî hingê li ser daxwaza Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî di navbera Enqere û Qendîlê de rola navbenykariyê listîbû. Siyasetmedar û nivîskar Pêncwînî ku wek kesayetiyekî aştîxwaz û dîplomat tê nasîn, di derbarê proseya yekem ku ew tevlî bû û derbarê hewldana careke din vegera ser masaya aştiyê de rola siyaseta Başûrê Kurdistanê ji bo BasNûçe’yê şîrove kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokkomarê berê Iraqê Celal Talabanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û cenabê te çawa di nava vê Proseya Çareseriyê de cih girtibûn? We çi kir ku MİT, Öcalan û KCK dest bi danûstendinan bikin?

Di destpêka proseyê de Tirkiyê amadekariyên baş kiribû. Beriya hevdîtinên Oslo bû. Tirkiyê gavên baş diavêt. PKK’ê jî gavên baş ê Tirkiyê didîtin. Sê qonaxên vê meselê hebûn. Yekem rola me hebû di van hevdîtinan de. Me jî cihê xwe girt. Piştre hevdîtînên Osloyê destpêkirin. Qonaxa sêyem jî ew bû ku HDP here serdana Öcalan bike. Neçîrvan Barzanî daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kir ku prose bi Öcalan re li Îmraliyê destpê bike. Neçîrvan Barzanî ew qenat bi Hikûmeta Tirkiyê re çêkir. Di dema qonaxa Oslo de ez û Mam Celal em di navberê de bûn. Wê demê PKK’ê dixwest ku prose ji aliyê Öcalan ve birêve here. Lêbelê Hikûmeta Tirkiyê jî dixwest bi KCK’ê re proseyê bidomîne. Heta dixwestin arîşeyan di navbera Öcalan û KCK’ê de saz bikin. Lêbelê KCK’ê dixwest ew prose ji Îmraliyê destpê bike. Neçîrvan Barzanî roleke girîng lîst û ew bawerî bi serkirdeyên AKP’ê re çêkir ku divê hem bi KCK’ê re û hem jî bi Öcalan re rûnên. Piştî hewldanên Neçîrvan Barzanî hevdîtinan hem bi Öcalan re destpêkir û hem jî li Qendîlê bi KCK’ê re. Mixabin ew têkçû û tiştekî bi navê Proseya Çareseriyê nema ye.

Mixabin dîsa şer destpêkiriye û tiştekî bi navê Proseya Çareseriyê nemaye. Bi baweriya min ew ê şer dirêj berdewam bike. PKK’ê stratejiya xwe ya şer guherandiye û bi nerîna min ew ê şer here mintiqeya rojavayê Tirkiyê jî. Weke kesayetekî kurd û siyasetmederekî ji Başûrê Kurdistanê me dinava 4 salên dawî de gelek hewlda ku çareserî pêk were. Lê mixabin ew prose têkçû û şerekî dijwar destpêkir. Ew ê ev şer jî berdewam bike. PKK jî û Tirkiye jî zirarê dibîne. Zirara Tirkiyê ji ya PKK’ê zêdetir e. Şerekî giran e. Ew ê dirêj bike.

Serokwezîr Neçîrvan Barzanî beriya bi 10 rojan serdana Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoğlu û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan kir. Piştî serdana wî îddîa li ser wê yekê hat kirin ku ew ê Proseya Çareseriyê dîsa destpêbike û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Tirkiyê bike û ew ê Tirkiye û PKK dîsa dest bi diyalogê bikin, gelo di demeke nêz de mimkûn e ku ev yek pêk were?

Heta niha tu zanyarî li ber destên min tunene. Lêbelê ez dikarim bêjim ku hemû serkirdeyên Kurdistanê dema serdana Tirkiyê dikin an jî serkirdeyên Tirkiyê serdana Kurdistanê dikin li ser şerê PKK’ê û Tirkiyê diaxivin. Di her hevdîtinên wan de xaleke girîng jî şerê PKK’ê û Tirkiyê ye. Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Serokê Hikûmetê Neçîrvan Barzanî, rêvebir û serkirdeyên YNK’ê dema rayedarên Tirkiyê dibînin ji wan re eşkere dikin ku meseleyê bi diyalogê çareser bikin û bi PKK’ê re rûnên.

Lewre PKK şer dike, PKK hêz e. PKK ji nav çiyayan daketiya nava bajaran. Divê ligel wan rûnên. Rêvebirên Başûrvê meselê wiha ji rêvebirên Tirkiyê re dibêjin. Nûnerên Başûrji bo ku mesele çareser bibe heta niha bi erka xwe re rabûne. Lêbelê niha Serokkomarê Tirkiyê Erdoğan û serkirdeyên AKP’ê gelekî mexrûr in. Nûnerên Başûrji bo ku mesele çareser bibe heta niha bi erka xwe re rabûne.

Beriya şer destpêbike ne wisa bûn. Niha 24 saetan li ser televîzyonê ne û dibêjin, ‘Yan çekên xwe deynin yan herin ji derveyî sînor, yan xwe teslîm bikin an jî em ê we tune bikin.’ Ev ne zimanê çareserî û aştiyê ye. Bi vî zimanî çareserî nabe. Problema herî mezin a Tirkiyê bi vê gotarê çareser nabe.

Rayedarên Herêma Kurdistanê ji bo Öcalan azad bibe tu hevdîdin bi Hikûmeta AKP’ê re kirin?

Erê gelekî hewldan ku Öcalan azad bibe û Öcalan bi xwe proseyê bi dawî bike. Tiştê ku ji destê wan dihat wan kir.

Rayedarên Herêma Kurdistanê di dema Proseya Çareseriyê de tu carî hevdîtin bi Öcalan re kirin?

Di sefereke Tirkiyê de ji Mam Celal û ji Kak Neçîrvan Barzanî jî re gotine serdana Öcalan bike. Mam Celal ji wan re gotibû, ‘Ez Serokkomarê Iraqê me, ez ê çawa herim di zindanê de serdana Öcalan bikim. Wî bînin li otelekê deynin. Bila medya bibîne. Bila xelk bibîne. Wê demê ez dikarim Öcalan bibînim.’ Ez wisa dizanim ku Kak Neçîrvan Barzanî jî qebûlnekiribû û wî jî gotibû, ‘nabe ez di zindanê de Öcalan bibînim.’

Di dema proseyê de Öcalan gelekî nêzîkî Erdoğan bibû. Ji şexsê Erdoğan re gotibû. Öcalan di rêya Serokê MİT’ê, Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê re peyama xwe dida Erdoğan. Öcalan ji Erdoğan re gotibû, ‘ Em bi te re ne, em ê hemû alikarî û piştevaniyê bidin te. Lêbelê divê tu jî meseleya kurd çareser bike. Tenê şertê me ew e.’ Erdoğan jî bi biryar bû proseyê çareser bike. Li ser meseleyê radiwestiya.

Heta ew deh xalên Dolmabahçeyê hemû tişt di rêya xwe de diçûn. Di wan xalên ku Yalçın Akdoğan, Sırrı Sürreya Önder û biraderên din xwendin de kêmasî jî hebûn. Min bi xwe ew deh xal rexne kirin. Tiştekî zêde û berbiçav di wan deh xalan jî de nebû. Min ji PKK’ê jî re got. Min di televîzyonan jî de ew anî ziman. Erdoğan dawî li proseyê anî. Eger Erdoğan wisa berdewam bike ew ê ev siyaseta wî serê wî jî bixwe. Mimkûn e kudeta jî çêbibe. Mimkûn e hemû aliyên siyasî li dijî Erdoğan bibin yek. Amerîka jî Ewropa jî li dijî Erdoğan e. Erdoğan xewna împaratoriyeke îslamî û sûnne dibîne. Ne Îran, ne Îsraîl, ne Amerîka û ne jî Ewropa îcaze nadin.

Di hevdîtinan de rewşa Öcalan jî dihat axaftin? Hewldan hebûn ku Öcalan jî azadkirin?

Siyaset diyar nîne. Erdoğan dosyeya Öcalan daniye. Dosyeya Öcalan berê di destê Wezîrê Dadê de bû. Axaftin li ser hebû. Niha dosya Öcalan di destê Erdoğan de ye. Ew ê ev şer dirêj bike. Hem kurd û hem tirk zirarê ji vî şerî dibînin. Heta payîzê berdewam bike belkî Erdoğan siyaseta xwe biguherîne.

Amerîka, NATO, NY çawa vî nêzîkî şerê dawî dibin? Gelo ew jî piştevaniya Tirkiyê dikin?

Ez di wê baweriyê de me ku ne Amerîka û ne jî welatên Ewropa di şerê li dijî PKK’ê piştgiriya Tirkiyê dikin. Şerê li Tirkiyê ne di berjewendiya wan jî de ye. Amerîka jî gelekî hewlda ku PKK û Tirkiye li ser masê li hev bikin û dawiyê li şerê PKK’ê bîne. Heta niha beriya bi çend rojan jî Konsolê Amerîka yê Tirkiyê jî, ji Tirkiyê xwest ku meseleyê bi aştiyê çareser bike. PKK’ê jî bersiva Konsolê Amerîka da û got ‘şer bi yek alî ranaweste.’ PKK’ê heta niha zêdetir ji 15 caran şer yek alî ragirt. Lêbelê hikûmetên Tirkiyê hertim êrîşên xwe ranewestandin.

Fikra PKK’ê ew e ku NATO, Netewên Yekgirtî yan jî Amerîka bikevin dewrê û mekanîzma rawestandina şer destpê bike û Proseya Çareseriyê di bin çavdêriya wan de bimeşe. Lêbelê Tirkiye vê yekê niha red dike. Maneya vê yekê jî ew e ku Hikûmeta Tirkiye dixwaze vegere salên 90’î.

Gelo duristbûna herêmeke bi navê Rojava û şerê navxweyî Sûriyê çi tesîrê li şerê PKK’ê û Tirkiyê dike?

Ji Mustafa Kemal Atatürk heta niha sîstema Tirkiyê dijayetiya kurdan kiriye. Kurdan li kuderê serîhildan kiribe Tirkiyê hewldaye ku wê serîhildanê vemirîne. Kurdên Kafkasyayê bi navê Kurdistana Sor îdareyek danîbûn di wextê xwe de. Îro em ji dokumentên Wezareta Derve ya Rûsyayê hîn dibin ku Hikûmeta Tirkiyê ya wê demê nerazîbûna xwe nîşan daye û eşkere kiriye ku eger statuyeke wan a taybet pêk were emniyeta Tirkiyê dikeve ser xetere yê. Di salên 1956- 1957’an de li Kahireyê radyoyeke kurdî dihat danîn. Mam Celal her roj li wir gotar belav dikir. Sefîrê Tirkiyê yê Kahirêyê dihere cem Serokê Misirê Cemal Abdulnasir jê re dibêje,’Çima we radyoyeke kurdî vekiriye? Radyoya kurdî tesîrê li ser kurdên Tirkiyê dike û xetereyê durist dike ji bo emniyeta Tirkiyê’, Nasir ji Sefîrê Tirkiyê re dibêje, ‘Hûn dibêjin kurd tuneye. Madem ku kurd tuneye hûn ji çi ditirsin?’

Di Şerê Kendavê de Saddam û kurd rêkeftin, Mam Celal û Mesûd Barzanî çûn Bexdayê, biryar bû ku otonomiyeke kurdan bê duristkirin û kurd pêş bikevin. Ew ê peymanek bihata îmzekirin. Tirkiyê Saddam tehdît kir û ji re got, ‘Eger tu wê peymanê îmze bikî em ê boriya neftê bigrin û hûnê ji birçîna bimrin.’ Piştî wê gefa Tirkiyê, Bexda sekinî û ew rêkeftin pêk nehat. Bülent Ecevit beriya ku bimre ji rojnameya Milliyetê re gotibû ‘Eger kurd li Marsê jî dewletekê ava bikin em ê li dijî wê derkevin.’ Ev fikra dijî kurdan her maye. Îro Erdoğan ji li ser wê fikrê ye.


Kurdên Rojava li dijî rejimê sekinîn. Li dijî DAIŞ’ê sekinîn. Îspatkirin ku hene û divê bêne qebûlkirin. Rêveberiyeke wan heye. Niha federasyona xwe ragihandine. Eger ew federasyon heta saleke din bimîne û welatên dagirkerên Kurdistanê wê federasyonê xirab nekin. Tirkiye ew ê wê demê ji neçarî bi PKK’ê re rûne û li Bakurê Kurdistanê çareyekê ji arîşeya kurd re bibîne. Ji ber ku ew der dibe xwedî statû. Niha li Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û PDK û layanên din amadekariyan ji referundûmê re dikin. Piştî referandûmê ew ê ji bo serxwebûnê kar bikin. Ew ê projeyan deynîn da ku em nefta xwe gaza xwe bifroşin û biryarê li ser rêveberiya xwe bidin. Xizmetgozariyê ji xelkê xwe re bikin. Em ê li Rojhilata Navîn, bibin dewleteke stratejîk û dewlemend. Eger li Rojava jî kurd seqamgîr bûn. Xwe gihandin ser deryayê ew ê Tirkiye çi bike? Wê demê ew ê qiymetê Tirkiyê weke yê niha nemîne. Niha Amerîka jî û Rûsya jî piştevaniya Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin. Bi eşkere alîkariyê didin kurdan. Tirkiye neçar dimîne ku polîtîkaya xwe ya li dijî PKK’ê biguherîne. Heta ku ji destê wê were ew ê li dijî rêveberiya Rojava derkevin. Lêbelê niha Rojava bûye defakto. Weke min got, Amerîka piştgiriya wê dike. Îran jî ne li dijî federasyona Rojava ye. Îran ranabe leşkeran naşîne ser kurdên Rojava.

Hin pisporên siyasî eşkere dikin ku ew ê Rojava û Başûrê Kurdistanê bibin yek û sînorên di nava wan de rabin. Rayedarên Rojava û nûnerên Herêma Kurdsitanê ji vê yekê re amadene?

Ev yek tê axaftin. Ev bi fêmkirinê dibe. Tiştekî wisa di berjewendiya kurdan de ye. Du hêzên mezin îro li ser qada Kurdistanê ne. Yek jê PKK ye û ya din jî PDK ye. Hêzên van herdu hizban ê leşkerî, îstîhbaratî, darayî hene. Eger ev herdu rêk bikevin ev yek çêdibe. Ev herdu rêknekevin çênabe. Dema ez serkirdeyên PDK’ê, PKK’ê û biraderên YNK’ê dibînim yek tiştî ji wan re dibêjim. Eger PDK û PKK dijayetiya hevdu bikin ew ê çareseriya arîşeya kurdan 100 salan bi şûnde bikeve. Eger dostaniya hev bikin û lihev bikin, statuya Rojava û Başûrê Kurdistanê pêş dikeve û arîşeya li Bakur jî çareser dibe. Divê herdu hêzên mezin vê yekê fêm bikin. Niha gelek kesên kurdperwer, niştimanperwer li ser vê fikrê kar dikin û bi herdu hizban jî re li ser vê meseleyê diaxivin. Ev heqîqetek e. Axaftin û danûstendin li ser vê yekê hene.

Li aliyê din li Herêma Kurdistanê amadekarî ji bo refarandûmê tên kirin. Ew ê aliyên siyasî li hev bikin û parlementoyê aktîv bikin gelo?

Ev proseyek e. Proseyeke pîroz e. Yekem care di dîroka siyasî ya gelê kurd de tiştekî wisa derdikeve holê. Bi raya min divê hemû hizbên li Başûrê Kurdistanê hene beşdarî vê proseyê bibin û piştgiriya vê proseyê bikin. Aliyên îslamî, yên niştimanperwer, hemû kes divê di nava vê proseyê de cih bigrin. Tu kes nikare û newerê li dijî serxwebûnê derkeve. Tu radibe ji bo millet referandûmê dike ew ê kî li dijî wê derkeve? Rast e. Hin nerînên cuda hene. Min berê jî ew yek di hevpeyvîneke ligel BasNûçe’yê jî de gotibû.Hin alî hene muhalif in. Ew dibêjin, ‘Niha zû ye û divê em ji serxwebûnê re amadekariyan bikin piştre referandûmê bînin rojevê.’ Niha di nava hizbên siyasî de hin milmilane hene. Qeyraneke darayî heye. Lê dîsa jî eger niha giştpirsiyek bêkirin ew ê ji sedî 95’ê xelkê ji serxwebûnê re bêjin erê. Ji Şoreşa Şêx Mahmûd, Şoreşa Barzaniyan, Şoreşa Îlonê, şoreşên dawî yên Silêmaniyê, Şoreşa Gulanê û heta aniha kurdan gotiye, ‘an Kurdistan an neman’ slogana me ev bû. Em ji bo wê hatin enfalkirin. Di Enfalê de 182 hezar însanên me bi saxî xistin bin axê. Jin, zarok, kal, ciwan û Pêşmergeyên me hatin qetilkirin. Ev hemû ji bo serxwebûna Kurdistanê bûn. Îro kî dikare li dijî vê derkeve? Hinek fikrên cuda hene. Lê divê raya wan jî bê stendin.

Di warî dîplomasiyê de divê çi bê kirin?

Divê em dîplomasiyeke baş bikin. Bi Îranê, Tirkiyê bi Iraq û bi Sûriyê re. Herwiha li Ewropa, li Amerîka jî tevgereke xurt a dîplomasiyê deynin. Hewceye em van televîzyon, ajans, govar, rojnameyan bixin xizmeta serxwebûnê. Li aliyê din divê em bernameyekê ji bo aboriya xwe jî deynin. Eger em li ser van xalên kum in gotine rawestin em ê bi serkevin.

Ez bawernakim ku Tirkiye dijî serxwebûna Kurdistanê derkeve. Ji ber ku di warê bazirganî û enerjiyê de danûstendinên wê yên baş bi Kurdistanê re hene. Li gor ku ez dizanim Îran ne razî ye. Ditirsin ku xetere li ser Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çêbibe. Eger Kurdistan serbixwe bû, ew ê Îran leşkeran xwe bi ser Kurdistanê de neşîne. Iraq jî ew ê li gor Îranê helwesta xwe nîşan bide. Hem herêm û hem jî cihan amadeye ku em lêpirsiyê bikin. Divê eleqeya me bi Bexdayê jî re baş be. Em nikarin şerê Iraqê bikin. Divê bi diyalogê em arîşeyan çareser bikin û ji hev cuda bibin. Em dixwazin xwe biparêzin. Em dixwazin xwe birêve bibin. Em dixwazin xwe bi xwe bijîn.

Ew ê Iraq razî bibe ku Kurdistan jê cuda bibe? Gelo Bexda gihiştiye wê baweriyê ku êdî tu heqê li ser Hewlêrê nema ye?

Piştî Raperînê ew bawerî bi Iraqê re çêbû. Piştî raperînê Saddam Hûsên nûnerê xwe şand cem Mam Celal û Kak Mesûd Barzanî, wîdigot, ‘Doza Kerkûkê nekin, yekem dewleta ku we nas bike, ez im.’ Ji wê demê heta niha ew bawerî bi Iraqê re çêbûye ku careke din nikare Kurdistanê dagîr bike û heqê wan li ser kurdan nemaye. Divê di esasî de bi Îranê re bê axaftin. Hukmê Iraqê di destê Îranê de ye.

Ew ê siberoja navçeyên nîqaş li ser wan heye bibe çi? Pêşmerge niha wan navçeyan kontrol dike. Ew ê Herêma Kurdistanê wan navçeyan careke din bide Iraqê?

Ez di wê baweriyê de me ku Pêşmerge ew cihên ku kontrol kirine careke din nadin tu kesî. Bi diyalogê jî be, bi aştiyê jî be, bi şer jî be Pêşmerge wan navçeyan nade tu kesî. Ew biryara hemû hizbên kurd e. Di eslê xwe de niha Pêşmergeyên YNK’ê û PDK’ê şer dikin. Wan bi xwîne xwe ew herêm rizgar kiriye. Li gor qanûnên navdewletî jî eger te herêmek bi şer kontrol kiribe ew êdî heqê te ye. Mimkûn e hikûmet hin arîşeyan durist bike, lêbelê kurd wan herêman ji dest nadin. Me gelek firset ji dest dane. Em nikarin vê firsetê jî ji dest bidin. Di şerê DAIŞ’ê de du firset ji me re durist bûn. Yek jê Rojava derket pêş. Biraderên me di destpêkê de kanton îlan kirin. Niha jî kirine federasyon. Pêşiya federasyona wan vekiriye. Li aliyê din jî herêmên li Başûr ê ne di destê îdareya Kurdistanê de bûn ew jî îro ketine bin kontrola Pêşmerge. Ev firsendeke dîrokî ye.

Ez dixwazim bêm ser qeyrana navxweyî ya YNK’ê. YNK ber bi ku ve diçe? Piştî nexweşketina Mam Celal çima li nav YNK îstîkrarek pêk nayê?

-Bi nexweşketina Mam Celal re arîşe û problem hem li nav YNK’ê hem li nav Iraqê û hem jî li nava Kurdistanê çêbûn. Hêza Mam Celal hebû ku hin tiştan rabigre û ser wan bigre.Piştî ew li ser sehneyê nema problem derketin. YNK wê di demeke nêzde kongreya xwe ya partiyê pêk bîne. Di kongreye de ew ê li hev bikin.

Yanî tu mimkûn dibîne ku balên Hêro Îbrahîm Ahmed û Kosret Resûl rêk bikevin?

Pêwîst e rêkbikevin û neçarin jî rêk bikevin. Ji bo serxwebûna Kurdistanê xebat tên kirin. Di kongreyê de ew ê li hev bikin.

Nêzîkbûna YNK’ê û Goranê ber bi ku ve diçe? Gelo Goran beşdarî nava YNK’ê dibe?

Na Goran beşdarî nava YNK’ê nabe. Lêbelê di siberojê de, di parlementoyê de ew ê yek dengbin. Berê Goranê muhalefeta YNK’ê dikir. Niha herdu dostên hevdû ne. Mimkûn e di parlementoyê de yekdeng bin. Ev nerîna min e. Lêbelê hûn jî dizanin di siyasetê de tiştek eşkere û diyar nîne.

Tu hevdîtinên YNK’ê û PDK’ê çawa dibînî? Gelo YNK û PDK li ser peymana stratejîk rêkeftine?

Bi qenata min YNK û PDK rêkeftine. Lê belê di vî warî de tu zanyarî an belge jî li ber destê min tunene. Berjewendiya YNK’ê jî di rêkeftinê de heye. Li gor ku ez dizanim ew ê herdu partî hikûmetê ava bikin. Ew partiyên ku naçin kombûnan jî ew ê bibin opozîsyon. Bêyî opozîsyonê, tevgera siyasî pêşnakeve. Parlemento pêşnakeve. Divê opozîsyon hebe rexneyan li hikûmetê bigre. Opozîsyoneke pozîtîf hewce ye. Divê opozîsyon muşkileyan durist neke. Rexneyan li parlementoyê bigre û hişyariyan bide. Ez wisa bawer dikim ku hewceye YNK û PDK hikûmetê ava bikin û hizbên din jî ku naçin nava hikûmetê bila bibin opozîsyon.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin