Ocalan banga çekdanînê kir

Ocalan banga çekdanînê kir

Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah ocalan banga çekdanînê kir.

A+A-

Şanda Îmraliyê ku ji parlamenterê HDPê yê Stenbolê Sirri Sureya Onder û Endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik pêk tê, di çarçoveya “pêvajoya çareseriyê de beriya 3 roja çûbûn Qendilê ligel serkirdeyên KCKê re hevdîtin pêk anîbûn.

Şanda Îmraliyê ya ji parlamenterên HDPê Pervîn Buldan, Îdrîs Baluken û Sirri Sureyya Onder pêk tê îro li Ofîsa Serokwezîr a Dolmabahçeyê Cîgirê Serokwezîr Tirkiyeyê Yalçin Akdogan û Wezîrê Navxweyî Efkan Ala re civiyan.

Şanda Partiya Demokratîk a Gelan û rayedarên Hikûmeta Tirkiyeyê derbarê “pêvajoya çareseriyê” de daxuyaniyek a çapemeniyê ya hevbeş dan.

Sirri Sureya Onder li ser zarê şanda HDP daxuyaniya wan xwend.

Onder wiha got: “Pêvajoya diyalogê ya ku carna rastî şikendan û tengaviya dihat niha gihiştiye astek girîng. Tespîtên Ocalan a di vê mijarê de wiha ye; Armanca me ya sereke ew e ku şerê 30 sal in didome em bigihînin aştiyeke demokratîk. Ji bo rewşa bêçekbûnê ji bo biryara dîrokî û stratejîk bê dayîn ez bang li PKKê dikim ku di meha biharê de civînek derasayî pêk bîne. Ev nîşaneya daxwazek dîrokî ye.”

Onder diyar kir ji bo demokrasiyekî rast û ji bo aştiyê rêzgezên Ocalan ev in:
1 - Divê naveroka siyaseta demokratîk bê nîqaşkirin.
2 -Pênaseya astên heremî û neteweyî yên di çareseriya demokratîk de
3 - Teminatên demokratik û zagoni yên hemwelatiya azad
4 - Têkiliya civak û dewletê ya bi siyaseta demokratîk û sernavên ji bo sazbûna vê yêkê
5 - Astên abor û civakî yên pêvajoya çareseriyê
6 - Di pêvajoya çareseriyê de têkiliya ewlehî û demokrasiyê bi awayekî azadî û pergala cemaweriyê bê parastin bê dest girtin
7 - Temînat û çareseriyên zagonî yên têkildarî pirsgirêkên jin, çand û ekolojiyê
8 - Pêşxistina hişmendiya demokratîk a li hemberî pênasekirina têgeha nasnemeyê
9 - Komara demokratîk, welatê hevpar, pênaseyên pîvanên demokratîk ên gel û divê di nava makezagon û zagonan de bi pergala demokratîka piralî bên parastin
10 Ji bo mayîndebûna hemû maleyên demokratîk makezagonekî nû ye.

Cîgirê Serokwezîr Akdogan jî wiha gotgot: "Em ji bo ku xebatên çekdanînê bilez bin, bêçalakiyek pêk bê û siyaseke demokratîk bê meşandin vê daxuyaniyê girîng dibînin. Destûra Bingehîn a nû jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan derfet û firsendeke mezin e."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin