Ednan Bedreddîn

Ednan Bedreddîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Obama û Muslim li ser rêya Reqqa yê

A+A-

 

Kak Salih Muslim, hevsrokê PYD, di çavpêketineka capemenyî de, dawiya dawî mukir hat ku kesek li vê dunyaya fereh naxwaze "federasiyona" ku wan ragehandiye nas bike. "Amerîka û Rûsiya ne cidî ne, û ew naxwazin ku kurd statûyeka xwe hebin", Bavê Welat got. Ev gotinên wî weke "dûşeka" gelekî sar bi ser serê heval û alîgirin PKK de hat. "Heval" li her derê belav dikin ku, welatên cîhanê yek li duv yekê "îtîrafê" bi xweseriya demokrat dikin, û di demeka gelek nêzîk de, ew dê bibe pêkhateyeka navnetweyî ya "de facto" bi heman şêweyê ku hebûna xwe ya "de facto" li hindurê welat da çespandin.

"Tirkiye, Qatar û Sû'diyê bûne asteng li pêş avakirina peywendyên me yê dîplomasî li derve", lê astenga herî mezin tirkin", kak Salih peyvên berdewam kirin, û li rastiya ku her kes dizane mikur hat.

Heke Amerîka ewqasî "ne cidî ye"û "li diji statûbûna kurdan e", wê demê, jibo çi kak Salih Muslim û hevalên wî xwîna keç û xortên me di şerên wê de dirijînin? Li gor dîtinên rêzdar Abdullah Ocelan kû tenha lêvegera siyasî û ideolocî ya PKK ye "Amerîka hêzeka împeriyalîst, çavsor û li dijê berjwendiyên gelan e". Gelo PKK boçûnên xwe yên îdeolocî "bi dizî" guhrtine, bê ku em bibihîzin, yan jî Amerîka weke xwe maye, lê Obama bûye "sosiyalîst", careka dî, bê ku kes pê bizane?! Tenê "Heval" û Xwedê dizanin!.

Hinek ji "Hevalan" vê dawiyê sond dixwin ku, Reqqa bajarekî kurdan e, û navê wê yê rast "Roka" ye. Yekî ji wan , li ser ekranê Rûdawê kûrdbûna "Rokayê" tekez kir û got ku heta berî 150 salî, herdem waliyê wê kurd bûn, û yek ji wan jî Evdî Paşa, ji malbata Ibrahîm Paşayê Miliyê navdar bûye?! Berpirsê PYD li Kurdistana Iraqê Xerîb Hiso, ji aliyê xwe ve got ku Reqqa, piştî rizgarkirinê ji DAEŞ-ê, dê bibe beşek ji Federasiyona Rojava û Bakurê Sûriye. Lê vî hevalî ne da zanîn bê gelo wê çi feyda vê girêdanê hebe, eger ku tu welet li dunyayê "îtîrafê" bi vê fedreasiyonê nake, her weke ku kak Salih bi xwe dibêje?. Her hal, Telal Silo berdevkê Hêzên Sûriye ya Demokrat (HSD), ku YPG û YPJ beşek jê ne, û ew bi xwe mirovekî turkmen e got ku, piştê rizgarkirina Reqqayê, ew dê li ser pêşeroja bajêr bi rejîma Esed re têkevin têkiliyan. Ji xwe pêwîstiya gotinên Silo bi tu komentarê nînin.

Li ser riya Reqqayê, Barack Obama û salih Muslim "milên xwe dane hev". Jibo Obama, Salih Muslim tenê serokê tevgereka biçûke ku şaxeka ji tevgerka mezintir her sal wezareta derve ya welatî wî navê wê di lîste xwe ya "rêxistinên terrorîst" de nû dike. Lê niha pêwîstiya wî bi Bavê Welat û hevalên wî heye. Heşt salên Obama di rêvberiya Amerîka de weke malwêraniyekê ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve têne nirxandin. Serkeftinek li Reqqayê jibo wî gelek giring e, heta ku tenê "serkeftineka Hollywoodî" be, ango tenê li ser ekranên Tv-yan be. Serokê amerîkî çend caran bi zimanê xwe gotiye ku armanca welatê wî lawazkirina rêxistina Al-Baxdadî ye, jibo ku prosesa jinavbirina DAEŞ-ê, bi nerîna birêz Obama, "dikare dehên salan dirêj  bike"!

Jibo Salih Muslim, Barack Obama serokê mezintirîn hêza împerîalîsta cîhanê ye û dijminê sereke yê "rêwîtiya miroveyatiyê ber komûnalîzim û civata êkolocik e", lê niha ew giringtirên palpişte jibo rêveberiya demokrat çavkayniya aborî û desthilatê. Hemû xwenên kak Salih û hevalên wî, bi saya peywendiyên bi  "USA" re, hatine pêkhatin: Kantonên" xweser û demokrat", alayên "partiyê" li ser banan û wêneyên Ocelan li ser dîwaran. Ji vê pêve tiştekî dî naxwazin û ev in "destkeftiyên" ku di ber wan de şer dikin.

Piştî çend heyvan, Obama dê "Koşka Sipî" cih bihêle. Ew dê dest bi nivîsandina bîranînên xwe bike û kar bike jibo ku mîlîyonên xwe di bankan de zêde bike. Piştî wê , bi demeka kort an dirêj, "Heval" dê mecbûr bin, çakêtên xwe bavêjin ser milê û vegerin cihê kû ji hatibûn. Pêwîstiya gelê "Rojava" dê bi dehên salan hebe jibo serrastkirina "chaos" û malwêraniya ku ev herdû "birayên dijmin" dê dûv xwe bihêlin.

Erê, pêwîstî dê bi dehên salan hebe, lê bi şertê kû heta hingî li ser coxrafiya Kurdistana Rojava kurd bimênin!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin