NYT: Piştî daxuyaniya Ebadî, DAIŞê 1200 kiryarên terorîstî pêkanîn!

NYT: Piştî daxuyaniya Ebadî, DAIŞê 1200 kiryarên terorîstî pêkanîn!

Rojnameya New York Times a Amerîkî ragehand, rêxistina terorîst a DAIŞê ji meha 12ê ya sala 2017ê heta nİha 1200 kiryarên terorîstî pêkanîne ku wê demê Haydar Abadî têkçûna DAIŞê ragihandibû.

A+A-

Di raporta New York Times de hat gotin ku herçend serokê Amerîkayê Donald Trump bêhêzbûna DAIŞê ragihandiye jî, lê ew rêxistina terorîstî bêhêz nebûye û hîn tevgerên xwe yên terorîstî berdewam dike.

Raport xwe dispêre çavkaniyên ewlehî û leşkerî û dibêje piştî daxuyaniya serokwezîrê Iraqê  Heyder Ebadî ku dema borî xilasbûna DAIŞê li Iraqê ragihandibû, ji wê demê heta niha DAIŞê li Iraqê 1200 kiryarên terorîstî pêk anîne.

Roja 10.12.2017ê serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî serkeftina hêzên Iraqê ya li dijî DAIŞê ragehand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin