NY pêşniyara 'berîgirtina qirkirinan' a ermenan pesend kir

NY pêşniyara 'berîgirtina qirkirinan' a ermenan pesend kir

Hat ragihandin ku pêşniyarqanûna 'pêşîgirtina qirkirinan' a ji aliyê Ermenistanê ve hatibû pêşkeşkirin, ji aliyê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye qebûlkirin.

A+A-

 

 

Wezareta Derve ya Ermenistanê di daxuyaniya xwe de got, "Konseya Mafên Mirovan a NYyê di civîna 37emîn a Cenevreyê de, pêşnîyar qanûna bi pêşengtiya Ermenistanê hatibû amadekirin ya ‘pêşîgirtina qirkirinan' (Prevention of genocide) bi yekdengî pesend kir."

Li gor daxuyaniyê nêzîkî 60 welatan îmze daye pêşniyar qanûna Ermenistanê ku dê heta 2 hefteyan dosyeya pêşniyarê ji îmzekaran re vekirîbe.

Di pêşniyar qanûna pêşîgirtina qirkirinan de, bi taybetî li ser îfşakirina sedem û diyardeyên qirkirinan tê rawestîn.

Herwiha tê xwestin ku di çarçoveya zanyariyên Sekreterê Giştî yê NYyê ji welatan werbigire, mijara qirkirinan bixe nav perwerdehiyê û raporek jî li ser ronîkirina qirkirinan were amadekirin.

Ermenistan bûyerên 1915an her sal tîne rojevê ku dibêje, bi destê dewleta Osmaniyan bi sed hezaran ermenî hatine qetilkirin û bi salan e hewil dide ew bûyer wek qirkirin werin qebûlkirin û Tirkiye jî kesûkarên qûrbaniya qerebû bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin