NY: Nêzîkî 3.7 milyon kes ji Ukrayna derketin

NY: Nêzîkî 3.7 milyon kes ji Ukrayna derketin

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar dike, hejmara wan kesên ku Ukrayna bicîh hiştine gihiştiye nêzîkî 3.7 milyon kesan.

Bi giştî 10 milyon kes, wate çaryeka akinciyên Ukraynayê ne, ji wan navçeyên ku berî şer di bin desthilata hikûmeta Kyivê de bûn, ji ber topbaran û bordûmanê neçar bûne malên xwe bicih bihêlin.

Ajansa Koçberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî roja pêncşemê 24/03/2022 belav kiriye, hejmara wan Ukrayniyên ku welatên xwe ji ber şer bicih hiştine gehiştiye 3 milyon û 674 hezar û 952 kes.

Hejmara wan kesên ku li nav Ukraynayê jî derbider bûne gihiştiye nêzîkî 6 milyon û 500 hezar kes.

Ajansa taybet bi alîkarîkirina zarokan a ser bi Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dibêje, zêdeyî 4 milyon û 300 hezar zarok li nav derbider û koçberên Ukraynî de hene.

Milyonek û 800 hezar li gel kesûkarên xwe berê xwe dane welatên din.

Herwiha 2 milyon û 500 hezar zarokên din li nav Ukraynayê de derbider bûne.

Li gor Ajansa taybet bi koçberan a Neteweyên Yekbûyî, 2 milyon û 173 hezar û 944 koçberên Ukraynî çûne Polenda, 563 hezar û 519 koçber çûne Romania, Moldova 374 hezar û 059 koçberên Ukraynî wergirtine, 330 hezar û 877 koçber derbasî Hungaria bûne, herwiha 260 hezar û 244 koçberên din ên Ukraynayê li Slovakia asê mane, 271 hezar û 254 koçberên Ukraynî çûne Rûsyayê û 5 hezar û 569 koçberên Ukraynî jî li Belarusê ne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin