NY: Li Iraq û Sûriyê 20 - 30 hezar çekdarên DAIŞê hene

NY: Li Iraq û Sûriyê 20 - 30 hezar çekdarên DAIŞê hene

Li gor raporteke Neteweyên Yekgirtî li Iraq û Sûriyê hîn jî derdora 20 an 30 hezar çekdarên DAIŞê li Sûriye û Iraqê hene.

A+A-

Di raportê de hat diyarkirin, di navbera 3 - 4 hezar çekdarên DAIŞê li Lîbyayê hene û yên çalak jî bo Afganistanê tên veguhastin.

Raportê amaje bi wê kir, çekdarên DAIŞê di nava xaka Sûriyê de dikarin êrîş bikin. li Iraqê jî, digel ku ti dever di destê wan de nîne lê wek şanên nivistî li navçeyên beyabana Iraqê hêj çalak in.

Raportê da zanîn jî tevî ku çûna çekdarên biyanî di nava rêzên wê rêxistina terorî, hejmarek mezin ber bi Afganistanê çûne. Tê pêşbînîkirin ku ji 3500 – 4500 DAIŞî li Afganistanê bin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin