NY: Li Îranê piraniya kesên siyasî yên tên darve kirin kurd in

NY: Li Îranê piraniya kesên siyasî yên tên darve kirin kurd in

.

A+A-

Li gor raporta nûnera taybet a Netewên Yekbûyî ya pirsa mafê mirovan li Îranê sedî 53yê ew kesên li Îranê ji ber sedemên siyasî tên darve kirin kurd in û parêzgeha Sine cîhê herî zêde ya darve kirinan hatiye tomar kirin.

Nûnerê taybet ê Netewên Yekbûyî yê pirsa mafê mirovan Cawîd Rehman, di raporta xwe ya herî nû de nîgeraniya xwe ya derbarê zêdebûna amarên darve kirinê di pêkhateyên netewî de anî ziman û li gor raporta wî di navbera salên 2010 bo 2020ê de herî kêm 129 kes li Îranê ji ber sedemên siyasî hatine darve kirin û sedî 53yê wan kurd in, sedî 25ê wan Belûçî û sedî 13yê wan jî ereb in.

Cawîd Rehman di berdewama raporta xwe de amaje bi kuştina kolberên kurd û belûç kiriye û ragehand, 4 mehên destpêkê yên îsal de herî kêm 24 kolber ji ber guleyên rasterast a hêzên Îranê jiyana xwe ji dest dane û hejmareke zêde jî birîndar bûne.

Herwaha di berdewama raporta xwe de dibêje zêdetir ji 100 çalakvanên siyasî û sivîl ên kurd hatine girtin ku cezayê girtinê li ser herî kêm 34 kesên girtî hatiye sepandin û beşeke piraniya wan jî bi 26 sal cezayê girtîgehê ve hatine mehkûm kirin.

Li gor amar û datayên rêxistina mafê mirov a Îranê di heyama 8 mehên borî de li hemû Îranê 180 kes hatine darve kirin ku 6 kes ji wan jin bûn û 174 zilam bûn û kesek jî zarokekî bin temenê 18 salî de bûye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin