NY: Îran ji Hûsiyan re çekan dişîne

NY: Îran ji Hûsiyan re çekan dişîne

.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî dibêje, Îran ji Bendera Caskê ve çekan ji Hûsiyên Yemenê û bakurê Afrîqayê re dişîne.

Rojnameya The Wall Street Journal ragihand ku li gor raporteke pisporên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, berî niha li Deryaya Erebî çend keştî hatine desteserkirin ku ji Bendera Cask a Îranê ve derketibûn û bi hezaran çek di wan keştiyan de hebûn, ev jî nîşaneke zelal e ku Îran çekan ji Hûsiyên Yemenê re dişîne.

Li gor Rojnameya The Wall Street Journal, Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li Deryaya Erebî di çend mehên borî de dest danîne ser hejmareke zêde ya çekên sivik û giran ku ji Îranê ber bi Yemenê ve diçûn.

Li Yemenê ji sala 2014an ve şerê navxwe di navbera çekdarên Hûsî û hêzên hikûmeta fermî ya Yemenê de berdewam e.

Di sala 2015an de Neteweyên Yekbûyî qedexe danîbû ser hinardekirina çekan bo Hûsiyan.

Berî niha Amerîka û herwiha Siûdiyê ku di şerê dijî Hûsiyan de serkirdayetiya Hevpeymaniya Erebî dike, Îran bi wê yekê tohmetbar kiribûn ku çekan ji Hûsiyan re dişîne Yemenê, lê Tehran van tohmetan red dike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin