NY: Dibe ku du mîlyon kes koçberî Tirkîyê bibin

NY: Dibe ku du mîlyon kes koçberî Tirkîyê bibin

Netwên Yekbûyî roja duşemê ragihand ku dema şer li bakurê rojavayê Sûriyê dijwartir bibin, dibe ku nêzî 2 milyon kes ber bi Tirkiyê ve koçber bibin, ev di wê demê de ye ku alîkarîyên mirovatî bi şêweke metirsîdar kêm dibin.

A+A-

Neteweyên Yekbûyî roja duşemê ragihand ku dema şer li bakurê rojavayê Sûriyê dijwartir bibin, dibe ku nêzî 2 milyon kes ber bi Tirkiyê ve koçber bibin, ev di wê demê de ye ku alîkarîyên mirovatî bi şêweke metirsîdar kêm dibin.

Hêzên artêşa Sûrî bi alîkariya Rûsya êrîşên esmanî û bejahî dikin ser bingehên herî dawî yên di dest hêzên opozisyonê de mane li Îdlbê, ev êrîş bûne sedema revîna 10an hezar kesan ji cih û warên wan.

Korînatorê herêmî yê Netewên Yekbûyî jibo xizmetên mirovatî Panos Moumtzis got "Em di trisin dema ev rewş weha bidome, bibe hejmara koçberan zêde bibe û ya rastî emê bibînin 10 hezaran..milyonek yan 2 milyon kes dê ber bi sinorên Tirkiyê ve herin.

Artêşa rejîma Sûrîyê li dawiya Nîsana bûrî bi tûndî êrîşên xwe li dij herêmên başurê parêzgeha Îdlbê û herêmên hevsinor li gel parêzgeha Hema û Laziqiyê pêk tîne. Şerên herî dijwar di nav bera Beşar Esad û opozisyonê de ji havîna burî heta niha pêk tên.

Moumtzis ji Cinêv bo ajansa Reutersê ra ragihandıye  ku rewş gelek xerab dibe, peymana Rûsya û Tirkiyê ya derbarê herêma kêmkirina nakokiyan qet pêk nehatîye û got: "Em dibînin êrîşên rastî û karîger li ser nexweşxane û dibistanan li herêmên sivîlan û bajarvanî pêk tên ku li gor yasaya navneteweyî jiber sedemên mirovatî nabe weha be."

Her wiha dibêje, divê ev êrîş ji ber pirsên morvatî bihên rawistandin.   

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin