NY daxwaza bicîhanîna destûra Iraqê dike

NY daxwaza bicîhanîna destûra Iraqê dike

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, ji Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaz kir; ji bo rêkeftina navbera xwe, destûra Iraqê bikin bingeh.

A+A-

 

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, ji Herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaz kir; ji bo rêkeftina navbera xwe, destûra Iraqê bikin bingeh. Pisporên karûbarên Neteweyên Yekbûyî jî amaje dikin ku êdî kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê rehendeke navdewletî wergirtîye.

Çareserîya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, wisa xuya ye dibe mijareke navdewletî, ev jî piştî wê yekê ku Jeanine Plasschaert, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir; Hewlêr û Bexda li ser bingeha destûra Iraqê li hev bikin û ragihand; çaresnekirina kêşeyan ji ber wê yekê ye ku li gor destûra Iraqê tevnagerin.

Kirmanc Usman, Pisporê Destûrê û Şarezayê Karûbarên Neteweyên Yekbûyî dîyar kir: “Ev, wê yekê derdixe holê ku civaka navdewletî ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê, bi cidî li ser xet e.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem daxwaz kirîye ku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê li gor destûra Iraqê werin çareserkirin, lê belê pêngavên hikûmetên yek li pey yekê din ên Iraqê, berevajî birge û madeyên destûrê bûn û ji bo çareserkirina kêşeyan li gor destûrê tevnegerîyan.

Bêkes Qadir, Çavdêrê Sîyasî dibêje: “Eger destûr bihata cîbicîkirin, kêşeyên Iraqê nedigihîşt asta niha. Em weke Kurd, ji bo cîbicîkirina destûrê pêwîstîya me bi alîyekî sêyem heye, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî.”

Hikûmeta Iraqê ji çend madeyên destûra Iraqê yên li ser Kurdistanê direve. Ji wan herî girîng jî cîbicîkirina madeya 140 e, ku derbarê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û heqên darayî yên hêzên Pêşmerge û budceya Herêma Kurdistanê de ye.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin