NY bo Soçiyê biryar da, dê nûnerê xwe bişîne

NY bo Soçiyê biryar da, dê nûnerê xwe bişîne

Berdevkê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku Nûnerê Taybet ê Sûriye yê NYyê Staffan de Mistura dê beşdarî Kongreya Diyalogên Niştimaniya Sûriyeyê bibe. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî diyar kirin ku ji biryarê kêfxweş in.

A+A-

Dujarric bi daxuyaniyekî nivîskî got: "Sekreterê Giştî Antonio Guterres biryara şandina nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo kongreye girt û ji bo vê peywirê jî birêz de Mistura tayîn kir.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekî biryara Neteweyn Yekbûyî bi kêfxweşî pêşvazî dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo biryara şandina Mistura ji aliyê Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gelek erenî dinirxînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin