NY biryara vekişandina bi temamî ya hêzên biyanî ji Libyayê pesend kir

NY biryara vekişandina bi temamî ya hêzên biyanî ji Libyayê pesend kir

.

A+A-

Encûmena Asayîşa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) pêşniyara Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres a derbarê agirbesta Libyayê û vekişandina hemû hêzên biyanî bi yekdengî pesend kir.

Herwiha Asayîşa Navdewletî bang li aliyên Libyayê jî kir ku bingeha destûrî ya bo hilbijartinên 24ê Kanûna 2021ê deynin û yasaya hilbijartinê derxin.

Li gorî biryara 15 endamên Civata Asayîşa Navdewletî ya bi jimara 2570 wê 60 çavdêrên NY ji bo çavdêriya agirbestê biçin Libyayê û tîma kontrolkirina agirbestê ya bi ser NY ve beş bi beş li Libyayê were bicihkirin.

Agirbesta Libyayê ya navbera aliyan 23yê Çileyê 2020ê hatibû ragihandin û piştre bi çavdêriya NY biryara encamdana hilbijartinên parlamento û serokomariyê bo 24ê Kanûna 2021ê hatibû pesendkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin