Nurî Aldur: Rojava

Nurî Aldur: Rojava

.

A+A-

Nurî Aldur

Dema ez rewsa rojavayî welat ê me (Kurdistana Sûrî) ya sîyasî dihizirim gotineke pêsîyênme yî ku li mentîqa Tora me yî Midyadê(Bakurî Kurdistan) têt gotin  tênê bîramin. Ew gotin ji eve: ” Ku xwedê nahka  didê yên bê dinan”. Firsetekî mezin ketîyê destê welatîyênmeyî Rojava, lê mixabin(mîna di zaravayê me yî soranîde têt gotin) wan hê ev firset bi kar neanîne û em nizanin ku ma   ew kapasîta wan wê hebêjî.Bê goman  asteng û problemên mezin û giring hene – lê ma kê gotîya ku pirsgirêka kurdî hêsana? Bi bawerîyamin ew kesên xwe sîyasetmedar dibînin û wek sîyasetmedar di tekosin divêt xwedî bawerî, prensîb, zanyarî û cesatertbin.Eger na wa bê, ewê mîna alet û leyistikên  Qendîl, Sam, Anqara anjî herdem wê li otêl û paytextên Basûrbin. Eger merov xwedî rêxistin û partîbêt divêt hingî ewan kesan hizrî, bawerî û ferdî azadbin û serbixwebin! Bo ci merov û grûb partîya avadikin ? Ewan avadikin  ji ber ku li gor felsefe, bername û hedefên xwe dixwazin bixebitin, bi tekosin û bîghine armanc û hedefên xwe. Helbet dîalog, hevkarî û îtîfaq li gel grûb û partîyêndin divêt hebê û pêwîstê jî hebê – lê ev nayê wateya ku hinek partî teslîmî yên din bibin û tenê navê wan li ser kaxezan wek partîbê.Me gelek caran berpirsîyarên YPG/ PYD di televîzyonên swêdîde ditine ku ewan di bersivên xwe yi ji bo rojnamevananre dibijîn PKK û PYD du organîzasyonên  jev cûdene – êêê okey qurban eger wa bê bo ci hun ev cend salin nikarin li gel biraderên xwe/welatîyên xwe yî Rojava îtîfaqekê cêbikin? Kêra dewleta tûranan li ser qirka we ye û dise jî hun mîna ku heyja we ji dinyayê tuneye keft û leftê dikin. Aybe, serme, gûneha ! ENKS jî  her dem heman gazin û gilî û her car heman rexne û sîkayet !Lê heyran  hun jî metodekî nû bibînin, sîyaseteke cûda biafrînin û wan teswîkbikin. Ne hêsana – lê divêt sîyasetmedar avakerbin û bikaribin rêyên nû bibînin/cêbikin.Hema tenê gazinên ji PKK û  Qendîl meselê careser nakê.

Emerîkî, rusî, fransizî û  hûkûmet a me yî basur dîrekt anjî îndîrekt arîkarîya we dikin anjî ji hindikayî ve dilxwaz ê we ne û pistgirê we ne û her mûhawele jî dikin kû we nêzîkî hev bikin – lê vi dîse  jî hun nikarin cepheke xwe cêbikin û wa dîyara ku ew kapasîte jî bi we  re tuneye – her ciqas gel jî bi we re ye û bi deh hezaran pesmergê(pêsmergê Roj di nav de)we jî hene.  Ojdan -  însaf!

 Rojava parcayên herî bicûkî Kurdistana û ji her sê parcêndin bi nûfûsa xwe herî kêmtire – û hingî pêwîstbû dîalog, hevkarî, îtifaq li vir hinekî hêsantirbana, Dema însan kêmtirbin û  coxrafya picûktirbe xebat, parvekirin, organîzakirin hinekî hêsantirdibe. Bê goman ev nayê wateya ku kar û xebatên kurdên bakur û rojhelat herî zehmettirin û ji ber wilo jî berpirsîyarîya wan kêmtire, Na, ne kêmtire. Her kurdê sîyasî û ronakbîr xwedî berpirsîyara ku gel û welatê xwe azad û rizgar bikê – lê li vir babetame rojavaye û eger rojavayî vê firsetê bi kar neyênin – wê nifsê werê bi we kesên sîyasetmedarên îrój hîc û hîc ne serbilindbe  û belkîjî we rexne û protesto jî bikin.

Hê jî sans heye – hun kurdên rojava tifaqekê zû bi zû cêbikin, hingî hunê barê dostên xwe jî sivikbikin, dilên kurdêndîjî xwesbikin  - lê ji hemî tistî giringtir hunê azadî û rizgarîya xwe nêziktir bikin û heta û heta belkîjî rojava jî mîna basûr bibê xwedî statuseke hêja û delal.

De fermo  têgihistbûn  û moderntîya xwe  ji bo me û dinyayê îspatbikin û plan û xeyalên turanan di qirkan wan de bihêlin. Eger hun wa nekin bi rasti jî Amûde, Dêrikê, Kobanê û  Kamislo jî mîna AFRÌN ê wê bicêt.  Aybe, serme, gûneha.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin