Nûnerên PSK û PAKê îro Navenda Navnetewî ya Olof Palme bûn

Nûnerên PSK û PAKê îro Navenda Navnetewî ya Olof Palme bûn

Nûnerên PSK û PAKê îro li Stockholmê li Navenda Navnetewî ya Olof Palme bi berpirsên Navendê re li ser êrîşa dawî ya dewleta Tirkiyê li Rojhilatê Başûrê Kurdistanê û siyaseta Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê axifîn.

A+A-

Îro nûnerê PSK û PAKê Kovan Amedî, Bîlal Gorgu li Stockholmê bi berpirsên Navenda Navnetewî ya Olof Palme bûn. Berpirsê Navendê yê beşê navnetewî Mikael Leyi û Bernameamedakarê beşê Tirkiyê Helin Sahin pêşwazîya nûneran kir.

Nûneran di axaftina xwe de gotin: ”Em îro ji bo dozvekirina girtina partiyên xwe ji we wext vegirt, lê li Kurdistanê zulm û zordarî heroj bi awakî di rojevê de ye. Êrîşa dewleta Tirkiyê ku du roj e li ser Başûrê Rojavayê Kurdistanê rojeva me guhert. Nuha devê me nagere em qala dozvekrina Dadgeha Qanûna Esasî ya Tirkiyê ji bo girtina partiyên me bikin. Em dixwazin pêşî qala Başûrê Rojavayê Kurdistanê bikin”.

Nûneran bi hûrgilî qala armanca êrîşa dewleta Tirkiyê kirin, metirsiyên xwe gotin, êrîşa dawî bi jenosîdê û bi qirkirina Kurda bi nav kirin. Herweha gotin heta nuha tu bûyereke şerî li ser hudûdê hevpar ku bi sedan km ye nebûye. Tu teqîn ji hêla Kurda ve ber bi hidûdê ku Tirkiyê kontrol dike, nebûye, lê Tirkiye dîsa xwestiye êrîş bike. Ev aşkere bi armanca qirkirina Kurda ji herêmê ye. Dixwazin demografya herêmê biguherin, yekpareyîya axa Kurdistanê ji holê rakin, kemerek Erebî têxin navbera her du perçeyên Kurdistanê.

Nûneran pirr zelalî diyarkirin ku Kurd bi serê xwe nikarin serî bi dewletên mêtingehkar ku ew dorpêçkirine derkevin, hewcedarê alîkariya navnetewî ne. Îro li ber çavê dinyayê Kurd bê sûc bê sedem tên qetilkirin.

Di beşê duyem yê axaftinê de nûneran bi kurtî qala prosesa dozvekirina girtina partiyên xwe kirin. Nameya hevpar ya Serokê PSKê Mesûd Tek û Serokê PAKê Mustafa Ozçelîk pêşkêşî berpirsên Navendê kirin.

Berpirsê Navendê yê beşê navnetewî Mikael Leyi di pirsa Kurdî û partiyên Kurdistanê de xwedî agahdarîyên berfireh bû. Di axaftina xwe de da diyar kirin ew wek Navend hertim piştgiriya gelê Kurdistanê kirine û dikin. Di pirsa Başûrê Rojhilatê Kurdistanê de Navend, Partiya Sosyaldemokrat û hukumeta Swêdê xwedî helwestek zelal e. Wezîrên derve yê Swêdê li ser êrîşa Tirkiyê bangî Balyozê Tirkiyê kiriye, endîşe û dilgiraniya Swêdê diyar kiriye. Herweha ewê di çerçova Yekîtiya Ewrûpa de jî pirsê bînin rojevê.

Herweha Mikael Leyi got em siyaseta dewleta Tirkiyê ya navxweyî ji nêzîk ve taqîb dikin û emê bixwazin prosesa dozvekirina girtina partiyên Kurdistanî, PAK û PSKê bişopînin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin