Nûnerên 55 welatan krîza Sûriyê gotûbêj kirin

Nûnerên 55 welatan krîza Sûriyê gotûbêj kirin

.

A+A-

Li Brukselê 6emîn konferansa alîkariya pêşeroja Sûriyê birêve çû. Di duyemîn roja konferansê de nûnerên şandên welatên beşdar axivîn, piraniya wan tekezî li ser giringiya pêşkêşkirina alîkariyan ji bo gelê Sûriyê kirin.

Di konferansa li Brûkselê de ku nûnerên 55 welatan û 22 sazyên Neteweyên Yekgirtî  û cîhanî beşdar bûn, tekezî li çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê hate kirin, lê şanderê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Giêr Pederson got, ew gelekî ji çareseriya siyasî dûr in.

Tişta diyar di konferansa îsal de nûneratiya welatan bû ku ne di asteke bilind de bû wek 5 gerên borî yên Konferansa Brukselê ku rewşa Sûriyê xemeke kevn bûye û çareseriya wê ne hêsan e, lewma zêdetir balk u ser pêdana û pêşkêşkirina alîkariyên mirovî bû bo xelkê ji nav Sûriyê koçber bûne.

Nûnera Amerîka di konferansê de got, Amerîka dê 800 milyon dolar alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkê Sûriyê bike û ji Rûdawê re eşkere kir ku ew peywendiyên xwe bi Şamê re asayî nakin.

Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas-Greenfield  got: “Îro di gotara xwe de min amaje bi rewşa siyasî da, ku kilîta çareseriya pirisgirêka gelê Sûriyê ye. Em piştîvaniya çareseriyeke siyasî dikin, lê me zelal jî kiriye ku em ti piştîvaniyekê bo jinûavakirina Sûriyê dabîn nakin, heta rewşa siyasî çaresr nebe, û tişta li Sûriyê jî çêdibe berpirsyariya wî tiştî nayê hilgirtin. Bi nerîna me dem guncav be peywebdniyan li gel Esed asayî dikin, hêjî çend pirsên girîng hene, divê bên çaresr bibin, berî ku peywendiyan li gel wî asayî bikin.”

Mîna gelek welatên din, Swêd jî bi astekê kêmtir ji wezîrên derve beşdar bûye. Wezîra wê ya dewletê piştevanî û hevsozîya welatê xwe bo xelkê Sûriyê derbirî.

Wezîra Dewletê ya Swêde bo Pêşxistina Navdewletî Jenniy Ohlisson jî got: “Ji hemû deman girîngtir e ku di piştîvaniya gelê Sûriyê de berdewam bin. Bê guman krîza Ukrayunayê bala me ya mezin kişandiye.  Lê bala û piştîvaniya me bo gelê Sûriyê berdewam dibe. Konfransda îro piştîvaniya  hejamreke zêde kom dike. Em wek Swêdê bi 700 milyon kronên Swêdî piştîvaniya gelê Sûriyê dikin, ku ev amaje ye bo alîkariya bihêz û hevsoziya berdewam a me.”

Yekîtiya Ewropa bi 3 milyar euroyan alîkaryê dide xelkê Sûriyê, lê Yekîtiya Ewropayê, Rrûsya ya bi bandor di pirsa Sûriyê de venexwendibû  bo konferansê.

Peyamnêrê Rûdawê Zinar Şîno ji Berpirsê Siyasete Derse û Ewlekariya Yekêtiya Ewropa Josep Borell pirsî: “Eeger hûn li rewşa siyasî ya Sûriyê binêrin, bêyî Rûsya wek endamekê hemîşeyê encûmena ewlekariyê hûn bawer dikin dê çareserîyek hebe bêyî Rûsyali vê derê be û bêyî diyaloga rasterast ligel Rûsya rê bi gehiştna alîkarîya bide û çareseriya siyasî hebe?

Di bersiva xwe de Berpirsê Siyasete Derse û Ewlekariya Yekêtiya Ewropa Josep Borell jî got: “Bi piştrastî yek rê ji nav axa Tirkiyê bo nav axa Sûriyê heye bo navçeya Idlibê, heta ku piştîvaniya yek milyon xelk bikin. Ev piştîvanî berdewam e. Berdewam e ji ber heta niha tenê rêyek vekirî maye. Daku ev rê vekirî bimîne em pişta xwe bi projebiryara  Civata Ewlekariya Navdewletî girêdidin. Bi piştrastî Rûsya dikare dijî wê rawest e. Ew jî bi hêza bikaranîna vetoyê ye. Lê baweriya min a temam heye ku Rûsya vî karî nake.”

Xemên peydakirna nan û ava rojane û xizmetên tendirustî yên xelkê Sûriyê di rêya van konfransan de hinek kêm dibin, lê tenê çareseriya siyasî ya wî welatî dkare bo siberoja wî welatî bibe çareseriya berdewam.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin