Nûnerên 11 dibistanên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê nerazîbûn nîşan dan

Nûnerên 11 dibistanên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê nerazîbûn nîşan dan

.

A+A-

Îro mamoste û nûnerên 11 dibistanên ku xwendevanên wan zarokên Rojavayê Kurdistanê ne, li pêşiya avahiya Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê kom bûn û nerazîbûna xwe ji rewşa dibistanên xwe û nedayîna mûçe û asta xwendinê nîşan dan.

Piştî kombûna nerazîbûnê, mamosteyên wan dibistanan di konferanseke rojnamvanî de ragihandin, wan ji meha 6 û heta niha ti mûçeyek wernegirtine, û daxwaz kirin ku çarenivîsa mamosteyan bê diyarkirin.

Hacî Efrînê, Serokê Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê di vê konferansa rojnamevanî de ragihand, ew weke nûnerên 11 dibistanên penaberên Rojavayê Kurdistanê bo nîşandana nerazîbûna xwe li hember rewşa nediyar a wan dibistanan û mamosteyên wan kom bûne.

Hacî Efrînî got, “Em 170 mamosteyên Rojavayê Kurdistanê û derdora 130 heta 140 mamosteyên Silêmaniyê, ji meha 6 ve heta niha me mûçe wernegirtiye, îsal jî çarenivîsa wan mamosteyan diyar nîne, gelo ew mamoste xwebexş in, girêbest in an ew mamoste tên damezrandin an na, heta niha jî nayê zanîn. Lê belê ji bo berjewendiya xwendevanan, me her berdewamî da proseya xwendinê, ji bo ku xwendekarên me ji xwendinê qut nebin. Em îro hatin pêşberî Rêveberiya Perwerdeya Silêmaniyê daku li gel birêz Dilşad, Rêveberê Perwerdeya Silêmaniyê bicivin, lê mixabin pêşwazî li me nekir.”

Hacî Efrînî herwiha got, ew nameyekê ji Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dişînin ji bo ku rewşa wan were diyarkirin.

Li sînorê Silêmaniyê 170 mamosteyên Rojavayê Kurdistanê û 130 mamosteyên Başûrê Kurdistanê dersan didin xwendevanên penaberên Rojavayê Kurdistanê.

Niha êdî rêxistina UNICEF a ser bi Netewên Yekbûyî ve alîkariya dibistanên penaberên Rojavayê Kurdistanê nake.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin