Nûnerê taybet ê Trump: YNKê zêde zêde bin bandora Îranê de ye!

Nûnerê taybet ê Trump: YNKê zêde zêde bin bandora Îranê de ye!

Nûnerê taybet ê Donald Trump James Jeffey ragehand, YNK zêde zêde bin bandora Îranê de ye û wî di temenê jiyana xwe ya siyasî de hegemonya û bandoreke wisa nedîtiye.

A+A-

Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê yê karûbarê Sûriyê James Jeffrey li ser pirsa rojnamevanekî, jihevdûrketina PDK û YNKê piştî wefata Mam Celalî wisa nirxand:

YNK niha wek çend parçeyan dabeş bûye û zêde zêde di bin bandoreke mezin a Îranê de ye. Ewqas di bin bandora Îranê de ye ku min di temenê xwe yê karê siyasî de hegemonyayeke wiha nedîtiye.’’

Herwiha got, ew hevkariya ku niha di navbera Îran û YNKê de heye, ji dema şerê navxwe ya salên 1990î zêdetir e û wê demê herçend her du partî di şer de jî bûn, lê derfetên hevpeymanîkirinê hebûn.

Ev helwêsta nûnerê taybet ê Donald Trump di demekê de ye ku piştî koça dawî ya Celal Talabanî, çend kesan desthilata partiyê girtine destxwe û dixwazin serdanên Brett McGurk ên ligel wan jî wek belgeya razîbûna Amerîkayê ya pêwendiyên YNKê û Îranê bidin nîşandan.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin