Nûnerê Putin: Em nizanin kîjan aliyê Kurdî muxateb bigrin

Nûnerê Putin: Em nizanin kîjan aliyê Kurdî muxateb bigrin

Nûnerê Serokê Rûsya ji bo karûbarên Sûriyê, Mixayîl Bogdanov ragihand, ji bo ku rê li ber cudabûna Kurdan ji Sûriyê bê girtin, divê Kurd jî tevlî proseya siyasî ya li Sûriyê bêne kirin.

A+A-

Mixayîl Bogdanov da xuyakirin, her car ew rastî yek pirsê tên û ev pirs jî ev e, ka gelo kî nûnerayetiya Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de bike.

 

Bogdanof got, ya herî giring ew e ku divê Kurd di proseya siyasî ya li Sûriyê de hebin, daku ew ji hizra cudabûnê dûr bikevin.

 

Nûnerê Vladimir Putin herwiha amaje bi dabeşbûna hêzên Kurdî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir û destnîşan kir, pirsgirêka Kurdan gelekî aloz e, ji ber ku ew ne yek deng in, hêzên wan bi ser 2 bereyan de dabeş bûne û nayê zanîn ka kî nûneratiya Kurdan dike.

 

Mîxayîl Bogdanov diyar kir, ew weke Rûsyayê nizanin kîjan aliyê Kurdî bi nûneratiya kurdên Sûriyê weke muxateb bigrin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin