Nûnerê ENKSê êrîşên PKK û YPGê şermezar kir   

Nûnerê ENKSê êrîşên PKK û YPGê şermezar kir  

.

A+A-

Nûnerê ENKSê yê Herêma Kurdistanê Ebdilkerîm Mîranî, êrîşên PKK û YPGê şermezar kir û diyar kir: "Kêr gihişt hestî."

Li gor Mîranî ji K24ê re da zanîn: "Ji destpêka avakirina partiya wan û heya îro, gelo armanca wan rizgarkirin û hebûna Kurdistanê ye yan jî armanca wan hilweşandina hebûn û destkeftiyên Kurdan e!? Divê ew bersiva vê pirsê bidin"

Nûnerê ENKS Mîranî wiha axivî:

"Tiştê îro li Rojava û Başûrê Kurdistanê rû didin heger tu ji zarokekî sava jî bipirsî dê bibêje, ev dikeve ber xizmeta dagirkerên Kurdistanê û dijminên Kurdan.

Rasterast xizmeta dijminên Kurdistanê ye. Heger tu berê xwe didî daxuyanî û şiroveyên berpirsên Herêma Rojavayê Kurdistanê, mesela birêz Mezlûm Ebdî daxuyaniyên wî ne wek gotinên wî (yên di civînên yekrêziyê de) ne. Niha dibêje, 'Pêşmerge êrîş biriye ser gerîlla (PKK) li devera Amediyê.' Ev bixwe xwe têk dibe. Pêşmerge li ser axa xwe ne. Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê ne. Belê Gare û Amediyê li Başûr in. Pêşmerge neçûye li Şemzînan, Amed û Colemêrgê û li wan deran êrîş nebiriye ser gerîlla.

Bi rastî kiryar û êrîşên wan diyar dikin ku naxwazin hebûna Kurdistanê parastî be. Armanca wan hilweşandina Kurdistana Başûr e. Divê hemû partiyên Kurdistanî bi yek deng hesaba vê ji PKK bipirsin û pêjin 'Çima hûn êrişa Pêşmerge bikin.'

Li Rojavayê Kurdistanê jî astengiya peyda dikin da ku Kurd neçin pêş. Van çend mehên dawî, me bi piştevaniya Fransa û Amerîka, gotûbêj bi hev re kir. Me hinek qonax jî derbas kir. Lê hêdî hêdî hinek serkirdeyên wan, hinek gotarên ku bibin asteng belavkirin. Van rojan e jî dest bi şewitandian ofîsên ENKS û partiyên di bin sîwana ENKS de dişewitînin.

Baş e tu ji bo çi hevpeymaniyan bi Ereban re dikî!? Herwisa bi Farisan re dikî, dixwazî bi Tirkan re jî bikî! Tu li Rojavayê Kurdistanê bi hemû aliyan re dikî, lê tu bi Encûmena Niştimanî ya Kurd tu qebûl nakî.

Ji vê helwesta wan diyar e naxwazin hebûna Kurdî hebe. Ev xizmeta me û pirsgirêka Kurdî nake û xelkê Kurd qebûl nake. Me wekî ENSK, bi salan e nermayî hilbijartî ye. Da ku xelkê me derbeder û tepeser nebe. Lê mixabin van her girjî hilbijart, her êrişî bingeh, endam û ofîsên me kirin. Rêveber û serkirdeyên me kirin di zindanan ve. Gelek ji wan wenda kirin, heya niha çarenivîsa wan ne diyar e û kesek nizane li ku ne û çi lê kirine. Ser hindê re jî em dibêjin em ê danûstadinan bikin. Wekî serok Barzanî gotiye, "10 salan danûstandin ji rojeka şerî çêtir e.

Bi rastî îro kêr giha ser hestî. Ev kiryar nema tên qebûlkirin.

Baş e Şengal parçeyeke ji Herêma Kurdistanê û ser bi Iraqê ve ye. Û sîstemeke federal heye. Neteweyên Yekgirtî ev sînor tespît kirine. Herwiha sînorên Tirkiye û Sûriye jî wisa ne. Tu nikarî van sînoran rakî. Berê PKKê digot, ‘‘Em ê van sînoran rakin.’’ Baş e te sînor ranekir. Te Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî çênekir. Wekî te behs kiriye. Îro aramiyek li başûrê Kurdistanê heye û sîwaneke navdewletî jê re heye. Biryareke navdewletî heye. Ne PKK û ne aliyekî din nikarin vê tecrubeyê ji holê rakin. Bila ev ji we re diyar bin.

Ew karê li Şengalê jî dikin ne di xizmeta Kurdistanê de ye. Baş e tu Pêşmerge û xelkê resen ê Şengalê qebûl nakê. Lê tu Heşda Şeibî qebûl dikî. Heşda Şeibî do bû hat Kerkûk dakir kir, bi hezaran Pêşmerge şehîd û birîndar kirin. Vêca ev tiştên tê kirin xizmeta Kurdistanê nakin. Ev divê lêvegerekê ji bo xwe çêbikin. Ji bo çi bêaramiyê peyda dikin û kêşeyan çêdikin!?

Heger xwe Kurd dizanin, gerek van karan nekin. Em her dem dibêjin, "Em li dijî şerê birakûjiyê ne. Em li dijî şerê Kurdan ê navxweyî ne. Rast e ew jî Kurd in, lê ev kiryarên ew dikin, dikevin bin xizmeta dijminên Kurdan."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin