Nûnerê ENKSê beşdarî civîna Netewên Yekgirtî dibe

Nûnerê ENKSê beşdarî civîna Netewên Yekgirtî dibe

Ibrahîm Biro got, ku beşdarbûna wî di civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, wê di nav şanda Desteya Danûstandinan de be.

A+A-

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ENKSê, di Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê de, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand ku ew dê di civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê beşdar bibe. Ibrahîm Biro got, ku beşdarbûna wî di civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, wê di nav şanda Desteya Danûstandinan de be.

 

Piştî derbasbûna nêzîkî heşt salan ji krîzeke dijwar û destêwerdanên gelek aliyan, hêj rewşa Sûriyê negihiştiye radeya çareyeke yekalîker, ku êdî aştî û aramî li wî welatî, şûna wêranî, şer û pevçûnan cih bigirin.

 

Di dema dawî de, tevgerên herêmî û navdewletî derbarê pirsa Sûriyê çirr û himbiz bûne, ku êdî bi sedema nakokiyên aliyên pêwendîdar û ajanda û berjewendiyên wan aliyan, niha dosyeyên girêdayî rewşa wî welatî, di werçerxaneke zehmet de derbas dibin.

 

Di nav vê liv û tevgerê de jî, aliyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê, hewl didin ku dengê wan hebe û bê bihîstin. Ji wan hewlan jî hebûna navên nûnerên Kurd ên ser bi ENKSê û yên serbixwe di lîsteyên Komîteya Destûrê de. Herwiha beşdarbûna wan di civînên astbilind ên Neteweyên Yekbûyî de.

 

Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî di Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê de, Ibrahîm Biro, ji Rûdawê re ragihand ku ew dê li civînên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê beşdar bibe.

 

Ibrahîm biro ji Rûdawê re got, ku beşdarbûna wî di civîanên Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, wê di nav şanda Desteya Danûstandinan a Opozisyonê de be.

 

Şanda Desteya Danûstandinan bi serokatiya Nesir Herîrî ye, ji 7 endaman pêk tê, ku her yek ji wan nûnertiya yekê ji pêkhateyên Desteya Danûstandinan dike, ew jî Îtîlafa Niştimanî ya opozisyona Sûrî, ENKSê, Heyet Eltensîq, Platforma Moskow, Platforma Qahîreyê, aliyên leşkerî û kesên serbixwe, ne.

 

Nûnerê ENKSê di Desteya Danûstandinan de da xuyakirin: Di acendaya me de heye, li perawêza civînên Komeleya Giştî, em gelek hevdîtinan ligel nûnerên welatan encam bidin û dengê xwe bigihînin wan.

 

Ibrahîm Biro herwiha amaje bi wê yekê kir, ku di acendaya wan de hejmarek ji mijaran hene ku ligel nûnerên welatên beşdarbûyî di civînan de, gotûbêj bikin.

 

Bi gotina Biro, bêhtir danûstandin dê li ser Komîteya Destûrê û dosyeya girtiyan be, herwiha dê rewşa Sûriyê bi giştî, rewşa Idlibê, Navçeya Aram û mijara penaberan bêne gotûbêjkirin.

 

Li gorî gotina Ibrahîm Biro, civîn dê rojên 22 heta 29ê vê meha Îlonê berdewam bin. Ew civîn giştî ne, lê di nav de jî, dosyeyên girêdayî rewşa Sûriyê wê bêne gotûbêjkirin.

 

RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin