Nûçeyeka balkêş; Ji şermê navê gund hat guherandin

Nûçeyeka balkêş; Ji şermê navê gund hat guherandin

Li bajarî Sewasê li navçeya Imranlî navê gundê "Kuz" bi navê "Zimak" ve hat guherandin.

A+A-

Li bajarî Sewasê li navçeya Imranlî navê gundê "Kuz" bi navê "Zimak" ve hat guherandin.

Gotina "Kuz" di kurmancî de dihê mahneya "organa cinsî ya jinan" û ji bo tinaz bi vî navî dibe, heyeta îdarî ya îxtîyaran a gund  miracatê wilayetê kiriye da ev  nav bihê guherandin.

Li gor IHAyê Îdareya Wilayetê dîtinê qaymeqam jî daye ber çavan û di 3ê Tebaxê de  bi yekdengî  biryar wergirtîye ku navê gundê "Kuz" bi navê wî yê kevin  "Zimak" ve bigehurîne. Mahneya  "Zimak" jî  "ciyê ku roj nabîne "

Ev jî dîyar dike ku dewleta Tirk a ceberrut li hember kurdan sîyaseteka nijadperest a bêaqil meşandîye û bi çî hawayî navê gundê wan guherandîye; henek û kurfê xwe bi wan û jinên wan kiriye û wan rencîde û pîçûk xistiye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin