Nizamettin Ariç soza piştgiriyê da dengbêjê biçûk

Nizamettin Ariç soza piştgiriyê da dengbêjê biçûk

.

A+A-

Piştî ku dengbêjê biçûk Kadîr Tuz ê 11 salî bang li hunermendê navdarê Kurd Nizamettin Ariç kir ku xwedî lê derkeve û jib o dengbêjiyê piştgiriyê bide wî, Aric bersiva daxwaza wî da û got, “Bê guman ezê li ciwanekî mîna te yê pêşeroja me, hêvîya me, ku dilê wî ji bo çand û mûzîka me ya klasîk lê dide xwedî derkevim.”

Portala Kurmancî ya Tora Medyayî ya Rûdawê duh raporek derbarê Kadîr Tuz ê 11 salî de, dengbêjê biçûk ê ji gundê Bercûmê yê ser bi qeza Hîzan a Bedlîsê li Bakurê Kurdistanê ve ku hevkarê me Abdulselam Akincî amade kiriye, belav kir û her zû vê raporê bala xelkê kişand û pir hat xwendin û temaşekirin.

Di vê raporê de, Kadîr Tuz ê 11 salî tevî ku behsa awayê hezkirina xwe ji bo dengbêjiyê û hêviyên xwe dike, daxwazekê ji hunermendê navdarê Kurd Nizamettin Ariç jî dike, ku xwedî lê derkeve û di dengbêjiyê de alîkariya wî bike.

Nizamettin Ariç jî li ser medyaya civakî bersiva daxwaza wî dengbêjê biçûk daye.

Hunermend Nizamettin Ariç lînka raporê ya Rûdaw Kurmancî li ser twitter û facebooka xwe belav kiriye û di peyamekê de soz daye Kadîr Tuz ê 11 salî ku piştgiriya wî bike.

Nizamettin Ariç di vê peyama xwe de li ser twîtterê wiha dibêje: “Bê guman ezê li ciwanekî mîna te yê pêşeroja me, hêvîya me, ku dilê wî ji bo çand û mûzîka me ya klasîk lê dide xwedî derkevim. Çavên te yên reş û dilê te yê kurd û dengbêj maç dikim.”

Di rapora Rûdawê de, dengbêj Kadîr Tuz wiha behsa xwe dike: “Min guhdarîya dengbêja kir û dengbêjî lî min xweş tê. Min ewilî di televîzyonan de dengbêja guhdar kir û şopand.Ku wana kilam digotin min jî guhdariya wan dikir. Min kilamên wan ji ber kir. Li malê kilaman dibêjim, li ber pez dibêjim. Xelkê jî dengê min guhdar dikirin û wana ji dengê min hiz kir. Wana digotin were ji me re kilaman bêje. Ez dixwazim bibim dengbêjek baş. Bila Hozan Aydin û Nizamettîn Arîç li min xwedî derkevin da ku ez jî weke wan bibim dengbêj.”

Kadîr hêj dengbêjek gelek bîçûk e, lê li gel wê yeke jî ew ji bo kesûkarên xwe bûye cihê şanaziyê.

Yaşar Tuz mamê Kadir dibêje: “Di demen berê de em hemû li hev top dibûn diçûn dîwanxaneya, şevbêrkan dengbêj hebûn wana kilam digotin me guhdarîya wan dikir heta derengîya şevê bêhna me derdîker. Niha dengbêj nemane ev zarokê 11 salî li ber heywanan kilam milam digot min jî jêra got were ji apê xwere bêje dihat ji min re kilam digot hema wisa dewam kir. Hêvîya min ji Kadir heye eger lê xwedî were derketin dê dengbêjek baş jê derkeve.”

Gundiyên Kadîr jî jo bo ku ew bîbe dengbêjek sereke yê herema xwe jî bo Kadîr jî dengbêj û hunermendên kurd daxwaza piştevanîyê dikin.


 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin