Nîzama navdewletî ya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e (Beşa 2yem)

Nîzama navdewletî ya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e (Beşa 2yem)

Li gel ev hemû karesat û nexweşî û şikest û lawazîyên Kurdan jî, Kurd ji nû ve dikarin biserxwe ve bên, dikarin vê rewşa negatîf biguherînin û rê ji pêvajoyeke nû ya ku Kurd bikaribin mafên xwe bidest bixin veke.

A+A-

Nivîsa Mustafa Özçelik ya bi sernivîsa ‘Nîzama navdewletî ya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e’, ji du beşan pêk tê. Beşa 1em di Roja 25.10.2019an de hate belav kirin. Ev jî beşa 2yem e.(Kurdistan24)

Mustafa Özçelîk*

Li Rojavayê Kurdistanê Kurdan çi kirin û divê çi bikin?

Belê weke gelek caran vê carê jî Kurd di bin  lingên berjewendîyên dewletan da têne  pelçiqandin.

Weke gelek caran vê carê jî, bêyî ku îradeya Kurdan li ber çavan bigirin, hinek dewletan di nava xwe de hinek mitabaqat îmze kirin, biryar sitendin. Careke din daxwaz û îradeya Kurdan hate paşguh kirin.

Emerîka, Rûsya, Tirkîye, Sûrîye û Îranê , her yekî bi armanceke taybet û cuda be jî, mirin nîşanî Kurdan dan da ku Kurdan bi taya sar razî bikin.

Başe di vê pêvajoyê de Kurd li ku bûn, Kurdan çi kirin û dîvîya bû  Kurdan çi bikirina? Ji îro pê de divê Kurd çi bikin?

Rast e endazyarên vê rewşa îroyîn  Emerîka, Rûsya, Tirkîye, Sûrîye û Îran e. Lê aşkere ye ku Kurdan jî bi sîyasetên xwe yên şaş , ji vê rewşa îro re rê xweştir kirin.

Helbete ku hîna jî ne dîyar e, ji îro pê de dê çi bibe, sîyaseta şematok a li Rojhilata Navîn dê bi ber ku ve bişemite, hîna jî ne dîyar e. Lê rewşa îro dubare bûna  şikesta Kurdan e.

Hinek rewşenbîr û sîyasetvanên Kurd , vê rewşa heyî weke şikesteke Kurdan  nabînin û dibêjin peymaneke veşartî di navbera Rûsya û Emerîkayê heye ku, dê li Rojavayê Kurdistanê statuyeke sîyasî ji bo Kurdan bê ava kirin.Her çiqas rûdanên qewimîne û encamên ku li holê ne, rê nade ku em weke van rewşenbîr û sîyasetvanên Kurd  meseleyê bi awayekî optîmîst şîrove bikin jî; helbete  tiştê ku di dilê me de ye jî ew e ku Rûsya û Emerîka li Rojavayê Kurdistanê mafên netewî, demokratîk yên kollektîf, statuyeke sîyasî ji bo Kurdan qebûl bikin.

Belê, di rewşa heyî ya Rojavayê Kurdistanê de para şaşitîyên Kurdan jî ne hindike. Partîyên Kurdan yên li Rojavayê Kurdistanê sîyaseteke şaş meşandin û hîna jî li ser wê şaşîyê dimeşin.

Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê, li Rojavayê Kurdistanê  bingehê sîyaset û rêvebirîyeke netewî, niştimanî ya hevbeş bûn.

Ji sala 2012an heta îro, heger ev mitabaqatan bicîh bibûyan, dê îro rêvebirîyeke yek deng, yek helwest, hevbeş, milî, ya leşkerî, aborî, sîyasî, dîplomatîk û îdarî li Rojavayê Kurdistanê hebûya. Kurd  li himberî Emerîka, Rûsya, Sûrîye, Tirkîye, Îran û hemû dewletên cîhanê weke alîyekî dê tevbigerîyana û dê weke alîyekî bihatina qebûl kirin.

Helbete ku tu garantî tunebû ku Emerîka, Rûsya, Sûrîye, Tirkîye, Îran dê van tiştên ku vê dawîyê anîne serê Kurdan, di dema pêk anîna Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê de jî bi serê kurdan neynin. Lê heger Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê bicîh hatibûna, bêyî şik dê Kurd ne weke nuha weha lawaz bûna, dê ne weha bêxwedî bûna û mimkune ku encam jî ne bi rengî bûya.Dê Dewleta Tirkîyeyê bivî  rengî nikarîbûya PYD ji xwe re bikira hinceta êrîşê.

Rêvebirîya Xweser, TEVDEM, PYDyê rê li ber bicîhanîna Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê girtin. Bi vê jî neman, xebata sîyasî ya partîyên din qedexe kirin, rêvebirên wan hefs kirin. Rêvebirîya Xweser, TEVDEM, PYDyê sîyaseteke li ser bîr û bawerî û nirxên netewî, niştimanî nemeşandin, yekitîya Kurdan texrîb kirin, xwestin sîstemeke ‘tekçîtîyê’ li ser herkesî ferz bikin.

Piştî ku roja 9ê cotmehê Tirkîyeyê êrîş bir ser Rojavayê Kurdistanê jî Rêvebirîya Xweser, TEVDEM, PYDyê ev helwesta xwe ya yek alî, helwesta ku ji xeynî xwe kesî nasneke berdewam kir. Rêvebirîya Xweser, TEVDEM, PYDyê ji bo ku li gel ENKS û partîyên din yên li Rojavayê Kurdistanê,  li gel Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê,  li gel Birêz Serok Mesud Barzanî û partîyên ji her sê perçeyên din yên Kurdistanê helwest, sîyaset û nexşe rêyeke hevbeş bê hûnandin tu gav ne avêtin. Di rewşeke ku gelê me tûşî kuştin, wêranî û koçberîyên nû dibû jî Rêvebirîya Xweser, TEVDEM, PYDyê dîsa jî ji derveyî xwe tu kesî bi tu tiştî nehisiband, peywendî bi tu kesî re nedanîn.

Hinek alîyên ji ENKSyê jî, gava Tirkîyeyê êrîş bir ser Rojavayê Kurdistanê, armanca Tirkîyeyê ya esasî baş fêhm nekirin û bi gotinên Tirkîyeyê yên armanca wan a eslî dinixumîne xapîyan. Dewleta Tirkîyeyê sebeba êrîşên xwe weke ‘Hebûna PYDyê ya bi PKKyê ve girîdayîye’ nîşan dide. Hinek alîyên ji ENKSyê jî ji van gotinên Tirkîyeyê  bawer dikin û dibêjin  sebebê sereke yê êrîşên Dewleta Tirkîyeyê, hebûn û siyaseta PYDyê ya bi sîyaseta PKKyê ve girêdayî ye. Lê ev ne rast e. Helbete ku ev sebeba jî tesîreke xwe  heye. Lê Erdoganî bi zelalî armanca xwe eşeker kirîye, ew jî rênedana statuyeke sîyasî û guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê ye. Sîyaseta PYDyê  ya ‘tekçî’ jî rê ji vê armanca Dewleta Tirkîyeyê  xweştir dike.

Hinek alîyên sîyasî yên li Rojavayê Kurdistanê jî li gel wê yekê ne ku Kurd her li gel Rejîma Esadî di dîyalogê de bin û li gel rejîmê li çareserîyan bigerin.

Dîyare ku li Rojavayê Kurdistanê partîyên kurdan li ser sîyaset, bername û nexşerêyeke hevbeş ya netewî, niştimanî ne mitabiqin, ne lihevkirî ne. Ev yeka jî sebebeeî esasî ya lawazîya Kurdan e.

Li gel ev hemû karesat û nexweşî û şikest û lawazîyên Kurdan jî, Kurd ji nû ve dikarin biserxwe ve bên, dikarin vê rewşa negatîf biguherînin û rê ji pêvajoyeke nû ya ku Kurd bikaribin mafên xwe bidest bixin veke.

Destpêka her tiştî li hevkirina partîyên  Rojavayê Kurdistanê ye. Divê partîyên Rojavayê Kurdistanê gişt bicivin. Ji bo mafên Kurdan di asteke  herî pêşdetir û zêdetir di Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê cîh bigire, divê hemû partîyên Kurdan lihev bikin û weke alîyê Kurdan bi yek bername û helwestê tevbigerin. Divê Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê li gorî şerdên îroyîn  bêne nûkirin.

Aşkere ye ku partîyên Rojavayê Kurdistanê ji hev dûr in, nayên cem hev. Ji ber vê rewş û rastîyê,  careke din barekî mezin dikeve ser milên birêz Serok Mesud Barzanî. Îro kesayetekî ku ji alîyê  hemû partîyên Rojavaye Kurdistanê bê qebûl kirin birêz Serok Mesud Barzanî ye. Ji ber vê jî ev wazifeya dîrokî dîsa li ser milên cenabê wî ye.

Helbete ku ev ne karekî hêsan e. Endazyarê Mitabaqatên Hewlêr û Dihokê birêz Serok Mesud Barzanî bû. Lê Rêvebirîya Xweser, TEVDEM û PYDyê ev mitabaqatan bi cîh neanîn. Angaje bûna hinek partîyên Kurdan ya li sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê, angaje bûna hinek partîyên Kurdan ya li gel Rejîma Esadî jî her astengîyên li ber lihevkrina navxweyî ya Kurdan  zêdetir kirin, zêdetir dikin.  Ev rastîya,  îro karê birêz Serok Mesud Barzanî jî , karê hemû Kurdan jî zehmetir û girantir dike. Lê ez dibêjim dîsa jî divê hemû Kurdên cîhanê hewleke mezin bidin da ku hemû partîyên Rojavaye Kurdistanê lihev bikin û mitabaqateke weke ya  Hewlêr û Dihokê pêk bînin. Derman û destpêka çareserîya rewşa Rojavaye Kurdistanê ev e. Divê em careke din ji bo vê yekê hewl bidin. Helbete  em baş dizanin ku gelek caran destê xêrnexwazan, destê hinek dewletan nahêle ku  Kurd lihevbikin. Lê li gel vê rastîyê jî, îro li Rojavayê Kurdistanê divê careke din hewla pêkanîna Mitabaqateke weke ya Hewlêr û Dihokê bê kirin.

Ji bo ev pêvajo destpê bibe, ji bo Kurdên Rojavaye Kurdistanê li ser maseyê û li sehayê ji îro pê de xurt bibin, şikestê nexwin, em pêşniyar dikin ku,  bi serokatîya birêz Serok Mesud Barzanî,  ji nûnerên ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji nûnerên hemû Kurdên cîhanê Navenda Koordînasyonê ya Netewî bê damezrandin. Navenda Koordînasyonê ya Netewî , dikare bi lihevanîna partîyên Rojavaye Kurdistanê, bi xebata dîplomasîyê, bi pêşnîyarîyên xwe yên sîyasî yên netewî qedera paşeroja xuşk û birayên me yên Rojavaye Kurdistanê biguherîne. Piranîya Kongresa Emerîkayê, hemû Dewletên Yekitîya Ewrûpayê, raya giştî ya cîhanê piştgirê Kurdan e.Ev jî di pêvajoya li pêş me de destê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xurtir dike.Kurd yek bin dê bikaribin ji vê piştgirîyê feydeyeke mezin bigirin. Kurd divê sîyaseteke weha bimeşîne ku , di qada navnetewî de heta ku bikaribin dostên xwe zêde, dijminên xwe kêm bikin.Divê Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi yek heyet û bi yek helwest, careke din li gel Emerîka, Rûsya, dewletên Yekitîya Ewrûpayê, Netewên Yekbûyî, Komkara Erebî, dîplomasîyeke xurt destpê bikin da ku mafên xwe yên netewî, demokratîk, kollektîf di Qanûna Bingehîn a Nu ya Sûrîyeyê bicîh bikin û rê li ber kuştin û wêranî û koçberîyên nû bigirin.

Gelê Kurd gelek caran tûşî neheqî, zilm , îşkence, wêranî, koçberî, qetlîam, jenosîd, îxanet, li ser piştê hiştinan bûye.Lê heta îro li gel van hemû karesatên bi ser wî de hatîye jî,  miletê Kurd hebûna xwe parastîye û dest ji doza xwe ya rewa, doza azadîya Kurdistanê bernedaye.

Li gel  jenosîdên Enfal û Helebçeyê jî, li gel ku nîzama navdewletî ya li dijî Kurdan ji ber berjewendîyên xwe  gelek caran gelê me yê Başûrê Kurdistanê li ser piştê hiştiye jî, gelê me ala azadîyê li erdê nexistîye. Destkeftinên federe yên  îro li Başûrê Kurdistanê hene, Ala rengîn a li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo hemû Kurdên cîhanê cîh û kewareke  bawerîyê û hêvîye ye, nimûneyeke bê hempa ye.

Bi vê minasebetê careke din em bangî Dewleta Tirkîyeyê jî dikin da ku dest ji vê sîyaseta şerî, dest ji  vê sîyaseta li dijî kurdan berde. Li cîhê ku Dewleta Tirkîyeyê li dijî mafên Kurdan û statuyeke sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê derdikeve, li dijî pêşde birina destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê derdikeve,  hemû maf û azadîyên Kurdan li Bakurê Kurdistanê red dike; rêya rast û  maqûl ewe ku Dewleta Tirkîyeyê li gel hemû kurdan lihev kirîbe, di nav dîyalogê de be û li ser esasê qebûl kirina hebûn û mafên Kurdan, bi rêyên aştîyane û sîyasî  li çareserîyan bigere.

Lê tiştekî sereke yê ku tu şika me jê tunebe ev e:Tu kes û tu hêz dê nikaribe rê li ber doza gelê me ya meşrû, rê li ber azadîya Kurd û Kurdistanê bigire.

 

*Ev nivîs ewil li Kurdistan24ê hatîye weşandin.

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin