Nivîskar Shahin Bekir Soreklî wê li Stenbolê biaxive

Nivîskar Shahin Bekir Soreklî wê li Stenbolê biaxive

Nivîskar Shahin Bekir Soreklî wê li Stenbolê behsa nivîskarî û xebatên xwe bike

A+A-

Niviskar Shahîn Bekir Soreklî li Weqfa Îsmaîl Beşikciyî wê behsa berhem û xebatên xwe bike.

Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî û Chalak Events bi hev re wê bernameyekê ji bo nivîskar Shahîn bekir Sorekliyî li dar bixin.

Bername wê di 7ê Îlonê de li navenda Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî ya li Stenbolê wê bi rê ve biçe. Niviskar Shahîn Bekir Soreklî wê di gotûbêjê de behsa berhem, serpêhatî û xebatên xwe bike. Her wiha pirtûkên xwe ji wê imze bike û helbestên xwe bixwîne.

Moderatorê gotûbêjê Salih Kevirbirî ye.

Zimanê bernameyê kurmancî ye û bername wê saet di 17.00ê de dest pê bike.

Di Derbarê Shahîn Bekir Sorekliyî de?

Shahînê Soreklî di sala 1946an de li gundê Mezrê yê li rojavayê Kobanîyê, binê xetê, ji dayîk bûye, li dû lîseyê bi temenê 19 salî gihîştiye Ewropayê û ev 50 sal in ku li Australya dimîne. Li dû kutakirina xwendina bilind 26 salan ligel Wezareta Perwerdeyê, li Sydneyê, wek mamoste û di wezîfeyên din de kar kiriye. Di heman demê de ji 30 salan bêtir di dezgeha fermî ya Australî SBS de berpirs û amadekarê Bernameya Radyo ya Kurdî bûye. Ew nivîskarê bi sedan gotar, helbest û çîrokan e. Her weha nivîskarê du romanan e û Destana Dewrêşê Evdî bi deng û wek pirtûk amade kiriye. Ji sal 1979an û pê ve li Australyayê 6 salan serokatiya yekemîn a komeleya kurdî kiriye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin