Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

"Nisêbinê Paytext e, Qamîşlokê di rex de!"

A+A-

"Nisêbînê paytext e, 
Qamîşlokê di rex de, 
Dijmin bê soz û bext e!" 
 

Ji bajarokên hilweşandî yên Qedîm, Nisêbîn duyemîn e. 
Bav û bapîrên me, dersa xwe ji jiyanê girtibûn. Pisporên serpêhatîyan û bûyerên dîrokî bûn. Her bûyer bi mînakek fezayî binav dikirin û dinirxandin. Di derheqa dagirkerî û êrîşên ser Kurdan de peyvek wan hebû, her tanîn ziman. Digotin "dê weledên xwe avêtibûn, kundan li ser waran dixwend"! 

Em zarok bûn û me nizanî bû " dê çawa weledê xwe davêje" û "xwendina kund" li er warên wêrankirî tê çi wateyê! 
Em mezin bûn û rû bi rûyî kirinên dijminên Kurd û Kurdistan bûn(!) Kirinên Tirk, Ereb û Farisan em fêrî dê weledê xwe" çawa davê û "xwendin a kund" li ser warên wêrankirî û bêxwedî tê çi wateyê kirin! 

Xweş, bi sedan salane ne Ereb, ne Tirk û ne jî Faris ji zilm û zorê, ji barbarî û hovîtîyê pêve tiştek nekirine. Nesîbê wan di nav para mirovatîyê de tuneye. Her ji devê wan, ji hest û ramanên wan mirdarîyek gennî difûre. Destên wan bi xwîn, bi xwîna zarok û jinan sor bûye. 
Kurdistan; bi sedan caran di bin lingê dagirkeran û êrîşkeran de maye. Hilweşîyaye û ji nû ve biserhevde hatîye û bingeha jiyanê carek din li ser vê axa qedîm û pîroz ava bûye. Di her warî de dijminên me hatine ceribandin û em wan baş nas dikin! Em dijminatîya tirkan jî baş nas dikin. Ew tirkên ku bi xwîn rijandinê pesnê xwe didin û bi barbarîya xwe navdar in! Ew ala wan jî sembola van kirinên wan e li bajar û bajarokên me hatine dardakirin! 
Pir wêne li dû xwe hiştine ji me re. .Yek bi yek ev wêne di serê me de ne. Lê yek wêne heye ku qet wê neyê ji bîr kirin. 


Nisêbîn: bajarekî qedîm e. Bi hezar salan; Kurd, Ereb, Cihû, Aşûrî-Keldanî wek bira bi hev re medenîyet û mirovatî ava kirine di vî bajarê qedîm de. Misilman, Davudî, Êzdî û Îsewî bi hev re kul û derdên xwe, kêf û seyranên xwe parvekirine wek dost û destbirakên qedîm. Bi hev re dawet li dar xistine û govend girtine. Serê sibehan, her bawerî, berê xwe daye îbadetxane ya xwe û bi rê de silav li hev kirine li hal û wextên hev pirsî ne. Her kes di van bajarên Kurdistan yên qedim de bi çand, hêjayî û zimanê xwe serbilind dijîyan heta ku tirk hatin herêmê. 


Lê îro ev wêne reng guhertîye li vî bajarê qedîm. Wek ku bav û bapîrên me gotine: "Dê Weledê xwe avêtîye" û li ser warên vî bajarê qedîm, ala tirkan mal bi mal ku xwîn jê dirije, hatîye dalqandin carek din û carek din tirkan ev bajarên qedîm yên Kurdistan dagir kirine. 


Bajarekî wêran ku kevir li ser kevir nemaye û ji xeynî leşkerên barbarên tirkan yek mirov di nava bajêr de nemaye. Her malek hilweşandî bi vê ala ku sembola kirinên hovane ye, hatîye "xemilandin"(!) Di dema êrîşên Moxulan de, dîrok bibû şahidê hinin kirinên Moxullan. Ev kirinên tirkan di destpêka qirnê 21 an de, kirinên Moxulan û barbarîyên wan derbas dike. 


Li ser mezelên mirîyên me, li ser cîh û warên me yên ku bi debabe, top û mîtralyozên xwe wêran kirine, pesnê xwe didin û leşker û çekên xwe rêz dikin, bi ala xwe, barbarîya xwe nîşanî me dikin! 
Di vî qirnî de mirov bi mirovatîya xwe, civat bi çand û huner û afirînerî yên xwe pesnê xwe didin; tirk bi tirkbûna xwe, bi barbarîya xwe û bi van kirinên xwe pesnê xwe didin. 

Di ti civatên dinê de li henber dijminan, kirinên dijminayî ne bê sînorin. Tenê li cem tirk, Ereb û Farisan ev sînor tuneye. 
Kujtina zarokan, destdirêjayîya jinê, talankirina mal û kujtina êsîran babet e li cem van! 
07.06.2016 . 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin