Niqaşek li ser rojevê -II- (Rewşa partîyên Kurdîstanî)

Niqaşek li ser rojevê -II- (Rewşa partîyên Kurdîstanî)

Nihat Akar

A+A-

Min nivîsa xwe ya beşa yekemîn de, rola negatif a PKK li ser rojevê çî ye nirxand. Min got; Pêvajoyek pozîtîf heye û em kurd divê ji vê istîfade bikin.
Dohi me digot, dostên me tenê çîyayên me ne. Îro dostên me hene lê daxwaza me yên kurdîstanî nîne. Bi xemgînî dibêjim, PKK (ku hêzeke girseyî ye) li bakûr û rojevayê Kurdîstanê him dest û lingên me û him jî, dest û lingên dostên me yên navnetevî girêdaye. Bi rastî jî dinya bi ecêpmayî helwesta PKK dişopîne. Dewsa daxwazên kurdîstanî, ji bo demokrasî ya welatên dagirkeran têdikoşe. Li hember partîyên kurdîstanî jî helwestekî pirr dijwar dimeşîne.
  Bi ser navê demokrasîyê, rê li ber pêşmergên rojavayê digrin, alîgirên partîyên din hepis dikin. Li hember serxwebûna başûrê Kurdîstanê radiwestin. Li hember şerê çektarî ya rojhilatê radiwestin.
  Ji bo xweserîya demokratik  (ku ji bo hemû heremên Tûrkîyê re dixwazin) xendekan dikolin, bajaran vala dikin û bi hezaran kurd didin kuştin.
  Aborîya bakurê Kurdîstanê têk çû. Şîrketên mezin nema, "milli burjuvazî" nema, kesên ku kar ji destên wan tê nema, sivîlîzasyon û aramî nema. Millet bêtir feqîr ket. Jîyana aborî, sosyal û polîtîk qels bû.
  Li vir çend pirs tê bîra mirov; partî û kesayetên din a Kurdîstanî çi dikin? Ji bo çi partîyên Kurdîstanî nikarin berhev bên û opozîsyonek gelêrî û girseyî ava bikin? Bi hezaran kesayetên serbixwe û Kurdîstanî hene, ku dikarin tedaxilê pêvajoyê bibin li kû ne? Ji bo çi partîyên heyî, nikarin bawerîyê bidin wan kadirên serbixwe?
  Partîyên Kurdîstanî wan 10 salên davîyê de, dewsa ku bibin alternatif bi pirsgirikên xwe yên navxweyî ve mijûl bûn. Her çiqas HAK-PAR di destpêkê de hêvî da me jî, roj bi roj ber bi belavbûnê ve çû û bûn du partîyên cihê, wek HAK-PAR û PSK. Sedem çi dibe bila bibe, belavbûna wan ne li gor daxwaz û hêvîya milletê kurd bû. Ez mêze dikim piştê veqetandinê jî, li ser heman armancê têdikoşin. Ev tişt roleke negatif li ser qadirên Kurdîstanîyan de list.
  PDK, di nav gengeşîyek mezin de ye. Di nav wan de gelek grup peyda bûye. Hevdû qebûl nakin. Du partîyên cihê  (PDK-T û PDK Bakûr) û gelek grupên ku li ser eynî xetê têdikoşin. Hemû jî, bîr û rayên, rê û rêbazên Barzanîyan (ku xetek welatparêzî ye) qebûl dikin. Lê belê nikarin werin cem hev û  partîyek (ku daxwaza me hemû Kurdîstanîyan e) bihêz dirûst bikin. Ez baver nakim pirsgirikên wan ideolojîk an jî stratejîk bibe. Mixabin berjevandîya şexsî û tengnezerîya grubî  rola xwe ya negatif dilîze.
Ji min re wekê "De Va Ju" tê. Bûyerên 30 sal berê li me vedigere û diroka me ya rêxistinî tekerrûr dike. Nexweşîyên wisa bûye sedem, ku kesayetên serbixwe bê hêvî mane û xwe ji kar û barên rêxistinî dûr xistine. Wekê temaşavan li filma Kurdîstanê mêze dikin û li ser şiroveyên xwe dinîvîsînin. Argument jî heye; welle devê me pirr cara şewitîye, an jî; heta hûn nebûn yek em nayên. Rast e, lê mixabin rastî têr nake. Milletê te wêran bûye, li bin agirê dijmin dişewite û tu berpirsîyarîya xwe ji yên din dixwazî. Doza azadîya milletê ne tenê ya partî û rêxistinan e. Doza me hemûyan e. Îro pişgirîyên we, wekê av û nan pêwîste. Tu heta milletê xwe rizgar nekî, ti argument ji alîyê civata te nayên qebûl kirinê.
  Armanca min ne tawanbar kirina partî û kesayetên serbixwe ne. Ez qelsbûna hemû Kurdîstanîyan wek qelsbûna xwe û a milletê xwe dibînim. Her waha serkeftina we jî wek serkeftina gelê xwe dibinim. Ji ber ku em hemû ji bo doza azadîya milletê xwe derketine rê.
  Ji tecrûbên me yên 40 salî dîyar bû, ku bi mentalîta û perspektifa kevn,pirsgirikên me çareser nabe. Divê em xwe nûjen bikin. Perspektifek nûh bidin ehlaq û kûltûra sîyaseta rêxistinî a Kurdîstanê. Bi armanca mafê devletbûna kurdan û bi şîara "her tişt jî bo azadîya Kurdîstanê "divê herkes (sosyalist,liberal,dîndar)bikaribe were cem hev.
  PAK (Partîya Azadîya Kurdîstanê) nimûneyek baş e. Gelek kadirên kurdîstanî, hatin cem hev û  tecrûbên xwe yên 40 salî danîn ser masê û gotin:
  1- Hewldana partîyeke kurdîstanî, divê li ser huquqa kesayetî (ne grub û fraksîyon) bibe.
  2- Di varê îdeolojîyên cihê de ti astengî nîne. Armanc partîyek gelêrî û girseyîye, ku di xizmet û bercevendîya gelê xwe de bibe. Derî ji her keseke welatparêz re vekirî ye.
  3- Divê sîyaseta rêxistinî li Kurdistanê, bi ehlaq û kûltûrek nûh ve bête xemilandinê. Wekê berê dijatîya hev û dû nekin, qezenc û zirarên hev parve bikin û pişgirî bidin hev, da ku  bi hev re xurt bibin.
  4- Sîyasetek serbixwe bimeşînin û nekevin bin bandora ti rêxistin û dewletan.
  5- Divê serok û hemû dezgehên partîyê bi hilbijartinên demokratik ve peyda bibe.
  6- Ya herî girîng jî PAK, li hember yekîtîyan de ti astengî qebûl nake û xebatek bê hempa danîye pêşîya xwe.
  PAK du sale ava bûye û heta niha xeletî nekirîye. Di meydana tekoşînê de cîhê xwe girtîye û her diçe fireh dibe.Di varê kar û xebatên rêxistinî de moral dide me kurdan.
  Lê belê PAK bi serê xwe tenê têr nake. Divê hemû partî û rêxistin û takekesên kurdîstanî pirsgirikên xwe çareser bikin û werin cem hev. Îro tayînkerên rojevê PKK û dewlet e. Tedaxila rojevê bi partîyên xurt û bi xebatên hevbeş dibe.
  Em li benda çi rawestîyane? Çar alîyên welatê me bi dijminên hov ve hatîye dorpêç kirin. Dijmin li hember kurdan nakokîyên xwe pirr bi hêsanî sergav dikin. Em hêjì li pey berjevandîya xwe ya şaxsî an jî grubî tevdigerin. Em çima nikarin nakokîyên xwe (ku pênc kuruş nake) qurbana milletê xwe bikin?
  Partî îro heye sibê tuneye, serok îro heye sibê tuneye. Lê millet wê hertim hebe. Mirov ji bona ku xwe tatmîn bike partî çê nake. Mirov ji bona ku xwe tatmîn bike nivîskarî nake. Mirov ji bona ku xwe tatmîn bike seroktîyê nake. Divê armancek mirov hebe ku serkeve. Serok û partîyên salên 70-80yî ji ber wan sedeman tarûmar bûn.
  Divê em xwe nûjen bikin û bi perspektifeke nûh derkevin holê û formileke wek; millet+partî +ez û bi şîareke wek ; her tişt ji bo azadîya Kurdîstanê.
Di vê rêya pîroz de fedekarî, hest û helwestên kurdîstanî rêya tekoşîna milletê me dê geş bike.
  Wek serokê giştî a PAKê birêz Mustafa Özçelik dibêje; werin em li ser yek armancê  (azadîya Kurdîstanê), bê qeyd û şert bên cem hev,yekîtîya xwe ya sîyasî ava bikin. Li Kurdistanê bangeke ewqas ciddî heta niha nehatîye kirin.Bê qeyd û şert, yanî serok, bername û navê partîyê de ti şertên me nîne. Em ji her minaqeşe re vekirî ne.
   Ez dibêjim PAK bûye destpêka prosesa kûltûrek nûh li Kurdistanê. Gelo hûn çi dibêjin?

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin