Nîqaşek li ser rojevê

Nîqaşek li ser rojevê

Nîqaşek li ser rojevê

A+A-

 

Nîhat Akar

Îro kurd ji her demê xurttir in. Li hemû dinyayê wek milletek qehreman û canfida tên naskirin. Qehremanîya pêşmerge, şervanên rojava û tekoşîna jinên kurd li hember DAIŞê bûye destan. Li dinyayê tu car nehatîye dîtin, ku milletekî bindest li ser rojeva navneteweyî ewende tesîreke sereke bilîze. Êdî kurd, di çareserîya pirsgirêkên Rojhilata Navîn de bûye hêzeke berbiçav, ku ji alîyê YA û Amerîkayê jî tê pesinandin. Fersendek mezin ketîye destê me.

Pêvajoyeke pozîtîf dest pê kirîye. Divê kurd, ji vê sûd wergirin û meslehata milletê xwe derxin pêş. Diviyabû bi siyaseteke profesyonalî, başûr û rojavayê Kurdîstanê bihatana cem hev, rê û rêbazên xwe yên Kurdîstanî eşkere bikirana. Hezar mixabin ev tişt çênebû. Her çiqas bi hewldana serok Mesûd Barzanî peymana Hewlêr û Dihokê hêvî da me jî, bi tedaxula PKKê têk çû. PYD di şûna maf û azadîya milletê kurd de, berê xwe da demokratîzekirina Komara Sûrîyê, ku wek devlet têk çûye. Demokratîzekirina devleteke wisa, ku hê jî kurdan wek hemwelatîyên xwe qebûl nake.

Niha hêvî başûrê Kurdîstanê ye. Li wir, di bin seroktîyê Mesud Barzani de prosesa serxwebûna Kurdîstanê dest  pê kirîye û piştgirî divê. Hêvîya min eve ku, hemû partî û rêxistinên kurdîstanî dev ji nakokîyên xwe yên hundirîn berdin, dest bidin hev û xeyala me ya hezar salî bi cîh bînin. 

Li bakurê Kurdîstanê, piştê cunta ya 12ê îlonê partî û rêxistinên şoreşgerên kurd ber bi belavbûnê ve çûn. PKKê hêzên xwe ber bi hev anî û bi şîara serxwebûna Kurdîstanê dest bi şerê çekdarî kir. Bi rastî jî cunteya faşîst, xên ji şerê çekdarîyê ti rê û rêbazên din nehîştibû. 

Pêvajoyeke nû dest pê kir. Saya şerê çekdarîyê pirsa kurd û Kurdîstanê, hestên netewî him li welat û him jî li derê welat geş û gewre bû. Çend hewldanên partî û rêxistinên din çêbûn jî, bi ser neketin. Sedem çi dibe bila bibe, me vatinîya xwe li hember milletê xwe bi cîh neanî, em bi hev ketin û belav bûn. 

Piştê dîlgirtina serokê PKK (1999), ji nişke va sîyaseta wan jî pir radîkal hate guhertin. Êdî PKK dev ji şîara serxwebûna Kurdîstanê berda û ket dû demokratîzekirina Tirkîyê. Carek din serketina dagirkeran hate pejirandin. Öcalan li hember dewletê histûya xwe tewand û ket pey teorîyên ecêp, wek demokratîk cumhuriyet, xweserîya demokratîk, civata ekolojîk -demokratik, ku tu alaqa wan teorîyan bi tekoşîna milletekî bindest nîne.

Bi israr dibêjin dewletên netewî mîada xwe tijî kirîye. Gelo, li dinyê çi guhertin li hember dewletên netewî qevimîye, ku wana wisa dibêjin?

Bileks piştî ruxandina Komara Sosyalîst a Sovyetê,  bi dehan dewletên netewî saz bûn. Li Qafqasyayê û Yugoslavyayê dewletên nûh derketin holê. Îrland bû dewlet. Îskoç û Katalonya  (her çiqas dewletên federe ne jî ) hewl didin bibin serbixwe. Çek û Slovak ji hev cihê bûn û bûn du dewletên serbixwe. Nimûne pirr e.

Em dev ji dewletên netewî berdin. Li Rojhilata Navîn her mezhebek ( şiî, sunnî) dixwaze bibe dewlet. Pir enteresan e, ku evana him misilman in û him jî eynî millet in. Bi dehan dewletên ereb û misilman hene, lê dîsa jî dixwazin bibin dewlet. Îhtîmaleke mezin e, İraq û Sûrîyê bibin şeş dewlet.

Pirsa me ne parastina olî an jî mezhebî ye. Pirsa milletekî ye, pirsa welatekî ye, pirsa parastina hebûn û nebûna Kurdîstanê ye. 

Divê em ji vê 100 sala dawîyê sûd wergirin. Ji bo çî bi dehan eşîretên ereban bûn dewlet û em kirin çar parçe. Ew eşîretana li ser qedera me kurdan bûn xwedî biryar. Zordarî li me kirin, bi namus û şeref û heysîyeta me lîstin. Em kirin xeferên ber mala xwe. Ji bo çi?  Ji ber ku em nebûn dewlet.

PKK , HDP û PYD li ser navê demokrasî û sosyalizmê, li ser navê înternasyonalîzmê mafê çarenûsa milletê kurd firot. 

Serketina ideolojîyan girêdayî şert û zirûfên ku, tu têde dijî dibe. Ti îdeolojî, maf û azadîya milletê xwe sergav nake. Rast an xelet menfeeta milletê xwe dide pêş. Bernameya wan a li ser navê demokrasîyê ew ji maf û azadîya milletê xwe dûr xistîye. Ji bo dewletên dagirker demokrasî û biratiyê  dixwazin. 

Kes bi gotinê nabe demokrat û pêşverû. Li Turkiyê demokrat bûyîn girêdayî qebûlkirina mafên kêmnetewan e. Ji bo çi em ji CHP, AKP û yên din re dibêjin partîyên ne demokratik in. Îdeolojîyên (kemalîst an kevneperest) wan çi dibe bila bibe, heta mafê milletê kurd negrin bernameya xwe nabin demokrat. Eynî tişt jî bo sosyalîstan jî derbas dibe. Di bernameya HDPe de jî maf û azadîya milletê kurd nîne. Ti statûyekê ji bo me naparêzin.

Lenin dibêje; milletên serdest, heta mafê çarenûsa milletên bindest qebûl nekin, nikarin bibin azad, lê dikarin bibin şovenîst. Heta HDP pirsa Kurdîstanê neke bernameya xwe, nabe partîyek azadîxwaz û demokrat. Heta Tirkîye vê pirsê çareser neke, nabe azad û demokrat. Ger tu  mafê devletbûna kurdan sergav bikî û devletbûna Qibris û Filistînê bixwazî, tu nabî demokrat û înternasyonalîst, lê dikarî bibî berdevkê şovenîstên çepê tirkan. 

Ez ne li dij biratiyê me. Lê belê biratî li ser bingeheke wekhev de çêdibe. Ger Tirk, Ereb û Fars derkevin kuçe û kolanan û ji bo maf û azadîya milletê kurd biqêrin û li hember dewletên xwe rawestin, helbet birayên me ne. Ev tişt li hemû dinyayê çêbûye. Rizgarîya Cezayîrê bînin bîra xwe ka xelkê Fransayê çi fedekarî kirin. "Birayên" me her tim li cem dagirkeran de cîh girtine. Ji bona ku bibin bira, divê berê heq bikin.

Sosreta herî mezin, mesela civata ekolojîk-demokratik e. Serokê PKK Öcalan hat girtin şûnde, wexta xwe da xwendina fîlozofekî amerîkî Murry Bookchin, ku berê marksîst-lenînîst bû. Filozof paşê bû stalînîst, paşê jî troçkîst û di dawîyê de bû anarşîstekî ekolojîk - demokratik. 

Öcalan pirtûkên wî bi rêya awukatên xwe girt û xetim kir. Hetta çend name jê re şand. Fîlozof di nameya xwe de jî dibêje, ku haya wî ji kurdan tuneye.

Murry Bookchin di welatên pirr pêşdaçûyî de, giranî dide heremên xweser, ku ji dewlemendîya kapîtalîzmê istifade bike û civateke bêtir ekolojîk -demokratîk ava bibe. Guherandineke radîkal û ruxandina sistemê ne hewce ye. Ji ber ku metirsîyên civatê yên bingehîn nemaye.

Bi rastî ez fam nakim, Öcalan û filozofê wî çi ji milletê min dixwazin! Milletê min ê feqîr hêj têra xwe kapîtalîzmê nas nake. Hêj nikare xwedî li şexsîyeta xwe ya netewî derkeve. Hêj bindest e. Xwîna me, çanda me, jîyana me ya sosyal bi kîmyasala dijmin tevlihev bûye. Tedaxula mekanikî jar xistîye nav insanên te. Were em berî her tiştî insanên xwe ji vê pîsîtîyê rizgar bikin, dûre berê xwe bidin ekolojîk kirina îsot û şamikên xwe...

Ez nivîsa xwe ya beşa yekemîn bi anekdotekê bi davî bînim; camêrek li gel lawê xwe diçin kampîngê. Êvarê konê xwe datînin û radikevin. Camêr nîvê şevê radibe û mêze dike kon hatîye dizîn. Lawik şîyar dike û dibêje lawo tu çi dibînî. Lawik çavên xwe vedike û stêrkan dibîne. Lawik zanatîya xwe ya astronomik bi kar tîne û qala stêrk û gerstêrkan (gezegen) dike. Camêr hêrs dibe û dibêje kon ji dest çûye tu qala gezegenan dikî. 
   A me jî wisa bûye; welat ji dest çûye em ketine pey filozofîyên ekolojîyê.

  Beşa duyemin de ezê li ser hêzên kurdîstanîyan û rola wan li ser rojeva îro çi ye rawestim.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin