Nimûneyeka Çavrêkirî ji Mîrên Baban

Nimûneyeka Çavrêkirî ji Mîrên Baban

Mihemed Elî Qeredaxî / Kurmancîya wê: Zîya Avci

A+A-

Vî navî re, di esnayê ger û geşta xwe di nav destxetên Kibêxaneya Ewqafa Merkezî ya Bexdadê de rêya min bi nameke hêtîm ya Omer Paşayê walîyê Bexdadê ku ji walîyê Mûsilê re şandîye ket.

Ji nameyê derdikeve ku ew bersiva nameka walîyê Mûsilê ji walîyê Bexdadê hatîye. Lê mixabin nameya walîyê Mûsilê ne bi vê belgeyê re ye û em nizanin çi tê de bûye. Her wiha em nizanin walîyê Mûsilê jî bersiva nameya Omer Paşa daye yan na?

Diyar e zincîrek name û rapor di navbera wan de çûye û hatîye û mebest lêkolîn û çareserkirina tengî û tevlihevîyên rewşa Kurdistanê bûye. Eger ew name di dest de bûna û mirov wan bigihandîya hevûdu û bi hev bihatîya dayîn, îhtîmal bû gelek rewşên dîrokî û civatî yên navçeyê bihatina zanîn. Lê di dest de nebûna van beşan çend behs û babet hene ku di vê nameyê de behsa wan derbas bûye û îşaret lê hatîye kirin, di nezanînê de dimînin. Dibê em çaverê bin, mimkun e di nav belgenameyên dewleta Osmanî de hatibin hilgirtin û rojek bê ew bên dîtin û li ser lêkolîn bê kirin.

Ya ku li vir ronî ye û di vê nameyê de bê girê û asteng derdikeve, natebayî û nakokîya di navbera mîrên bedbext ên Baban e! Ew cihêtî, dijîtî û dubendîya navbera wan wisan kirîye hîç hêz û şiyaneka wan nemîne. Walîyên Bexdayê û Mûsilê bi daxwaza dilê xwe çaverê dikin û nexşeya tevizandin û razandinê/di xwe de birinê ji bo wan bikêşin, heta bi daxwaza xwe bi sebir neştergerîyê li ser cesedê wan û welatê wan bikin û çawan bixwazin bi wî awayî wan perçe perçe bikin!

 

baban.jpg

 

Dikare ji vê ya li ber dest e çend serenc û nêrînên cihê cihê bên derxistin û ez kurdîya [mebest Soranî ye -Z. Avci] nameya heyî têkim ser belgenameyên din ên li ser mîrên Baban hene.

Ev tekst bi xwe bi tirkî ye, seydayek -karê wî rast bimeşe- ji min re kir erebî û min jî ji erebî kir kurdî. Mimkun e di van guherînan de xal bi xal wekî hev nebe, lê mebest û naveroka wê diyar e û derdikeve çi tê de ye û çi hêlebazî li “mîran” hatîye kirin!

Ev nameya Omer Paşayê(1) walîyê Bexdadê ji walîyê Mûsilê re, ji alîyê Mihemed Eshed Efendîyê -Nîşatîzade- nivîsevanê dîwana parêzgahê ve hatîye nivîsandin.

FERMAN Û DESTÛRA BILIND

Birayê birêz, xoşewîst, bexşînde, xwedîyê pile, paye, mîhrîban û dilava!

Li gor ew maf, biratî û dilsozîya di navbera me de, ez gelek daxwazkarê xeberên tendirûstîya we ya gelek bi qîmet im. Ji tavilê Mistefa Efendî, pêşewayê merdan, hilgirê muhra cenabê we û şanderê we yê taybetî di demeke pîroz de nameya we yê birêz anî. Ez pê şad bûm û dilê me pê geş bû.

Bi wê ez navik û naveroka nameya we û ew tiştên mebest bûn bên behs kirin, xal bi xal têgihiştim.. ew name bû sebebê dilxweşî û şadîya me; ji ber ku ya mebesta me ya serekî ye xebera laşsaxî û tendirûstîya we bû, di nameya we de ew mizgînî heye.

Hêvîya min ya bi berdewamî ew e ku serbest û şikurdar di meydana azayetî û xortemêrîyê de wekî şahsiwarê meydan karûbarên we bimeşîn.

Di nameya we de behsa karûbarên Kurdistanê, mîrekan, xeberên dijminan û hereketê wan.. derbas bûye. Herçî xeberê dijminan e pêwist nake behsa wan bê kirin, Mihemed Paşa ku di wextê xwe de alîgirê dijminan bû û guhê xwe ber bi wan ve şorr dikir ku bi vê di van dawîyan de Ehmed Paşa û Ebdulla Paşa ber bi alîyê xwe ve rakêşaye, Kurdistan têkra -wisan dixuyê- ber bi alîyê wan ve ye, li milê din jî dibê te xebera Xalid Beg seh kiribe, bi rastî vî navî re min libek ji wan belavkirîyan dît ku ji bo navçe û cihên derûdorê şandîyê, bêguman dê ew ji vir şûn ve dest deynin li ser wan navçeyan.

Ez ê dilsozê we li hemberê van karan ecêbmayî mame û şaş bûme. Bi taybetî hatina demsala zivistanê rêya çareserîyê li hemberê van astengan bi taybetî di demeke wiha de girtîye. Ya ji bo çareserya pêwist bi bîra vî dilsozê we tê, bi kurtî ev in: Di der barê Ehmed Paşa û Ebdulla Paşa de, ya baş ew e ji bo aşkirina wan hewil bê dayîn, navbera wan bê başkirin, sarî di navbera wan û Mihemed Paşa de li gor imkan û şiyanê neyê hiştin.

Ji bo ku Mihemed Paşa niha xwe avêtîye li ba me herduyan, nabe  pê re sarî bê kirin û tûşî bêhêvîyê be. Belkî bi eksê wê dibê dilê wî bê xweşkirin heta ber bi alîyê sulte û fermanrewayîyê ve vegere. Ji ber wê ez pêşniyar dikim berpirsiyartîya Qelaçiwalanê jê re bê dayîn. Xelatên pêwist ji alîyê we û min ve jî jê re bê şandin û dilê wî bê geşkirin. Navbera wî û birayên wî bê xweşkirin. Bi vê re ez pêşniyar dikim derîyê guftûgoyê û çûn û hatinê heta ser pişt bê vekirin û soza bicihkirina wan mercan bê dayîn ku di wextê xwe de li ser dewletê şert girtibûn. Her bi vê bawerîyê bê agadar kirin ku Mihemed Paşa hatîye xelatkirin û îşaretê ji bo bersiva Besreyê pê re bê hereket kirin. Bi vî awayî em îstîfadeyê ji qazanckirina zeman dikin û wexit bi ser re derbas dibe heta demsala biharê tê. Vêca wî wextî eger bersiva Kerîm Xan bi dilê me bû û razî bû Besreyê bide û li ser şêhîna guftûgoyê û aşbûnê rûne, ew tiştekî baş e; ji bo ku ew li ser wê rêyê bimeşe ku dewleta payedar dixwaze asteng bi awakî hêsan bê çaresirkirin. Û eger bi eksê vê jî bû, wî wextî em ê bi rêya lêkolîn û nirxandinê ji bo şandina hêz, çek û leşker li navçeyê baştirîn rê peyda bikin û heta wî wextî dê alîkarî bigehe me û em jî dikarin çawan bixwazin wisan hereket bikin. Ji vir şûn ve jî peywendîya me di der barê guftûgo, pirs û ray ji bo helkirina kar bi cenabê we re -pişt bi Xwedê- berdewam bibe.

Vêca eger pêşniyar bi dilê we bûn û ray û tedbîrên me ji alîyê we ve pesend bûn, ricaya me ew e bi zû me jê agahdar bikin, heta ku em bikarin bawerpêkirîyekî xwe bi xelatekê re jê re bişînin û kesek jî ji alîyê we ve ji bo çûna li ba Mihemed Paşa pê re bê danîn. Eger we baş dît ji alîyê we ve jî xelatek jê re bê şandin baştir e. Eger hûn du xelatan qebûl nekin, diyarîya me bes e û em ê wisan çêkin ku ew xelat wekî ji alîyê we ve hatîye şandin.

Bi kurtî, dibê ya ji alîyê dewleta xwedîyê şikur û senayê ve ji me re hatîye raspartin, ku xweşkirina dilê Mihemed Paşa ye, em bi cih bînin. Dibê heta helwest û rewş ronî bibe, li gor zeman û pêwistî tedbîr bê kirin û çareserî bê peydakirin.

Vêca eger ray û nêrîna me ji alîyê wî ve pesend bû ew baş e, eger bi eksê wê jî bû, em daxwazker in di vî warî de çi tê bîra we me pê agahdar bikin.

Ji ber ku niha Mihemed Paşa li Naxwênrêteyê ye, hatîye û gelek peyman bi Ehmed Paşa û Ebdulla Paşa re girê daye, çûn û hatina wan heye û nîşana dostî û rastîyê di navbera wan de heye.

Di halekê de jî dewletê hêzeke pêwist neşand û wan jî rehîne danîne.. dûrxistina Mihemed Paşa û xeyîdandina wî, wekî eşkere ye ne cihê rizamendîya we ye. Li gor vê madem Mihemed Paşa xwe avêtîye me, feydeya zivirkirin û bêhêvîkirina wî nîn e. Ji ber wê ez daxwaz ji we yê birêz dikim hûn çawan dixwazin bi wî awayî şert û mercan bikolin û me zû jê agahdar bikin. Ya serekî ew e ku em duayê dilsozîya we dixwazin.

Li milekî din jî em dikarin bi vê tedbîr û çareserîyê -ji bo vê serdemê- balgîya tevizandin û di xew de birinê bêxin bin serê Mihemed Paşa û dijminan.

______________________________

1)Tarîx li ser vê nameyê tune, lê li gor midetê walîtîya Omer Paşa ya salên 1274ê k./1857ê z. heta sala 1859ê z. (El-Iraq Beyn Ihtilalîn, ‘Ebas el-‘Ezawî, C.VII/116) bûye. Diyar e ev name jî di wan deman de bûye, lê em bi dirûstî nizanin kîjan sal bûye.

Çavkanî: M. Elî Qeredaxî

Vejandina Dîoka Zanayên Kurd Bi Rêya Destxetan re, C.IV, rêzegotar: 267, rûp: 293-298

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin