Nifûsa cîhanê gihîşt 8 milyar kesan

Nifûsa cîhanê gihîşt 8 milyar kesan

.

A+A-

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ragihand ku nifûsa cîhanê ji 15ê mijdarê pê ve bo 8 milyar kesan zêde bû.

Li gor rapora ku UNFPAyê belav kiriye, tê texmînkirin ku nifûsa dinyayê di 2030a de bo 8,5 milyar kesan zêde bibe, di 2050î de derkeve 9,7 milyarî, di 2100î de derkeve 10,4 milyarî.

Leza zêdebûna nifûsa dinyayê kêm bû, lê tê payîn ku nifûs heta 2100î zêde bibe.

Ji salên 1970yî vir ve leza zêdebûna nifûsa cîhanê kêm bû, di 2020î de cara ewil ket binê ji sedî 1ê (salane).

Nifûsa dinyayê di nêzîkî 12 salan de ji 7 milyarî derket 8 milyarî, tê pêşbînîkirin ku di nêzîkî 14,5 salan de (heta 2037ê) paşê milyarekî din lê zêde bibe.

Li gor texmînê ji ber rêjeya jidayîkbûnê ya zêde nifûsa Afrîka heta 2050yî ji nîvekî dinyayê zêdetir bibe.

Li Ewropaya Başûr û Asyaya Rojhilatê welatên ku nifûsa wan kêm dibe, hene.

Nîvê milyarek nifûsa nû ji Asyayê ne

Îsal tê payîn ku nifûsa Çînê pêşiyê pir zêde bibe, paşê kêm bibe. Li gor texmînê di 2023yan de nifûsa Hindistanê dê ji ya Çînê derbas bibe.

Li gor NYê nîvekî milyarê nifûsa nû ji Asyayê ne.

Afrîka herêma duyem e ku nifûsa wê zêde dibe (bi qasî 400 milyonî). Tê pêşbînîkirin nifûsa Afrîkayê heya 2038an bigihîje 2 milyarî.

Tê texmînkirin, tevkariya Ewropayê ya di zêdebûna nifûsa dinyayê de dê negatîf be.

NY ligel zehmetiyên zêdebûna nifûs, bal dikişîne ser firsendan jî

NYê ku bal dikişîne îro (15ê Mijdarê) ji bo mirovahiyê hem pêngavek e û hem jî kêliyeke ferqkirinê ye. NY her wiha bal dikişîne ser zehmetî û firsendên ku li pêşiya civaka kurewî ne.

NY bang li hemû welatan dike ku hevkariya hev bikin da ku li hemû dinyayê mirov bibin xwedî heman maf û hilbijartinê û her wiha ji bo ku dinyayeke wekhevtir were pêkanîn.

NY diyar dike ku li paş 8 milyar nifûsî çîrokeke serkeftinê heye û di mijarên wekî xizmetên tenduristiyê, qalîteya jiyanê, kêmbûna mirina dê û zarokan de pêşketin pêk hatin.

Metirsiyên sereke didomin

Metirsiyên sereke û zehmetiyên wekî guherîna avûhewayê, tundî û cudaxwazî yên 11 sal berê nifûsa dinyayê gava gihîşt 7 milyarî hatin îfadekirin, hêj didomin.

Krîza avûhewayê û bikaranîna nehevseng a çavkaniyên siruştî, newekhevî û nakokiyan zêdetir dike, dibe çavkaniya şer û pevçûnan, tundî, cudaxwazî û koçê.

Îro roj li seranserî dinyayê zêdeyî 100 milyonî mirov bi zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin û her wiha hemû civak wekî hev ji pêşketinên di warê tenduristiyê de mefadar nabin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin