Nexşerêya aborî ya Tirkiyê ji 2019an ta 2021an hate eşkerekirin

Nexşerêya aborî ya Tirkiyê ji 2019an ta 2021an hate eşkerekirin

Wêzîrê Maliyê û Gencîneyê yê Tirkiyê Berat Albayrak nexşerêya aborî ya Tirkiyeyê ya ji 2019an heta 2021an eşkere kir. Li gor vê nexşerêyê di sala 2021ê de, di mezinbûnê de wê bigihîjin ji % 5an û enflasyon jî wê dakeve heta hejmarên yekxaneyî.

A+A-

Berat Albayrak, 3 hêmanên ku ev nexşerê li ser van ava bûne weke "terazandin, dîsîplîn û guherandin" bi nav kir.

Hedefên Nexşerêya bi navê 'Ji Programa Maweya Navîn ber bi Programa Nû ya Aboriyê" ev in:

Di programê de li gor Programa din a Maweya Navendî, pêşbiniyên enflasyon û mezinbûnê nêzîktirî piyasayê bûne.

Di sala 2019an de mezinbûna aborî dê derdora ji % 2,3an bibe. Ev rêje di sala2018an de bibe ji % 3,8, di 2020an de jî dê bibe ji % 3,5. Armanc ev e ku ji sala 2021an ve, li ser ji % 5an domandîkirin e.

Hedefa enflasyonê jî, bo 2018an wek ji % 20.8, bo 2019an wek ji % 15.9 û bo 2020an jî wek ji % 9.8 hatin diyarkirin. Çavlirê ye di sala 2021ê de enflasyon dê dakeve ji %6an.

Hejmarên ku bo bêkariyê hatine armancgirtin, dîsa di cotehejmaran de man. Li gor pêşbîniyan bêkarî piştî 2020an dest bi kêmbûnê bike lê di rêjeya ji %18.8an de bimîne.

Li aliyekî din Albayrakî got bi vê programa nû, bo pergala bacê dadmendtir bibe wê gav bêne avêtin. Albayrakî got "îstîsna, mûafbûn û daxistinan wê cardin werin kontrolkirin.

Beriya nasandina Programa Nû ya Aboriyê, dolar/TL daketibû heta 6.14an. Lê piştî ku albayrakî bendewariyên mezinbûnê û enflasyonê eşkere kir, dolar/TL cardin hilkişiya heta 6.29an.

Ümit Akçayê Aborînas bo programa nû got: "Lawaziya vê programê kur e. Tevgerandina weke ku krîza dovîzan tinebe, zirarê dide hemû daneyên dinan. Nêzîkbûneke dûrî rastiyê hê jî di warê rêvebiriya aboriyê de serdest e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin